-
Gelo Tu ji bo Binavbûnê Hazir î?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
5. Li hemberî zor û zehmetiyên xwe bi ser bikeve
Her kesê ku jiyana xwe dide destê Yehowa û bin av dibe, ew rastî zor û zehmetiyan tê. Ji bo dîtina mîsalekê, VÎDEOYÊ vêxe û paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:
Ji ber ku Narangerelê dixwest ji Yehowa re xizmetê bike, wê kîjan zor û zehmetî dîtin?
Hezkirina ji Yehowa çawa alî wê kir ku ew li hemberî zor û zehmetiyên xwe bi ser bikeve?
Methelokên Silêman 29:25 û 2. Tîmotêyos 1:7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çi qewetê dide me ku em li hemberî zor û zehmetiyên xwe bi ser bikevin?
-
-
Li Hemberî Zilm û Zordariyê Dilsoz BimîneHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
Pir muhîm e ku em îro baweriya xwe ya bi Yehowa xurttir bikin. Ji xwe re her roj Kitêba Pîroz bixwîne û ji Yehowa re dua bike. Tim here civînan. Ev tiştên hanê wê qewetê bidin te û dilê te xurt bikin ku tu li hemberî zilm û zordariyê, heta li hemberî tehdeya ji destê malbatê jî dilsoz bimînî. Pawlosê şandî jî gelek caran rastî zilmê hatibû. Wî ev gotinên xweş nivîsandibûn: “Xudan alîkarê min e, ez natirsim” (Îbranî 13:6).
Wekî din, eger em xebera xêrê tim belav bikin, emê dilxurttir bibin. Bi vî awayî, em dielimin ku em xwe bispêrin Yehowa û ji tirsa însanan bifilitin (Methelokên Silêman 29:25). Eger em ji niha ve xebera xêrê bê tirs belav bikin, emê hazir bin ku di dema qedexeyan de jî xebera xêrê belav bikin (1. Selanîkî 2:2).
-