Jêrenot
a Berî ku miletê Îsraîlê ket Welatê Sozdayî, piraniya Îsraîliyên ku mucîzeyên Yehowa li Behra Sor dîtibûn, mirin (4. Mûsa 14:22, 23). Yehowa ferman dabû ku hemû zilamên ku ji 20 salî mezintir in wê li çolê bimirin (4. Mûsa 14:29). Lê belê, Yêşû, Kaleb, gelek kesên ji neslê ciwan û eşîra Lêwiyan sax man. Wexta ku Îsraîlî di Çemê Urdunê re derbas bûn û ketin welatê Kenanê, sozên Yehowa li ber çavê wan hatin cih (5. Mûsa 1:24-40).