-
Bi Qedir û Qîmeta Jiyanê BizaneHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
5. Qedir û qîmetê bide jiyana zarokê di zikê dayikê de
Dawid Padîşah bi helbestî anî zimên ku Yehowa gelek qîmetê dide zarokê di zikê dayikê de û mezinbûna wî. Zebûr 139:13-17 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Di çavê Yehowa de, gelo jiyana zarokekî berî bûyînê yan piştî bûyînê dest pê dike?
Qanûna ku Yehowa dabû xizmetkarên xwe, jinên ducanî û zarokên di zikê wan de diparastin. 2. Mûsa 21:22, 23 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Gelo Yehowa li ser kesekî ku bê hemdî dibe sebebê mirina zarokekî di zikê dayikê de çi difikire?
Eger kesek vê yekê bi hemdî bike, Yehowa çi difikire?b
Tu li ser nêrîna Yehowa ya li ser vê meseleyê çi difikirî?
Heta, jineke ku qedir û qîmetê dide jiyanê jî, dikare bifikire ku ji xeynî jiberxwekirina zarok çareyeke din tune ye. Îşaya 41:10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Eger li jinekê tade bê kirin ku gerek ew zarok ji ber xwe bike, gelo ew dikare ji kê alîkariyê bixwaze? Û çima?
-
-
Bi Qedir û Qîmeta Jiyanê BizaneHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
b Eger te berê zarokek ji ber xwe kiribe û tu ji ber vê sebebê xwe sûcdar dikî, ne lazim e ku tu li ber xwe bikevî. Yehowa dikare te efû bike. Di heqê vê mijarê de, li meqaleya bi navê “Gelo Kitêba Pîroz li ser Jiberxwekirina Zarokan Çi Dibêje?” binêre. Ev meqale li bin qismê Zêdetir Hîn Bibe derbas dibe.
-