-
Dilrastiya Xwe Biparêze!Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2019 | Sibat
-
-
3. (a) Dilrastî çi ye? (b) Gelo însan jî qîmetê didin bêkêmasiyê? Mîsalekê bide.
3 Ji bo xizmetkarên Xwedê, dilrastî ev e ku ew bi hemû dil û can ji Yehowa hez bikin û ji wî re dilsoz bin. Kesên dilrast di hemû qerarên xwe de herî zêde bala xwe didin daxwaza Xwedê. Peyva ku li Kitêba Pîroz wek “dilrastî” tê wergerandin tê maneya “tam”, “saxlem” an “bêkêmasî”. Mesela, gava Îsraêliyan ji Yehowa re heywan qurban dikirin, Qanûna Mûsa digot ku gerek heywanên qurbankirî “bêqisûr” binb (3. Mû. 22:21, 22). Îzin tune bû ku xizmetkarên Xwedê heywanên bêling, bêguh an bêçav an heywanekî nexweş pêşkêş bikirana. Yehowa dixwest ku heywanên qurbankirî tam, saxlem û bêkêmasî bin (Malx. 1:6-9). Rind tê fehm kirin ku Yehowa çima qîmetê dide saxlemtî an bêkêmasiyê. Bi eslê xwe, em jî qîmetê didin bêkêmasiyê. Gava em tiştên wek meywe, kitêb an hacetekê dikirin, em naxwazin ku kêmasiyên vî tiştî hebin. Em tenê tiştekî tam, saxlem û bêkêmasî qebûl dikin. Yehowa dixwaze ku hezkirin û dilsoziya me jî wisa be. Gerek hezkirin û dilsoziya me tam, saxlem û bêkêmasî bin.
-
-
Dilrastiya Xwe Biparêze!Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2019 | Sibat
-
-
b Peyva Îbranî, ya ku wek “bêkêmasî” tê wergerandin û ji bo heywanan tê bi kar anîn, bi peyva “dilrastî” ve girêdayî ye, ya ku ji bo însanan tê bi kar anîn.
-