Jêrenot
a Rewşa dinyayê her çi qas ber bi xerabiyê ve diçe jî, em bawer in ku rojên xweş li benda me ne. Gava em li ser tiştên ku Kitêba Pîroz ji berê ve gotine lêkolîn dikin, em vê baweriyê bi dest dixin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku çima gerek em li ser wehdên Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Wekî din, emê bala xwe bidin du tiştên ku Danîêl pêxember li ser pêşerojê gotibûn û bibînin ku fehmkirina wan ji bo me çima bifeyde ye.