KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Yehowa ji bo Me Jiyaneke Çawa Dixwaze?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Ders 25. Erd ji ezmanan wisa xuya dike.

      DERS 25

      Yehowa ji bo Me Jiyaneke Çawa Dixwaze?

      Kitêba Pîroz dibêje ku emrê însanan kin e, û kul û derdên wan pir in (Eyûb 14:1). Ma xwestina Xwedê ya ji bo me bi rastî ev e? Eger na, gelo Xwedê ji bo me jiyaneke çawa dixwaze? Gelo ewê rojekê bigihîje mexseda xwe ya ji bo me? Ka em binêrin Kitêba Pîroz cewabeke çi qas xweş dide me.

      1. Yehowa ji bo me jiyaneke çawa dixwaze?

      Yehowa dixwaze ku jiyana me pir xweş be. Gava ku wî însanên pêşîn yanî Adem û Hewa xuliqandin, wî ew xistibûn ceneteke bedew a bi navê baxçeyê Adenê. Paşê, Xwedê ew pîroz û bi bereket kirin û ji wan re got: “Zêde û berdar bin, erdê dagirin û bixin bin serweriya xwe” (1. Mûsa 1:28, Mizgînî). Yehowa dixwest ku ew zarokan çêkin, temamiya dinyayê bikin cenet û heywanan xwedî bikin. Mexseda wî ya ji bo hemû însanan ev bû ku siheta wan bêqisûr be û ew heta bi hetayê bijîn.

      Erê rast e, îro rewşa jiyanê qet ne wisa ye,a lê Xwedê hê jî dixwaze bigihîje vê mexseda xwe (Îşaya 46:10, 11). Yehowa dixwaze ku jiyana însanên ku guh didinê heta bi hetayê pir xweş û bêqisûr be (Peyxam 21:3, 4 bixwîne).

      2. Em çawa dikarin îro jiyaneke xweş û bimane derbas bikin?

      Yehowa em wisa çêkirine ku em hewceyî rêberiya wî ne. Yanî, em dixwazin wî nas bikin û ji wî re îbadetê bikin. Ji vê xwestinê re hewcedariyên ruhî tê gotin (Meta 4:4; 5:4-6 bixwîne). Yehowa pir dixwaze ku em bibin dostên wî û “di hemû rêyên wî de” bimeşin. Ew dixwaze ku em ji wî hez bikin “û bi hemû dil û canê xwe” jê re xizmetê bikin (5. Mûsa 10:12; Methelokên Silêman 3:32). Eger em wisa bikin û kul û derdên me hebin jî, em dîsa jî dikarin şa bin. Erê, îbadeta ji Yehowa re jiyana me pir xweş û bimane dike.

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Ji ber ku Yehowa ji me pir hez dike, wî dinya ji bo me kiriye cih û warekî pir xweş. Gelo ew ji bo me jiyaneke çawa dixwaze?

      Adem û Hewa li baxçeyê Adenê, yê ku tije nebat û heywan e, mêze dikin.

      3. Yehowa dixwaze ku jiyana me pir xweş be

      VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Çima Xwedê Erd Xuliqandiye? (Bi Qismî) (1:41)

      • Yehowa çima dinya ew qas xweş çêkiriye?

      Waiz 3:11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Yehowa ji bo me jiyaneke çawa dixwaze?

      4. Mexseda Yehowa ya ji bo me nehatiye guhertin

      Zebûr 37:11, 29 û Îşaya 55:11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Em ji ku dizanin ku mexseda Yehowa ya ji bo me nehatiye guhertin?

      A. Xaniyekî bêxwedî. Baniyê wî ketiye, pencere şikestî ne û hewşa wî hatiye lewitandin. B. Eynî xanî hatiye tamîrkirin, ew niha pir xweş hatiye xemilandin.

      Xaniyekî ku li ber xerakirinê ye, dikare dîsa bê avakirin. Halê dinyayê jî wisa ye. Însanan ew xera kiriye, lê Yehowa wê dinyayê dîsa bike cenet û bide kesên ku ji wî hez dikin

      5. Îbadeta ji Yehowa re xweşiyê dixe dilê me

      Gava ku em fehm bikin ku Yehowa em çima xuliqandine, dilxweşî wê bikeve dilê me. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Min Fehm Kir ku Maneya Jiyanê Çi ye (5:03)

      • Gava Terumiyê fehm kir ku maneya jiyanê çi ye, vê yekê li ser wê çawa tesîr kir?

      Waiz 12:13 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Yehowa ji bo me gelek tişt kirine. Em çawa dikarin şikurdariya xwe ji wî re nîşan bidin?

      BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Madem ku mirin emrê Xwedê ye, ma jiyana li vê dinyayê ne pûç û vala ye?”

      • Teyê çi cewab bidaya?

      BI ÇEND GOTINAN

      Yehowa dixwaze ku em heta bi hetayê li ser rûyê erdê bijîn û ji jiyaneke bêqisûr kêfê bistînin. Eger em bi hemû dilê xwe ji wî re îbadetê bikin, îro jî jiyana me wê pir xweş û bimane be.

      Tu çi elimî?

      • Yehowa dixwest ku jiyana Adem û Hewayê çawa bûya?

      • Em ji ku dizanin ku mexseda Yehowa ya ji bo me qet nehatiye guhertin?

      • Em çawa dikarin jiyana xwe xweş û bimane bikin?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Gelo ceneta bi navê baxçeyê Adenê bi rastî hebû?

      “Baxçeyê Adenê – Çîrok yan Heqîqet?” (Birca Çavdêriyê, 1 Çile 2011)

      Em ji ku dizanin ku ev dinya wê qet tune nebe?

      “Gelo Ev Dinya wê Rojekê Tune Bibe?” (Meqaleya Înternetê)

      Kitêba Pîroz dibêje ku em çawa dikarin maneya jiyanê nas bikin.

      “Armanca Jiyanê Çi ye?” (Meqaleya Înternetê)

      Zilamekî her tişt bi dest xistibû, lê dîsa jî wî ferq kir ku di jiyana wî de tiştek kêm e.

      Min Mexseda Jiyana Xwe Dît (3:55)

      a Di dersa 26an de, emê bibînin ku sebeba vê yekê çi ye.

  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 2. Kî bi Îsa Mesîh re hukim dajo?

      Îsa Mesîh ne bi tena serê xwe hukim dajo. Însanên “ji her bavikî, ji her zimanî, ji her gel û ji her miletî … ewê li ser dinyayê padîşahiyê bikin” (Peyxam 5:9, 10). Gelo çend kes wê bi Îsa Mesîh re hukim bajon? Ji wexta ku Îsa Mesîh hatibû ser rûyê erdê û vir ve, bi milyonan însan li ser rêya wî dimeşin. Lê tenê 144.000 însan diçin ezmên ku bi Îsa Mesîh re hukim bajon (Peyxam 14:1-4 bixwîne). Hemû însanên din wê wek welatiyên Padîşahiya Xwedê li ser rûyê erdê bijîn (Zebûr 37:29).

  • Padîşahiya Xwedê wê Çi Bike?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Padîşahiya Xwedê wê Çi Bike?

      Padîşahiya Xwedê êdî hukim dajo. Di wexteke nêzîk de, Padîşahiya Xwedê wê halê dinyayê bi temamî biguherîne. Rojên xweş û geş li benda me ne! Ka em binêrin ku Padîşahiya Xwedê wê ji bo me çi bike.

      1. Padîşahiya Xwedê wê çawa aştî û edaletê li dinyayê çêke?

      Îsa Mesîh wê hemû însanên xerab û hukûmetên dinyayê di şerê Harmegedonê de tune bike (Peyxam 16:14, 16). Wê çaxê, ev soza Xwedê wê bê cih: “Di nêz de wê dawiya yê xerab bê” (Zebûr 37:10). Ji ber ku Îsa Mesîh Padîşahê Padîşahiya Xwedê ye, ewê aştî û edaletê bîne dinyayê (Îşaya 11:4 bixwîne).

      2. Gava ku daxwaza Xwedê li ser rûyê erdê bê cih, jiyan wê çawa be?

      Di bin hukmê Padîşahiya Xwedê de, “kesên rast wê rûyê erdê, bi mîrasî bistînin û her û her li ser bijîn” (Zebûr 37:29, Wergera Weşanên Do). Xeyal bike ku jiyana me wê çi qas xweş be! Tenê kesên rast wê li dinyayê hebin. Ewê ji Yehowa û ji hevdû hez bikin. Tu kes wê nexweş nekeve, û her kes wê heta bi hetayê bijî.

      3. Piştî tunekirina însanên xerab, Padîşahiya Xwedê wê çi bike?

      Piştî tunekirina însanên xerab, Padîşahê me, Îsa Mesîh, wê ji bo 1.000 salî hukim bajo. Di wê wextê de, Îsa Mesîh û 144.000 hevhukimdarên wî wê alî însanan bikin ku ew gav bi gav bigihîjin bêqisûriyê. Di dawiya 1.000 salî de, temamiya dinyayê wê bibe ceneteke bedew. Hemû însan wê bextewar bin, çimkî ewê guh bidin Yehowa Xwedê. Dû re, Îsa Mesîh wê hukimdariyê teslîmî destê Bavê xwe Yehowa bike. Hingê, navê Yehowa Xwedê wê bi temamî bê pîrozkirin (Meta 6:9, 10). Ev yek jî wê bê îsbatkirin: Yehowa Hukimdarê herî baş e, ew bi rastî xema xizmetkarên xwe dixwe. Paşê, Yehowa wê Şeytan, cinan û hemû kesên ku li hemberî hukimdariya wî serî radikin, helak bike (Peyxam 20:7-10). Û ev halê pir xweş wê heta bi hetayê dewam bike.

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Çima em dikarin bawer bikin ku Yehowa Xwedê wê bi destê Padîşahiya xwe hemû sozên xwe bîne cih?

      4. Padîşahiya Xwedê wê hukûmetên dinyayê tune bike

      “Serweriya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara wî ye” (Waiz 8:9). Lê Yehowa wê bi destê Padîşahiya xwe vê neheqiyê bi dawî bike.

      Danîêl 2:44 û 2. Selanîkî 1:6-8 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Yehowa Xwedê û Kurê wî, Îsa Mesîh, wê çi bînin serê hukûmetên însanan û alîgirên wan?

      • Heta niha, tu li ser Yehowa û Îsa Mesîh hînî gelek tiştan bûyî. Tu çima dikarî bawer bî ku ewê bi awayekî adil hereket bikin?

      Îsa Mesîh wek Padîşahê ezmanî li ser rûyê erdê hukim dajo.

      5. Îsa Mesîh Padîşahê herî baş e

      Padîşahê me, Îsa Mesîh, wê ji bo xêra însanan gelek tiştên baş bike. Ew hem dixwaze û hem jî qudreta wî heye ku alî însanan bike, çimkî Yehowa Xwedê çavkaniya qudreta wî ye. VÎDEOYÊ vêxe û bibîne ku Îsa Mesîh ev yek çawa nîşan daye.

      VÎDEO: Îsa Mesîh Nîşan Da ku Padîşahiya Xwedê wê Çi Bike (1:13)

      Wexta ku Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî nîşan da ku ewê di pêşerojê de çi bike. Ji nav van xêr û bereketan, kêfa te herî zêde ji kîjanê re tê? Van ayetan bixwîne û li ser wan bifikire:

      WEXTA KU ÎSA MESÎH LI DINYAYÊ BÛ, …

      JI EZMANAN, ÎSA MESÎH WÊ …

      • wî hêza tebîetê kontrol dikir (Marqos 4:36-41).

      • hemû problemên tebîetê safî bike (Îşaya 35:1, 2).

      • wî bi mucîzeyekê bi hezaran kes têr kiribûn (Meta 14:17-21).

      • xela û birçîtiyê tune bike (Zebûr 72:16).

      • wî gelek kesên nexweş qenc dikirin (Lûqa 18:35-43).

      • siheta bêqisûr bide her kesî (Îşaya 33:24).

      • wî kesên mirî vegerandin jiyanê (Lûqa 8:49-55).

      • miriyan rake û mirinê tune bike (Peyxam 21:3, 4).

      6. Rojên xweş û geş li benda me ne

      Yehowa dixwaze ku însan heta bi hetayê di ceneta li ser rûyê erdê de bijîn. Ewê bi destê Padîşahiya xwe vê mexseda xwe ya eslî bîne cih. VÎDEOYÊ vêxe û bibîne ku Yehowa wê bi destê Kurê xwe, Îsa Mesîh, çi bike.

      VÎDEO: Rojên Xweş li Benda Me ne (4:38)

      Zebûr 145:16 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Fikra ku Yehowa wê daxwaza hemû mexlûqatên xwe bîne cih, li ser te çawa tesîr dike?

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Eger hemû însan nebin yek, emê herin yek bi yek.”

      • Hukûmetên dinyayê nikarin kîjan probleman çareser bikin? Lê Padîşahiya Xwedê wê problemên dinyayê çawa çareser bike?

      BI ÇEND GOTINAN

      Padîşahiya Xwedê wê hemû hedefên xwe bîne cih. Ewê tevahiya dinyayê bike cenet. Însanên baş wê li ser rûyê erdê bijîn. Ewê heta bi hetayê ji Yehowa re îbadetê bikin.

      Tu çi elimî?

      • Padîşahiya Xwedê wê navê Yehowa çawa pîroz bike?

      • Em çima dikarin bawer bikin ku Padîşahiya Xwedê wê hemû sozên Xwedê bîne cih?

      • Ji nav xêr û bereketên Padîşahiya Xwedê, dilê te dixwaze kîjanê bibîne?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Harmegedon çi ye?

      “Şerê Harmegedonê Çi ye?” (Meqaleya Înternetê)

      Çi wê di tengasiya mezin de biqewime? (Meta 24:21)

      “‘Tengasiya Mezin’ Çi ye?” (Meqaleya Înternetê)

      Dê û bav û zarok xeyal dikin ku ew di cenetê de dijîn.

      Xwe di Cenetê de Xeyal Bike (1:50)

      Serhildêrekî siyasî çawa cewabên pirsên xwe dîtine? Bala xwe bide meqaleya bi navê “Gelek Pirs û Meseleyan Hişê Min Xwaribû.”

      “Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” (Birca Çavdêriyê, 1 Çile 2012)

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne