Jêrenot
a Hêzekîêl 37:1-14 û Peyxam 11:7-12 jî behsa nûkirina îbadeta rast dikin. Ev yek di sala 1919an de çêbû. Hêzekîêl ji berê ve nîşan dabû ku piştî demeke dirêj, hemû şagirtên Îsa Mesîh ên hilbijartî wê ji girtîbûnê xelas bibin û ji nû ve dest bi îbadeta rast bikin. Wekî din, Kitêba Peyxamê ji berê ve gotibû ku komeke biçûk a birayên hilbijartî, yên ku rêberiya xizmetkarên Xwedê dikin, wê bi awayekî mecazî ji nû ve çêbe. Bi rastî jî wisa bû. Piştî ku birayên me ji bo demeke kin bi neheqî li hebsê bûn û bêfealiyet man, ew ji nû ve bi karê Xwedê mijûl bûn. Di sala 1919an de, ew wek “xulamê dilsoz û bihîkmet” hatin tayînkirin (Meta 24:45, NWT; li kitêba Pure Worship of Jehovah – Restored At Last!, rûp. 118 bi zimanê Îngilîzî binêre).