Jêrenot
a “Ev gotin pêbawer e: Zilamekî ku xîret dike ku bibe çavdêr, li karekî baş digere. Gerek tu sebeb tune be ku kesek li ser çavdêrekî xerab xeber bide, gerek ew tenê bi jinekê re zewicî be, gerek ew terazdar, aqlê selîm, bi rêk û pêk, mêvanperwer û xwediyê hunera hînkirinê be, bi zêdeyî venexwe, zordar nebe, lê maqûl be, şerok nebe, ji pereyan hez neke, bi awayekî baş li malbata xwe xwedî derkeve, zarokên wî gerek bi sergiranî guhdariya wî bikin (çimkî eger zilamek nizane ku çawa li malbata xwe xwedî derkeve, ewê çawa li civata Xwedê xwedî derkeve?), ne kesekî wisa be, yê ku nû hatiye ser rêya rastiyê, da ku qure nebe û nekeve hukmê ku wê ji Îblîs re bê dayîn. Wekî din, gerek kesên li derve jî li ser wî baş xeber bidin, da ku lome li wî neyê kirin û ew nekeve dafikeke Îblîs” (1. Tîmotêyos 3:1-7, NWT).
“Min tu li Girîtê hiştî, da ku tu kêmasiyan serrast bikî û wek min ji te re gotibû, li her bajarî rîspiyan tayîn bikî. Gerek rîspî zilamekî wisa be, yê ku nayê sûcdarkirin, tenê bi jinekê re zewicî ye û zarokên wî wek kesên bêedeb yan serhildêr nayên sûcdarkirin. Çimkî wek xizmetkarê Xwedê, gerek çavdêr neyê sûcdarkirin, gerek ew serhişk nebe, zû hêrs nekeve, bi zêdeyî venexwe, zordar nebe û li pey qezenca neheq nekeve, lê mêvanperwer, qencîhez, aqlê selîm, rast, dilsoz û xwegirtî be, gerek ew xwe ji aliyê hunera hînkirinê ve li xebera pêbawer bigire, da ku ew bikare hem bi hînkirina bifeyde teşwîqê bide hem jî kesên ku li dijî hînkirina bifeyde xeber didin, serrast bike” (Tîtos 1:5-9, NWT).