KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Ji Tiştên Nivîsî ji Xwe re Dersan Bigire
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Adar
    • 12 Di Kitêba Pîroz de nayê gotin ku dilê Hîzkiya çima qure bû. Gelo seba ku wî li ser Asûrê zafer girt an seba ku wî bi mucîzeyeke Xwedê şîfa dît? An jî seba ku “zehf serwet û mezintiya Hîzkiya hebû”? Em cewaba van pirsan nizanin, lê em dizanin ku seba quretiya xwe, Hîzkiya ji bo kerema ku wî ji aliyê Xwedê ve dîtibû şikur nekir. Çi heyf e! Belê, wî her çi qas bi temamiya dilê xwe ji Xwedê re xizmet dikir jî, wî carekê dilê Yehowa êşand. Lê wext derbas bû û Hîzkiya “xwe nizm kir”, û ji bo vê, Xwedê ji Hîzkiya û xelkê wî re bi hêrs neket (2. Dîr. 32:25-27; Zeb. 138:6).

  • Ji Tiştên Nivîsî ji Xwe re Dersan Bigire
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Adar
    • 14 Çaxa mirov pesnê me didin, wê baş be eger em van gotinên Îsa bînin bîra xwe: “Çaxê we hemû tiştên ku li we hatine emirkirin anîn cih, bêjin: ‘Em xulamên bêkêr in; me ew karê ku li ser me deyn bû, kir’” (Lûqa 17:10). Dîsa, em dikarin ji şaşiya Hîzkiya dersekê bistînin. Quretiya wî ji vê yekê xuya bû ku wî ji bo kerema ku wî ji aliyê Xwedê ve dîtibû şikur nekir. Loma gerek em her tim bînin bîra xwe ku Xwedê ji bo me çi kiriye. Ev yek wê alî me bike ku em qure nebin, çimkî Yehowa ji quretiyê nefret dike. Gerek em her dem şikur bidin Yehowa ji bo alîkariya wî, çimkî bê Kitêba Pîroz û ruhê pîroz, meyê nikaribûya serkeftî bibûna.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne