KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Tirsa Xwedê ji bo Feydeya Me ye
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2023 | Hezîran
    • 6. Emê niha li ser kîjan du pîrekên mecazî sohbet bikin?

      6 Niha, emê bala xwe bidin beşa 9an a kitêba Methelokên Silêman. Di vê beşê de, hîkmet û bêaqilî tên şibandin du pîrekan (li Romayî 5:14 jî binêre; Galatî 4:24). Gava em vê beşê bixwînin, ji bîr neke ku dinyaya Îblîs bi bêexlaqiya cinsî û pornografiyê ve tije ye (Efesî 4:19). Loma, ya esas ew e ku em tirsa Xwedê di dilê xwe de bi dewamî ava bikin û berê xwe ji tiştên xerab bizivirînin (Methelokên Silêman 16:6). Em gişt dikarin ji şîretên di vê beşê de gelek tiştan hîn bibin. Her du pîrek jî kesên “hişsivik” dawetî mala xwe dikin û bang dikin: “Werin, ji xwarinên min bixwin!” (Methelokên Silêman 9:1, 5, 6, 13, 16, 17). Gelo netîce bû çi?

  • Tirsa Xwedê ji bo Feydeya Me ye
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2023 | Hezîran
    • Di dema berê de, fahîşeyek li ber deriyê malê disekine û zilamekî dawetî mala xwe dike.

      Qebûlkirina teklîfa “pîreka bêaqil” dikare bibe sebebê zerarên mezin (Li paragrafa 7an binêre)

      7. Li gor Methelokên Silêman 9:13-18, çi wê bê serê kesên ku teklîfa “pîreka bêaqil” qebûl dikin? (Li resim jî binêre.)

      7 Ka bala xwe bide teklîfa “pîreka bêaqil” (Methelokên Silêman 9:13-18 bixwîne). Ew bê şerm û bê fedî bang dike: “Kî hişsivik be, bila were vir!” Paşê çi hat serê mêvanan? “Yên dikevin mala wê, nizanin ku diçin mirinê.” Di beşa 2yan de jî mîsala pîrekekê heye. Li wê derê tembîh li me tê kirin ku bila em ji “pîreka bêwefa” û “bêexlaq” dûr bisekinin. Di heqê wê de wisa tê gotin: “Mala wê pîreka mirovan dibe mirinê” (Methelokên Silêman 2:11-19). Wekî din, Methelokên Silêman 5:3-10 di heqê “pîreka ku zinê dike” de dibêje ku “lingên wê diçin mirinê.”

  • Tirsa Xwedê ji bo Feydeya Me ye
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2023 | Hezîran
    • 9-10. Çima gerek em bêexlaqiya cinsî nekin?

      9 Ji ber gelek sebebên muhîm, gerek em bêexlaqiya cinsî nekin. “Pîreka bêaqil” dibêje: ‘Ava diziyê şîrîn e!’ Gelo “ava diziyê” çi ye? Kitêba Pîroz eleqeya cinsî ya di navbera jin û mêrekî zewicî de dişibîne ava sar, a ku di rojeke germ de dilê mirov xweş dike (Methelokên Silêman 5:15-18). Jin û mêrê ku bi hev re zewicî ne dikarin bi hev şa bibin. Lê belê, “ava diziyê” pir cuda ye. Ev gotin balê dikişîne ser bêexlaqiya cinsî, ya ku Xwedê qedexe dike. Kesên ku bêexlaqiya cinsî dikin vê yekê bi dizîka dikin. Gava ew difikirin ku tu kes wê wan negire û ewê bêceza bimînin, wê çaxê “ava diziyê” li ber dilê wan pir şîrîn dibe. Çi eybeke mezin! Ew dikarin xwe bixapînin, lê nikarin Yehowa bixapînin, çimkî Yehowa her tiştî dibîne. Kesê ku dostaniya xwe ya bi Xwedê re winda dike, her tiştê xwe winda dike. Ji vê yekê tiştekî tehltir tune ye û qet ne şîrîn e (1. Korîntî 6:9, 10). Lê zerarên din jî hene.

      10 Bêexlaqiya cinsî dikare bibe sebebê şermeke giran, hîsên bêqîmetbûnê, ducanîbûna nexwestî û xerakirina malbatan. Loma, a bixêr ew e ku mirov teklîfa “pîreka bêaqil” red bike û neçe mala wê. Bêexlaqiya cinsî dikare yekî ji aliyê ruhî ve bikuje û bi ser de jî bibe sebebê mirina herfî (Methelokên Silêman 7:23, 26). Methelokên Silêman 9:18 dibêje: “Yên dibin mêvanê wê, nizanin ku dadikevin binê qebrê.” Madem ku wisa ye, çima gelek kes dikevin vê faqê? (Methelokên Silêman 9:13-18).

  • Tirsa Xwedê ji bo Feydeya Me ye
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2023 | Hezîran
    • Jinikeke Îsraêlî jin û mêrekî li mala xwe dike mêvan. Sifre bi xwarinên tehmxweş ve tije ye.

      Qebûlkirina teklîfa hîkmeta rastîn me ber bi jiyana herheyî ve dibe (Li paragrafên 17 û 18an binêre)

      17-18. Hemû kesên ku diçin mala hîkmeta rastîn çi bereketan distînin? (Li resim jî binêre.)

      17 Bi destê van du mîsalan, Yehowa rêya dilxweşiyê nîşanî me dide. Yên ku teklîfa “pîreka bêaqil” qebûl dikin difikirin ku gunehkirina bi dizî tiştekî şîrîn e. Ew bala xwe didin zewqên îro û nafikirin ku sibê çi wê bê serê wan. Rêya wan di “binê qebrê” de diqede (Methelokên Silêman 9:13, 17, 18).

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne