KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Tirsa Xwedê ji bo Feydeya Me ye
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2023 | Hezîran
    • Di dema berê de, fahîşeyek li ber deriyê malê disekine û zilamekî dawetî mala xwe dike.

      Qebûlkirina teklîfa “pîreka bêaqil” dikare bibe sebebê zerarên mezin (Li paragrafa 7an binêre)

      7. Li gor Methelokên Silêman 9:13-18, çi wê bê serê kesên ku teklîfa “pîreka bêaqil” qebûl dikin? (Li resim jî binêre.)

      7 Ka bala xwe bide teklîfa “pîreka bêaqil” (Methelokên Silêman 9:13-18 bixwîne). Ew bê şerm û bê fedî bang dike: “Kî hişsivik be, bila were vir!” Paşê çi hat serê mêvanan? “Yên dikevin mala wê, nizanin ku diçin mirinê.” Di beşa 2yan de jî mîsala pîrekekê heye. Li wê derê tembîh li me tê kirin ku bila em ji “pîreka bêwefa” û “bêexlaq” dûr bisekinin. Di heqê wê de wisa tê gotin: “Mala wê pîreka mirovan dibe mirinê” (Methelokên Silêman 2:11-19). Wekî din, Methelokên Silêman 5:3-10 di heqê “pîreka ku zinê dike” de dibêje ku “lingên wê diçin mirinê.”

  • Tirsa Xwedê ji bo Feydeya Me ye
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2023 | Hezîran
    • 10 Bêexlaqiya cinsî dikare bibe sebebê şermeke giran, hîsên bêqîmetbûnê, ducanîbûna nexwestî û xerakirina malbatan. Loma, a bixêr ew e ku mirov teklîfa “pîreka bêaqil” red bike û neçe mala wê. Bêexlaqiya cinsî dikare yekî ji aliyê ruhî ve bikuje û bi ser de jî bibe sebebê mirina herfî (Methelokên Silêman 7:23, 26). Methelokên Silêman 9:18 dibêje: “Yên dibin mêvanê wê, nizanin ku dadikevin binê qebrê.” Madem ku wisa ye, çima gelek kes dikevin vê faqê? (Methelokên Silêman 9:13-18).

  • Tirsa Xwedê ji bo Feydeya Me ye
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2023 | Hezîran
    • Jinikeke Îsraêlî jin û mêrekî li mala xwe dike mêvan. Sifre bi xwarinên tehmxweş ve tije ye.

      Qebûlkirina teklîfa hîkmeta rastîn me ber bi jiyana herheyî ve dibe (Li paragrafên 17 û 18an binêre)

      17-18. Hemû kesên ku diçin mala hîkmeta rastîn çi bereketan distînin? (Li resim jî binêre.)

      17 Bi destê van du mîsalan, Yehowa rêya dilxweşiyê nîşanî me dide. Yên ku teklîfa “pîreka bêaqil” qebûl dikin difikirin ku gunehkirina bi dizî tiştekî şîrîn e. Ew bala xwe didin zewqên îro û nafikirin ku sibê çi wê bê serê wan. Rêya wan di “binê qebrê” de diqede (Methelokên Silêman 9:13, 17, 18).

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne