-
Çi wê Alî Te Bike ku Tu Lêkolîna Kitêba Pîroz Dewam Bikî?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
DERS 12
Çi wê Alî Te Bike ku Tu Lêkolîna Kitêba Pîroz Dewam Bikî?
Kursa Kitêba Pîroz dişibe çûyîna zozanan. Li zozanan gelek tiştên xweş hene. Lê belê, dibe ku zehmetî jî derkevin pêşiya me. Ji ber vê yekê, belkî tu carinan ji xwe re dibêjî: “Gelo ezê bikarim lêkolîna Kitêba Pîroz dewam bikim?” Lê çima hêja ye ku tu xîret bikî û dev jê bernedî? Çi dikare alî te bike ku tu li hemberî tengasiyan dewam bikî?
1. Kursa Kitêba Pîroz çima muhîm e?
“Peyva Xwedê jîndar û bi bandûr e” (Îbranî 4:12). Kitêba Pîroz pir biqîmet e, çimkî ew ji me re dibêje ku Xwedê çi qas ji me hez dike û li ser me çi difikire. Tu dikarî bi alîkariya Kitêba Pîroz zanîna xwe kûr bikî, ji bo jiyana xwe hîkmetê bistînî û bibî xwediyê hêviyeke xweş. Belê, lêkolîna Kitêba Pîroz dikare li ser te tesîreke baş çêke û jiyana te xweştir bike. A herî muhîm jî ev e: Ewê alî te bike ku tu bibî dostê Yehowa.
2. Çima muhîm e ku em fehm bikin ku rastiyên Kitêba Pîroz çi qas biqîmet in?
Rastiyên ku di Kitêba Pîroz de hene wekî cewherên giranbiha ne. Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz dibêje: “Rastiyê bikire û nefiroşe” (Methelokên Silêman 23:23). Gava ku em fehm bikin ku rastiyên Kitêba Pîroz çi qas biqîmet in, emê xîret bikin ku em lêkolîna xwe dewam bikin. Em rastî çi tengasiyan bên jî, emê dev jê bernedin (Methelokên Silêman 2:4, 5 bixwîne).
3. Yehowa çawa dikare alî te bike ku tu lêkolîna xwe dewam bikî?
Yehowa ne tenê Xaliqê Alemê ye, ew dostê te ye. Ew dixwaze alî te bike ku tu wî baş nas bikî. Ew dikare hem hêz û qewetê hem jî xwestinê bide te ku tu lêkolîna xwe dewam bikî (Filîpî 2:13, 4:13 bixwîne). Eger carinan dilê te tune be ku tu lêkolîn bikî yan jî tiştên ku tu hîn dibî bînî cih, bê guman Xwedê dikare alî te bike. Gava ku tu bikevî tengasiyê yan jî kesek li dijî te bisekine, helbet Yehowa wê hêz û qewetê bide te. Ji bo ku tu lêkolîna Kitêba Pîroz dewam bikî, her tim ji Yehowa re dua bike ku ew dilê te xurt bike (1. Selanîkî 5:17).
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Eger gelek şixulên te hebin yan jî kesên din li hemberî te rabin, çi dikare alî te bike ku tu dev ji lêkolîna Kitêba Pîroz bernedî? Gelo Yehowa wê çawa alî te bike ku tu dewam bikî?
4. Bila kursa Kitêba Pîroz di jiyana te de cihekî xisûsî bigire
Carinan kar û barê me ew qas zêde ye ku em dibêjin qey wexta me ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz namîne. Lê, çi dikare alî me bike? Efesî 5:16 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Tu çi dibêjî, di jiyanê de tiştên herî muhîm çi ne?
Tu çawa dikarî nîşan bidî ku kursa Kitêba Pîroz ji bo te pir muhîm e?
Eger mirov pêşî qûmê bixe satilê û paşê keviran bixê, kevir bi cih nabin
Gava ku tu pêşî keviran bixî satilê, wê çaxê ji bo piraniya qûmê jî cih dimîne. Bi vî awayî, eger tu di jiyana xwe de tiştên herî muhîm bixî cihê pêşîn,wê çaxê wexta te ji bo tiştên din jî dimîne
Lêkolîna Kitêba Pîroz hewcedariyên me yên ruhî têr dike. Yanî, em wisa hatine xuliqandin ku em dixwazin Xwedê nas bikin û jê re îbadetê bikin. Meta 4:4 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Eger lêkolîna Kitêba Pîroz di jiyana me de cihekî xisûsî bigire, emê çi feydeyê jê bistînin?
5. Ji bo xatirê kesên din dev ji lêkolîna Kitêba Pîroz bernede
Dibe ku hin kes tehdê li te dikin ku tu dev ji lêkolîna Kitêba Pîroz berdî. Bala xwe bide ser mîsala Francesco. VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Francesco ji diya xwe û hevalên xwe re digot ku ew ji Kitêba Pîroz çi hîn dibe. Wan li hemberî wî çi kir?
Ji ber ku ew li ser rêya Xwedê ma, wî çi bereket standin?
2. Tîmotêyos 2:24, 25 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Hevalên te û malbata te li ser tiştên ku tu hîn dibî çi dibêjin?
Li gor van ayetan, eger kesên din ne razî bin ku tu Kitêba Pîroz lêkolîn dikî, tu dikarî çi bikî? Çima muhîm e ku tu wisa bikî?
6. Xwe bispêre Yehowa û ewê alî te bike
Gava ku em nêzîkî Yehowa dibin, xwestina me zêde dibe ku em dilê wî xweş bikin. Lê dibe ku li me zor tê ku em jiyana xwe li gor xwestina Xwedê serrast bikin. Eger halê te wisa be, li ber xwe nekeve. Yehowa wê alî te bike. VÎDEOYÊ vêxe û paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:
Ji bo ku Yehowa ji Jim razî be, wî di jiyana xwe de çi guherand?
Ji mîsala wî te çi eciband?
Îbranî 11:6 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Yehowa ji bo kesên ku ji dil “li wî digerin” û xîret dikin ku wî razî bikin, çi dike?
Gava ku Yehowa dibîne ku tu xîret dikî û Kitêba Pîroz lêkolîn dikî, ew çi hîs dike?
BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Çima tu bi Şahidên Yehowa re Kitêba Pîroz dixwînî?”
Teyê çawa cewab bidaya?
BI ÇEND GOTINAN
Rast e, lêkolîna Kitêba Pîroz carinan ne rihet e. Lê ew dikare alî te bike ku tu hem niha hem jî heta bi hetayê dilşad bî. Xwe her tim bispêre Yehowa û ewê te bi bereket bike.
Tu çi elimî?
Rastiyên Kitêba Pîroz ji bo te çima biqîmet in?
Çi dikare alî te bike ku tu ji bo tiştên herî muhîm wexta xwe veqetînî?
Çima gerek tu ji Yehowa re dua bikî û alîkariyê jê bixwazî ku tu lêkolîna Kitêba Pîroz dewam bikî?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Bala xwe bide van çar gavên ku alî gelek mirovan kiriye ku ew wexta xwe bi zanebûn derbas bikin.
“Wexta Xwe bi Zanebûn Derbas Bike” (Hişyar Bin!, Sibat 2014)
Mêrê jinikekê fehm nedikir ku ew çima li ser rêya Xwedê dimeşe. Ka binêre ku Yehowa çawa alî wê dikir.
Mêrek dibêje ku çima ji bo wî qenc bû ku jina wî dev ji kursa Kitêba Pîroz berneda.
Hin kes dibêjin ku Şahidên Yehowa mala xelkê xera dikin. Ma qey ev rast e?
“Gelo Şahidên Yehowa Mala Xelkê Ava Dikin yan jî Xera Dikin?” (Meqaleya Înternetê)
-
-
Em Çawa Dikarin Qerarên Baş Bidin?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
DERS 35
Em Çawa Dikarin Qerarên Baş Bidin?
Em gişt di jiyana xwe de qeraran didin. Gelek qerarên me li ser jiyana me û dostaniya me ya bi Yehowa re tesîr dikin. Mesela, gerek em qerarê bidin ka em li ku derê bijîn, kîjan karî bikin yan ka em bizewicin yan na. Eger em qerarên baş bidin, emê dilşad bin û dilê Yehowa xweş bikin.
1. Tu çawa dikarî bi alîkariya Kitêba Pîroz qerarên baş bidî?
Berî ku tu qerarekê bidî, ji Yehowa re dua bike û alîkariyê jê bixwaze. Dû re, di Kitêba Pîroz de lêkolîn bike ku tu bizanî ka Yehowa li ser vê meseleyê çi difikire (Methelokên Silêman 2:3-6 bixwîne). Ji bo hin meseleyan, di Kitêba Pîroz de rasterast qanûn hene. Wê çaxê, ya herî baş ew e ku em qerarên xwe li gor van qanûnan bidin.
Lê, eger di Kitêba Pîroz de li ser meseleyekê rasterast qanûnek tune be, gelo tu dikarî çi bikî? Wê çaxê jî, Yehowa wê rêya ku gerek em li ser wê bimeşin, nîşanî me bide (Îşaya 48:17). Gelo çawa? Ew dikare bi saya pîvan û prensîpan alî te bike ku tu qerarên baş bidî. Pîvan û prensîpên di Kitêba Pîroz de rastiyên esasî ne, ku hîs û fikrên Yehowa ji me re zelal dikin. Gelek caran, wexta ku em di Kitêba Pîroz de serpêhatiyekê dixwînin, em dielimin ku Yehowa çi difikire. Gava em fikrên Yehowa fehm bikin, emê qerarên baş bidin û dilê wî şa bikin.
2. Berî ku tu qerarekê bidî, gerek tu li ser çi bifikirî?
Kitêba Pîroz dibêje: “Yê baqil jî hisabê gava xwe ya davêje dike” (Methelokên Silêman 14:15). Yanî, berî ku em qerarekê bidin, gerek em wexta xwe veqetînin, pêşî bifikirin û paşê qerara xwe bidin. Wexta ku tu li ser qerara xwe difikirî, ji xwe bipirse: “Kîjan pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî min bikin ku ez qerareke baş bidim? Kîjan qerar wê dilê min rihet bike? Qerara min wê li ser kesên din çawa tesîr bike?” A herî muhîm jî ev e: “Gelo qerara min wê dilê Yehowa xweş bike?” (5. Mûsa 32:29).
Belê, tenê heqê Yehowa heye ku ji me re bibêje çi qenc e û çi xerab e. Gava ku em qanûn û prensîpên wî baş nas bikin û li gor wan bimeşin, emê wijdanê xwe baş perwerde bikin. Wijdanê me alî me dike ku em pê bihesin çi rast e û çi şaş e (Romayî 2:14, 15). Wijdanekî perwerdekirî alî me dike ku em qerarên baş bidin.
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Gelo pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz û wijdanê me çawa alî me dikin ku em qerarên baş bidin?
3. Li gor rêberiya Kitêba Pîroz bimeşe
Gava ku em qeraran didin, pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz çawa dikarin rê nîşanî me bidin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Îradeya azad çi ye?
Çima Yehowa îradeya azad daye me?
Ji bo ku em qerarên baş bidin, Yehowa çi daye me?
Ji bo mîsaleke li ser pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz, Efesî 5:15, 16 bixwîne. Paşê sohbetê bikin ka tu çawa dikarî “ji fersenda vê demê îstifade” bikî …
ku tu her roj Kitêba Pîroz bixwînî.
ku tu bibî jin, mêr, dê, bav, keç yan kurekî baştir.
ku tu herî îbadetên Şahidên Yehowa.
4. Wijdanê xwe perwerde bike ku tu qerarên baş bidî
Eger di Kitêba Pîroz de li ser meseleyekê rasterast qanûnek hebe, wê ji bo me rihet be ku em qerareke baş bidin. Lê eger qanûnek tune be, gerek tu çi bikî? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Xwişka me wijdanê xwe çawa perwerde kir ku qerareke baş bide û dilê Yehowa şa bike?
Çima gerek em ji tu kesî nexwazin ku ew li şûna me qerarekê bide? Îbranî 5:14 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Belkî ya herî rihet ew e ku kesên din li şûna me qeraran bidin. Lê gerek em bi xwe çi ji hev derxin?
Kîjan hacetên lêkolînê dikarin alî te bikin ku tu wijdanê xwe perwerde bikî û qerarên baş bidî?
Çawa ku xerîteyek alî me dike ku em rêya xwe bibînin, wijdanê me jî alî me dike ku em qerarên baş bidin
5. Qedrê wijdanê kesên din bigire
Çawa ku însan ji hev cuda ne, qerarên wan jî ji hev cuda ne. Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em qedrê qerar û wijdanê kesên din digirin? Bala xwe bide du mîsalan:
Mîsal 1: Xwişkeke me pir jê hez dike ku xwe makyaj bike. Rojekê, ew mala xwe bar dike û diçe civateke din. Li wir xwişkên me ji makyaja zêde aciz dibin.
Romayî 15:1 û 1. Korîntî 10:23, 24 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Li ser esasê van ayetan, xwişka me belkî qerareke çawa bide? Eger wijdanê te tiştekî qebûl dike, lê wijdanê kesekî din qet qebûl nake, gelo teyê çi bikira?
Mîsal 2: Birayekî me dizane ku Kitêba Pîroz vexwarina alkolê qedexe nake. Lê dîsa jî, wî qerar daye ku alkolê venexwe. Rojekê, ew diçe mêvandariya birayekî û dibîne ku xwişk û bira alkolê vedixwin.
Waiz 7:16 û Romayî 14:1, 10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Li ser esasê van ayetan, birayê me belkî qerareke çawa bide? Eger te bidîta ku kesekî din tiştekî dike ku wijdanê te jê aciz dibe, gelo teyê çi bikira?
Çi dikare alî te bike ku tu qerarên baş bidî?
1. Ji Yehowa re dua bike. Alîkariyê ji wî bixwaze (Aqûb 1:5).
2. Lêkolîn bike. Di Kitêba Pîroz û weşanên me de li pîvan û prensîpên ku dikarin alî te bikin, bigere. Tu dikarî bi xwişk yan birayekî bitecrûbe bişêwirî.
3. Li ser netîceyê bifikire. Gelo qerara te wê li ser wijdanê te û yê kesên din çawa tesîr bike?
HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez kîjan qerarê bidim, ezê bidim. Ez mîrê bi dilê xwe me. Kî çi dibêje bila bêje!”
Gava em qerarekê didin, çima gerek em li ser hîs û fikrên Xwedê û yên kesên din jî bifikirin?
BI ÇEND GOTINAN
Ji bo ku em qerarên baş bidin, gerek em pêşî fehm bikin ku Yehowa li ser meseleyekê çi difikire û paşê bifikirin ka qerara me wê li ser kesên din çawa tesîr bike.
Tu çi elimî?
Tu çawa dikarî bi qerarên xwe dilê Yehowa xweş bikî?
Tu çawa dikarî wijdanê xwe perwerde bikî?
Tu çawa dikarî qedrê wijdanê kesên din bigirî?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Tu çawa dikarî bi qerarên xwe dostaniya xwe ya bi Xwedê re xurttir bikî?
“Bi Qerarên Xwe Rûmetê Bide Xwedê” (Birca Çavdêriyê, 15 Nîsan 2011)
Yehowa çawa şîretan dide me?
Çi alî zilamekî kir ku ew qerareke giran bide?
Eger di Kitêba Pîroz de li ser meseleyekê rasterast qanûnek tune be jî, em çawa dikarin dilê Yehowa şa bikin?
“Gelo di Kitêba Pîroz de li ser Her Meseleyekê Qanûnek Heye?” (Birca Çavdêriyê, 1 Kanûn 2003)
-