-
Rastiya li ser MelekanHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
5. Cindariyê neke
Îblîs û cinên wî dijminên Yehowa Xwedê û dijminên me ne jî. Lûqa 9:38-42 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Cin çi tînin serê însanan?
Em qet naxwazin rê bidin cinan ku ew li ser me tesîr bikin. 5. Mûsa 18:10-12 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Cin çawa hewl didin ku li ser me tesîr bikin yan xwe bigihînin me? Li hêla we, însan çawa cindariyê dikin?
Gelo te fehm kir ku Yehowa çima cindarî û sêhrbazî qedexe kiriye?
VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Li gor te, gelo nivişta qîza Palesayê bixeter û bitalûke bû?
Palesayê çi kir ku xwe ji tesîra cinan biparêze?
Mesîhiyên heqîqî her tim li hemberî tesîra cinan sekinî ne. Karên Şandiyan 19:19 û 1. Korîntî 10:21 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çima muhîm e ku em her tiştê ku bi cindarî û sêhrbaziyê ve girêdayî ye tune bikin?
-
-
Piştî Mirinê Çi Tê Serê Me?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
2. Rastiya li ser mirinê me ji çi xelas dike?
Gelek însan ji mirinê û heta ji miriyan jî ditirsin! Lê gotinên Kitêba Pîroz dikarin me ji vê tirsê xelas bikin. Îsa Mesîh gotibû: “Rastî wê we azad bike” (Yûhena 8:32). Hin dîn û bawerî dibêjin ku ruhê însên piştî mirinê namire û diçe cihekî din. Lê belê, Kitêba Pîroz tiştekî wisa nabêje. Ew dibêje ku kesên mirî qet êşê nakişînin û hiş û aqlê wan bi wan re dimire. Loma, kesên mirî qet bi tiştekî nizanin û nikarin zerarê bidin me. Ji ber vê yekê, hewce nake ku em wan razî bikin, ji bo wan dua bikin yan ji wan re îbadetê bikin.
Hin kes dibêjin ku ew dikarin bi miriyan re xeber bidin. Lê ev yek ne mumkin e, çimkî em êdî dizanin ku “mirî bi tiştekî nizanin.” Yên ku difikirin ku ew bi miriyan re xeber didin, bi eslê xwe bi cinan re xeber didin. Cin dikarin wisa bikin ku tu dibêjî qey ew bi dengê kesê mirî xeber didin. Yehowa baş dizane ku cin wê zerarê bidin me. Ji ber vê yekê, Yehowa me hişyar dike ku em bi miriyan neşêwirin (5. Mûsa 18:10-12 bixwîne). Eger em fehm bikin ku rastiya li ser halê miriyan çi ye, ev yek wê me ji tesîra cinan biparêze.
-