KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Bi Qedir û Qîmeta Jiyanê Bizane
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 2. Em çawa dikarin ji Yehowa re nîşan bidin ku em ji bo jiyanê şikurdar in?

      Ji roja ku jiyana me di zikê dayikê de çêbûye û heta îro ve, Yehowa bi me eleqedar bûye. Bi îlhama Xwedê, Dawid Padîşah wisa gotibû: “Hê di malzaroka dê de çavên te ez dîtim” (Zebûr 139:16). Belê, jiyana her kesî û jiyana te jî di çavê Yehowa de pir bi qedir û qîmet e (Meta 10:29-31 bixwîne). Eger însanek jiyana xwe yan ya kesekî din bi qesdî bi dawî bike, ewê dilê Yehowa pir biêşînea (2. Mûsa 20:13). Wekî din, eger em jiyana xwe bêsebeb bixin talûkeyê yan eger em jiyana kesên din ji qezayan neparêzin, wê çaxê Yehowa wê pir xemgîn bibe. Gava ku em hay ji jiyana xwe hebin û qedir û qîmetê bidin jiyana kesên din jî, emê nîşan bidin ku em ji bo jiyanê şikurdar in.

  • Bi Qedir û Qîmeta Jiyanê Bizane
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • a Yehowa li ser kesên dilşikestî gelek xeman dixwe (Zebûr 34:18). Dilşikestîbûn dikare bibe sebeb ku kesek bixwaze xwe bikuje. Yehowa ji êşa dilê wan fehm dike û dixwaze alî wan bike. Bala xwe bide meqaleya bi navê “Ez Dixwazim Bimirim – Gelo Kitêba Pîroz Dikare Alî Min Bike ku Ez ji vê Fikrê Xelas Bibim?” Ev meqale li bin qismê Zêdetir Hîn Bibe derbas dibe.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne