KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Gelo Çavê Te li Yehowa ye?
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2018 | Tîrmeh
    • 9. Yehowa ji Mûsa re got ku gerek ew çi bike, lê wî çi kir? (Li resmê ewilî binêre.)

      9 Gava xelk serî hilda, Mûsa çi kir? Ew dîsa li rêberiya Yehowa geriya. Lê îcar, Yehowa ji wî re negot ku gerek ew li zinar bixe. Yehowa emir da Mûsa ku ew çôyê xwe bigire, xelkê li ber zinar top bike û ji zinar re tiştekî bibêje (4. Mû. 20:6-8). Lê belê Mûsa wisa nekir. Li şûna vê, ew ji xelkê re bi hêrs wisa got: “Ya asêno, niha guhdarî bikin; gelo em ji vî zinarî ji we re avê derxînin?” Paşê Mûsa du caran li zinar xist (4. Mû. 20:10, 11).

  • Gelo Çavê Te li Yehowa ye?
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2018 | Tîrmeh
    • MÛSA ÇAWA SERÎ HILDA?

      12. Dibe ku çi sebeba din hebû ku hêrsa Yehowa li hemberî Mûsa û Harûn re rabû?

      12 Dibe ku Yehowa seba tiştekî din jî li Mûsa û Harûn bi hêrs ket. Tê bîra te ku Mûsa ji xelkê re çi gotibû? “Gelo em ji vî zinarî ji we re avê derxînin?” Gava Mûsa got “em”, dibe ku wî behsa xwe û Harûn kir. Bi van gotinan, wan şerefa vê mucîzeyê neda Yehowa. Wisa tê fehm kirin ku Zebûr 106:32, 33 jî behsa vê bûyerê dike: “Li keviyên ava Merîva, wan cardin hêrs kir Xudan, bela hat serê Mûsa, ji rûyê wan. Çimkî wan êş bi ruhê wî da kişandin, peyvên bêtedbîr ji lêvên wî hatin der”c (4. Mû. 27:14). Sebeb çi bû jî, wisa tê fehm kirin ku Mûsa hurmet neda Yehowa. Loma Yehowa ji Mûsa û Harûn re wisa got: “We li dijî gotinên min serî hildane” (4. Mû. 20:24). Wan bi rastî jî guneheke giran kiribû!

      13. Cezaya ku Yehowa da Mûsa çima hem rast hem jî adil bû?

      13 Ji ber ku Mûsa û Harûn serokên miletê Îsraêl bûn, mesûliyeta wan hê mezintir bû (Lûqa 12:48). Çend sal berê, gava piraniya Îsraêliyan serî hildabû, Xwedê nehiştibû ku ew bikevin welatê Kenanê (4. Mû. 14:26-30, 34). Niha Mûsa serî hilda, û Yehowa eynî ceza da wî jî. Çawa ku Xwedê îzin nedabû serhildêrên berê, wî niha îzin neda ku Mûsa bikeve Welatê Sozdayî.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne