-
Em Çawa Dikarin li ber Çavê Xwedê Paqij Bin?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
2. Ji bo ku em paqij bin, gerek em xwe ji çi dûr bigirin?
Kitêba Pîroz dilê me xurt dike ku “em xwe ji her cûreyê murdariya ruh û bedenê paqij bikin” (2. Korîntî 7:1). Yanî, gerek em xwe dûrî her tiştê ku dikare zerarê bide bedena me yan hişê me bigirin. Em dixwazin bi fikrên xwe dilê Yehowa xweş bikin, loma em xîret dikin ku fikir û ramanên xerab nekevin hişê me (Zebûr 104:34). Gerek xeberdana me jî paqij be (Kolosî 3:8 bixwîne).
Wekî din, em çawa dikarin ji aliyê beden û exlaqî ve paqij bimînin? Hin tişt dikarin zerarê bidin bedena me. Loma, em tiştên wek titûn, madeyên hişbir û narkotîkên ji bo kêfê bi kar naynin. Eger em xwe ji van tiştan dûr bigirin, emê saxî û selametiya xwe biparêzin û qîmetê bidin jiyanê. Û ji bo ku em ji aliyê exlaqî ve paqij bin, gerek em li pornografiyê nenêrin û masturbasyonê nekin, yanî bi endamên xwe yên cinsî nelîzin (Zebûr 119:37; Efesî 5:5). Eger ji bo me zehmet be jî, Yehowa dikare alî me bike ku em dev ji van adetên xerab berdin (Îşaya 41:13 bixwîne).
-
-
Em Çawa Dikarin li ber Çavê Xwedê Paqij Bin?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
5. Li hemberî fikrên pîs û adetên xerab bisekine
Kolosî 3:5 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Em ji ku dizanin ku di çavê Yehowa de pornografî, şandina sûret û nivîsên cinsî û masturbasyon pîs in?
Yehowa dixwaze ku em ji aliyê exlaqî ve paqij bin. Tu çi dibêjî, gelo ev daxwaza wî maqûl e?
Em çawa dikarin li hemberî fikrên pîs bisekinin? VÎDEOYÊ vêxe.
Ji bo ku em ji aliyê exlaqî ve paqij bimînin, gerek em bi lez û bez hereket bikin. Bala xwe bide van gotinên Îsa Mesîh. Meta 5:29, 30 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Bi van gotinan, Îsa Mesîh nedixwest bigota ku gerek em zerarê bidin bedena xwe, lê wî dixwest zelal bikira ku gerek em bi lez û bez hereket bikin. Gelo em dikarin li hemberî fikrên pîs çi bikin?b
Eger tu xîret dikî ku ji fikrên pîs xelas bibî, Yehowa gelek qîmetê dide keda te. Zebûr 103:13, 14 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Ev ayet çawa alî te dikin ku tu li hemberî adetên xerab bisekinî?
Rêya serkeftinê xîret e!
Belkî kesek bifikire, “Min dîsa dest bi wê adeta xerab kir. Çi bikim nekim, nikarim jê xelas bibim.” Ka li ser vê mîsalê bifikire: Eger sporvanek di bazdanê de biterpile û bikeve, ev nayê maneya ku ew bi ser neketiye yan ku gerek ew ji nû ve dest pê bike. Bi eynî awayî, eger tu dîsa dest bavêjî adeteke xerab, ev nayê maneya ku tu têk çûyî. Ked û xîreta ku te daye jî boş û vala nîne. Însan bi ketin û rabûnê mezin dibe. Teslîm nebe! Bi alîkariya Yehowa, tu dikarî dev ji adetên xerab berdî.
-