KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 33 r. 82-r. 83 p. 2
  • Rût û Naomî

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Rût û Naomî
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Hezkirina Dilsoz Nîşanî Hevdû Bidin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 33 r. 82-r. 83 p. 2
Naomî ji Rûtê re dibêje here malê

DERS 33

Rût û Naomî

Gava li Îsraîlê xela rabû, jineke Îsraîlî ya bi navê Naomî tev zilamê xwe û her du kurên xwe çû welatê Moabê. Piştre zilamê Naomiyê mir. Kurên wê bi jinên Moabî re zewicîn. Navên bûkên wê Rût û Orpa bûn. Çi heyf e piştî demekê kurên Naomiyê jî mirin.

Gava Naomiyê bihîst ku li Îsraîlê xela xelas bûye, wê qerar da ku vegere welatê xwe. Rût û Orpa bi wê re çûn. Di rê de Naomiyê ji wan re got: ‘Hûn ji kurên min re jinên baş bûn û ji min re jî bûkên baş bûn. Ez dixwazim ku hûn her du jî dîsa bizewicin. Herin Moabê. Vegerin welatê xwe.’ Wan got: ‘Em ji te hez dikin! Em naxwazin te tenê bihêlin.’ Lê Naomiyê gelek caran ji wan re got herin. Di dawiyê de Orpa vegeriya, lê Rût ma. Naomiyê ji wê re got: ‘Orpa vedigere cem xelkê xwe û îlahên xwe. Bi wê re vegere û herin malên dayikên xwe.’ Lê Rûtê got: ‘Ez ji cem te naçim. Xelkê te wê bibe xelkê min û Xwedayê te wê bibe Xwedayê min.’ Gava Naomiyê ev gotin bihîstin, ma dilê wê xweş nebû?

Wexta ku Rût û Naomiyê gihîştin Îsraîlê, çinîna ceh hê nû dest pê kiribû. Rojekê Rût çû nav zeviya zilamekî bi navê Boaz. Boaz kurê Rehabê bû. Li wir wê ji xwe re simbilên ku li erdê mabûn dan hev. Boaz bihîst ku Rût ji Moabê ye û bi dilsozî li cem Naomiyê maye. Wî ji xebatkarên xwe re got ji bo Rûtê hê bêtir simbilan li erdê bihêlin.

Rût li nav zeviya Boaz simbilan berhev dike

Wê êvarê Naomiyê ji Rûtê pirsî: ‘Te îro li nav zeviya kê kar kir?’ Rûtê got: ‘Li nav zeviya zilamekî bi navê Boaz.’ Naomî ji wê re got: ‘Boaz merivekî zilamê min e. Li nav zeviyên wî bi keçikên din re kar bike. Li wir tu kes wê te aciz neke.’

Naomî bi Boaz, Rût û Obêd re

Rût heta dawiya dema çinînê li nav zeviya Boaz kar kir. Boaz dît ku Rût jineke pir hêja û jêhatî bû. Di wê demê de, eger zilamek bimira û kurê wî tune bûya, jina wî bi merivekî zilamê xwe re dizewicî. Loma Boaz bi Rûtê re zewicî. Kurekî wan ê bi navê Obêd çêbû. Obêd bû kalikê Dawid Padîşah. Hevalên Naomiyê pir kêfxweş bûn. Wan got: ‘Yehowa pêşî bûkeke pir qenc da te û niha jî neviyekî te çêbûye. Şikir ji Yehowa re!’

“Dost hene ji bira jî nêzîktir in” (Methelokên Silêman 18:24).

Pirs: Jina bi navê Rût çawa hezkirina xwe nîşanî Naomiyê da? Yehowa çawa li Rût û Naomiyê xwedî derket?

Rût 1:1–4:22; Meta 1:5

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne