KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Bi Alîkariya Duayê Nêzîkî Xwedê Bibe
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Bi Alîkariya Duayê Nêzîkî Xwedê Bibe

      Ji bo ku tu derdên xwe safî bikî, ma tu qet hewceyî şêwir, şîret û teseliyê bûyî? Gelo tu li cewabên pirsên xwe yên muhîm digerî? Gelo tu dixwazî kul û derdên xwe ji kesekî re bibêjî û dilê xwe rihet bikî? Gelo tu dixwazî nêzîkî Yehowa bibî? Di van hal û rewşan de, dua dikare alî te bike. Lê gerek em çawa dua bikin? Gelo Xwedê hemû duayan qebûl dike? Ji bo ku Xwedê duaya te qebûl bike, gerek tu çi bikî? Ka em binêrin Kitêba Pîroz çi dibêje.

      1. Gerek em ji kê re dua bikin, û ji bo çi dua bikin?

      Pêxemberên wek Nûh, Birahîm, Mûsa û Dawid ji Yehowa Xwedê re dua dikir. Mesela, Dawid pêxember wisa dua kir: “Duaya min bibihîze, ya Xudan” (Zebûr 143:1). Gava ku em ji Yehowa re dua dikin, em dostaniya xwe ya bi wî re xurt dikin.

      Em dikarin hema ji bo her tiştî dua bikin. Ji bo ku Xwedê duaya me qebûl bike, gerek em tim li gor xwestina wî dua bikin. “Çaxê em tiştekî li gor daxwaza wî bixwazin, ew guhê xwe dide me” (1. Yûhena 5:14). Îsa Mesîh gotibû ku em dikarin ji bo çi dua bikin (Meta 6:9-13 bixwîne). Mesela, em dikarin ji bo derd û xemên xwe dua bikin. Wekî din, gerek em ji Xwedê re şikur bikin û jê bixwazin ku ew alî kesên din jî bike.

      2. Gerek em çawa dua bikin?

      Kitêba Pîroz ji me re dibêje: “Dilê xwe li ber wî [Xwedê] vekin” (Zebûr 62:8, Wergera Weşanên Do). Yanî gerek em ji dil dua bikin. Em dikarin bi deng yan jî bê deng di dilê xwe de dua bikin. Ne şert e ku em li ser piyan bisekinin, rûnin yan jî herin ser çokan. A herî muhîm ev e ku em di duaya xwe de qedrê Xwedê bigirin. Em kengê û li ku derê bixwazin, em dikarin dua bikin.

      3. Xwedê çawa cewaba duayên me dide?

      Yehowa vê yekê bi gelek awayan dike. Mesela, bi destê Peyva xwe, yanî Kitêba Pîroz. Xwendina Kitêba Pîroz “şehrezayiyê [hîkmetê] dide mirovê nezan” (Zebûr 19:7, Wergera Weşanên Do; Aqûb 1:5 bixwîne). Gava ku em rastî zor û zehmetiyan tên, Xwedê dikare hiş û dilê me rihet bike. Û ew dikare bi destê xizmetkarên xwe jî alîkariya me bike.

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Ji bo ku Xwedê ji duaya te razî be, gerek tu çawa dua bikî? Û dua çawa dikare alîkariya te bike?

      4. Xwedê dixwaze ku em çawa dua bikin?

      Em ji ku dizanin ku Xwedê duayên me qebûl dike yan na? VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Gelo Xwedê Hemû Duayan Dibihîze? (Bi Qismî) (2:42)

      Yehowa dixwaze ku em jê re dua bikin. Zebûr 65:2 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Bi dîtina te, gelo Xwedê dixwaze ku tu jê re dua bikî? Tu çima wisa dibêjî?

      Ji bo ku Xwedê guh bide duayên me, gerek em xîret bikin ku li gor gotinên wî bijîn. Mîka 3:4 û 1. Petrûs 3:12 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Ji bo ku Yehowa guh bide duayên me, gerek em çi bikin?

      Di dema şer de, her du alî ji bo serketinê dua dikin. Gelo Xwedê duayên wisa qebûl dike?

      5. Gerek em ji dil dua bikin

      Hin mirov elimîne ku gerek ew tim û tim eynî duayan bibêjin, yan jî bi zimanekî ku ew fehm nakin, duayan bixwînin. Gelo Xwedê dixwaze ku em bi vî awayî jê re dua bikin? Meta 6:7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Ji bo ku em di duayên xwe de tim û tim eynî gotinan nebêjin, gerek em çi bikin?

      Her roj bifikire ku tu dikarî ji bo kîjan bereketan ji Xwedê re şikur bikî. Eger tu di heftiyekê de her roj wisa bikî, tuyê ji bo gelek tiştên cuda dua bikî û tim û tim eynî gotinan nebêjî.

      Lawikek bi dê û bavê xwe re xeber dide.

      Bavekî baş dixwaze ku zarokê wî dilê xwe jê re veke. Bi eynî awayî, Yehowa jî dixwaze ku em jê re dua bikin û dilê xwe jê re vekin

      6. Dua xelateke ji Xwedê ye

      Di rojên xweş û di rojên reş de, dua çawa dikare dilê me xurt bike? VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Dua Alî Me Dike ku Em Sebir Bikin (1:32)

      Kitêba Pîroz soz dide ku dua dikare hiş û dilê me rihet bike. Filîpî 4:6, 7 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Rast e, bi saya duayê carinan kul û derdên me safî nabin. Lê dîsa jî, dua çawa alî me dike?

      • Tu dixwazî di duayên xwe de ji Xwedê re çi bibêjî?

      Hêjayî gotinê ye

      Gotina “Amîn” tê maneya “Bila wisa be.” Ji rojên Kitêba Pîroz ve, di dawiya duayan de “Amîn” tê gotin (1. Dîrokan 16:36).

      7. Ji bo duayê wexta xwe veqetîne

      Carinan em ew qas zêde mijûl in ku em ji bîr dikin dua bikin. Ji bo Îsa Mesîh dua çi qas muhîm bû? Meta 14:23 û Marqos 1:35 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Ji bo ku Îsa Mesîh wexta xwe ji bo duayê veqetîne, wî çi dikir?

      • Tu kengê ji bo duayê wexta xwe vediqetînî?

      Albûm: Jinikek di rojê de gelek caran dua dike. 1. Sibehê zû. 2. Bi zarokên xwe re. 3. Li ser karê xwe. 4. Berî xwarinê.

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Dua bi tenê tiştek e ku însan xwe pê rihet dike.”

      • Teyê çi bigota?

      BI ÇEND GOTINAN

      Duayên ji dil alî me dikin ku em nêzîkî Xwedê bibin. Duayên ji dil hiş û dilê me rihet dikin û hêz û qewetê didin me ku em dilê Xwedê xweş bikin.

      Tu çi elimî?

      • Gerek em ji kê re dua bikin?

      • Gerek em çawa dua bikin?

      • Dua çawa alî me dike?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Cewabên pirsên li ser duayê bistîne.

      “Cewabên Heft Pirsên li ser Duayê” (Birca Çavdêriyê, 1 Cotmeh 2010)

      Çima muhîm e ku em dua bikin? Gerek em çawa dua bikin?

      “Çima Girîng e ku Ez Dua Bikim?” (Meqaleya Înternetê)

      Li gor Kitêba Pîroz, gerek em ji kê re dua bikin?

      “Ma Em Dikarin ji Kesên Muqedes re Dua Bikin?” (Meqaleya Înternetê)

      Gelo muhîm e ku em kengê û li ku derê dua bikin? Ka li vê vîdeoyê mêze bike.

      Tim Dua Bike (1:22)

  • Dostaniya Xwe ya bi Yehowa re Tim Xurt Bike
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 4. Bi dostê xweyî herî baş re tim xeber bide û guh bide wî

      Bi saya dua û lêkolîna Kitêba Pîroz, tu bûyî dostê Yehowa. Eger tu van adetên baş dewam bikî, tuyê dostaniya xwe ya bi wî re bi pêş bixî.

      Zebûr 62:8 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Ji bo ku dostaniya te ya bi Yehowa re xurttir bibe, tu çawa dikarî bi awayekî baştir dua bikî?

      Zebûr 1:2 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Ji bo ku dostaniya te ya bi Yehowa re xurttir bibe, tu çawa dikarî ji xwendina Kitêba Pîroz zêdetir feydeyê bistînî?

      Tu çawa dikarî ji lêkolîna şexsî zêdetir feydeyê bibînî? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Lêkolîna Şexsî Baştir Bike (5:22)

      • Ji vê vîdeoyê, tu dixwazî kîjan tewsiyeyan di lêkolîna şexsî de biceribînî?

      • Gelo tu dixwazî li ser kîjan meseleyan lêkolînê bikî?

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne