-
Jiyan Çawa Çêbûye?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
3. Çima însan ji heywanan cuda ye?
Piştî ku Yehowa dinya çêkir, wî li erdê jiyan xuliqand. Pêşî, wî nebat û heywan çêkirin. Paşê, “Xwedê mirov di sûretê xwe de afirand” (1. Mûsa 1:27 bixwîne). Çima em dibêjin ku însan ji heywanan cuda ye? Ji ber ku em di sûretê Xwedê de hatine çêkirin, em dikarin sifetên Xwedê, mesela wek hezkirin û edaletê nîşan bidin. Wî hiş û aqil daye me ku em bikarin bielimin zimanên din, û ji muzîk û hunerê kêfê bistînin. Wekî din, tenê însan dikare ji Xwedê re îbadetê bike.
-
-
Jiyan Çawa Çêbûye?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
5. Kitêba Pîroz li ser xuliqandinê tiştên maqûl dibêje
Kitêba Pîroz di 1. Mûsa, beşa 1ê de behsa çêbûna erd û jiyanê dike. Gelo tu dikarî baweriya xwe bi gotinên Kitêba Pîroz bînî, yan jî ew tenê çîrok in? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Gelo Kitêba Pîroz dibêje ku erd û jiyan di şeş rojên herfî de hatine çêkirin?
Gelo tiştên ku Kitêba Pîroz li ser xuliqandinê dibêje maqûl û bimantiq in? Tu çima wisa dibêjî?
1. Mûsa 1:1 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Alim û zanyar dibêjin ku destpêka gerdûnê heye. Gotinên wan û gotinên vê ayetê çawa hev digirin?
Hin kes dibêjin ku Xwedê pêşî tiştekî biçûk, yanî hucreyeke hêsan û bican xuliqandiye, û paşê ew xwe bi xwe bi pêş ve çûye û bûye heywan û însan. 1. Mûsa 1:21, 25, 27 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Gelo Kitêba Pîroz dibêje ku heywan û însan bi tena serê xwe ji hucreyên hêsan çêbûne? Yan ew dibêje ku Xwedê hemû “cure” û “celebên” esasî yên jiyanê çêkirine?b
-