-
Tirsa Xwedê ji bo Feydeya Me yeBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2023 | Hezîran
-
-
6. Emê niha li ser kîjan du pîrekên mecazî sohbet bikin?
6 Niha, emê bala xwe bidin beşa 9an a kitêba Methelokên Silêman. Di vê beşê de, hîkmet û bêaqilî tên şibandin du pîrekan (li Romayî 5:14 jî binêre; Galatî 4:24). Gava em vê beşê bixwînin, ji bîr neke ku dinyaya Îblîs bi bêexlaqiya cinsî û pornografiyê ve tije ye (Efesî 4:19). Loma, ya esas ew e ku em tirsa Xwedê di dilê xwe de bi dewamî ava bikin û berê xwe ji tiştên xerab bizivirînin (Methelokên Silêman 16:6). Em gişt dikarin ji şîretên di vê beşê de gelek tiştan hîn bibin. Her du pîrek jî kesên “hişsivik” dawetî mala xwe dikin û bang dikin: “Werin, ji xwarinên min bixwin!” (Methelokên Silêman 9:1, 5, 6, 13, 16, 17). Gelo netîce bû çi?
-
-
Tirsa Xwedê ji bo Feydeya Me yeBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2023 | Hezîran
-
-
Qebûlkirina teklîfa “pîreka bêaqil” dikare bibe sebebê zerarên mezin (Li paragrafa 7an binêre)
7. Li gor Methelokên Silêman 9:13-18, çi wê bê serê kesên ku teklîfa “pîreka bêaqil” qebûl dikin? (Li resim jî binêre.)
7 Ka bala xwe bide teklîfa “pîreka bêaqil” (Methelokên Silêman 9:13-18 bixwîne). Ew bê şerm û bê fedî bang dike: “Kî hişsivik be, bila were vir!” Paşê çi hat serê mêvanan? “Yên dikevin mala wê, nizanin ku diçin mirinê.” Di beşa 2yan de jî mîsala pîrekekê heye. Li wê derê tembîh li me tê kirin ku bila em ji “pîreka bêwefa” û “bêexlaq” dûr bisekinin. Di heqê wê de wisa tê gotin: “Mala wê pîreka mirovan dibe mirinê” (Methelokên Silêman 2:11-19). Wekî din, Methelokên Silêman 5:3-10 di heqê “pîreka ku zinê dike” de dibêje ku “lingên wê diçin mirinê.”
8. Gerek em qerara çi bidin?
8 Kesên ku teklîfa “pîreka bêaqil” dibihîzin, dikarin vê teklîfê yan qebûl bikin yan red bikin. Belkî gerek em jî qerareke wisa bidin. Eger em di înternetê de yan li cihên din rastî bêexlaqiya cinsî yan pornografiyê bên, emê çi bikin?
-