KILAM 2
Yehowa Navê Te ye
(Zebûr 83:18)
1. Xwedayê dilovan,
ji te bilindtir tune!
Yehowa navê te ye
heta bi hetayê.
Em pir serbilind in,
te em qebûl kirine.
Em bûne şahidên te
li hemû dinyayê.
(DÎSGOTIN)
Yehowa, Yehowa,
em heyrana te ne.
Li erdê û li ezmanan,
mîna te kes tune.
Bila her kes bibihîze
ku navê te çi ye.
Yehowa, Yehowa,
tenê tu yî Xwedayê me!
2. Li gor daxwaza xwe
tu me dixebitînî.
Tu sozên xwe pêk tînî
heta bi hetayê.
Em pesnê te didin,
em xizmetkarên te ne
ji boyî rûmeta te
her dem, li her derê.
(DÎSGOTIN)
Yehowa, Yehowa,
em heyrana te ne.
Li erdê û li ezmanan,
mîna te kes tune.
Bila her kes bibihîze
ku navê te çi ye.
Yehowa, Yehowa,
tenê tu yî Xwedayê me!
(Li van ayetan jî binêre: 2. Dîr. 6:14; Zeb. 72:19; Îşa. 42:8)