KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Yehowa Dixwaze ku Tu Bibî Dostê Wî
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 3. Yehowa ji dostên xwe çi dixwaze?

      Jixwe Yehowa ji însanan hez dike, “lê belê hevaltiya wî bi rastan re ye” (Methelokên Silêman 3:32). Yehowa ji dostên xwe dixwaze ku ew xîret bikin ku qenciyê bikin û xerabiyê nekin. Hin kes dibêjin ku ew nikarin her tim bi ya Xwedê bikin. Lê belê, ji bîr neke ku Yehowa dilrehm e û ji kêmasiyên me fehm dike. Yehowa her kesê ku bi rastî jê hez dike û dixwaze dilê wî şa bike, wek dostê xwe qebûl dike (Zebûr 147:11; Karên Şandiyan 10:34, 35).

  • Di Her Tiştî de Rast û Durist Be
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Di Her Tiştî de Rast û Durist Be

      Her kes dixwaze ku dostên wî durist bin. Yehowa Xwedê jî dixwaze ku dostên wî durist bin. Lê gelek kes derewan dikin. Loma ji bo me ne hêsan e ku em tim durist bin. Gelo çima ji bo me baş e ku em di her tiştî de rast û durist bin?

      1. Çima gerek em rast û durist bin?

      Gava em bi kesên din re rast bin, emê nîşan bidin ku em ji Yehowa hez dikin û qedrê wî digirin. Jixwe Yehowa dizane ku em çi difikirin û çi dikin (Îbranî 4:13). Gava Yehowa dibîne ku em rast û durist in, dilê wî xweş dibe. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “XUDAN ji rêşaşan dikerihe, lê belê hevaltiya wî bi rastan re ye” (Methelokên Silêman 3:32).

      2. Em çawa dikarin di jiyana xwe de rast û durist bin?

      Yehowa ji me re dibêje: “Bila her kes ya rast ji cîranê xwe re bibêje” (Zekerya 8:16, 17). Gelo maneya van gotinên hanê çi ye? Gava em bi malbata xwe, hevalkarên xwe, xwişk û birayên xwe yan bi memûr û wezîfedarên hukûmetê re xeber didin, gerek em derewan nekin û melûmatên şaş nedin wan. Însanên rast ji tu kesî tiştekî nadizin û tu kesî naxapînin (Methelokên Silêman 24:28 û Efesî 4:28 bixwîne). Wekî din, ew hemû bacên dewletê didin (Romayî 13:5-7). Wek ku Kitêba Pîroz dibêje, “em dixwazin di her tiştî de bi awayekî rast rêve herin” (Îbranî 13:18).

      3. Çima baş e ku em rast û durist bin?

      Gava em rast û durist bin, kesên din wê baweriya xwe bi me bînin. Gava em rast û durist bin, emê alî xwişk û birayan bikin ku ew xwe di civatê de rihet hîs bikin. Gava em rast û durist bin, wijdanê me wê her tim rihet be. Duristiya me dikare ‘hînkirina Xilaskarê me Xwedê bixemilîne’ û li ser kesên din tesîr bike ku ew bixwazin Yehowa Xwedê nas bikin (Tîtos 2:10).

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Gelo duristî li ser me çawa tesîr dike û dilê Yehowa çawa xweş dike? Gelo em çawa dikarin di her hal û rewşa jiyana xwe de rast û durist bin?

      4. Yehowa ji însanên rast û durist hez dike

      Zebûr 44:21 û Maleyaxî 3:16 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Tu çi dibêjî, gelo em dikarin rastiyê ji Yehowa veşêrin?

      • Tu çi difikirî, eger em di rewşên zor û zehmet de rastiyê bibêjin, gelo dilê Yehowa xweş dibe?

      Bavek çûye ser çokan û bi zaroka xwe re dipeyive. Li kêleka maseyekê şerbet li ser erdê rijiyaye.

      Gava zarok rastiyê dibêjin, dê û bav pir kêfxweş dibin. Gava em rastiyê dibêjin, Yehowa pir kêfxweş dibe

      5. Her tim rast û durist be

      Gelek kes bawer dikin ku qet ne mumkin e ku însan her tim durist be. Lê çima gerek em her tim durist bin? VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Çi Dikare Dilxweşiya Me Zêde Bike? – Wijdanekî Pak (2:32)

      Dîmenek ji vîdeoya “Çi Dikare Dilxweşiya Me Zêde Bike? – Wijdanekî Pak.” Piştî ku Ben ji serkarê xwe re got ku wî şaşiyek kiriye, ew dest didin hevdû.

      Îbranî 13:18 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Em çawa dikarin bi malbata xwe re rast û durist bin?

      • Em çawa dikarin li cihê kar û li mektebê rast û durist bin?

      • Em çawa dikarin di meseleyên din de rast û durist bin?

      6. Duristî ji bo me baş e

      Carinan, tu dibêjî qey feydeya duristiyê nîne. Lê di dawiya dawîn de, serê mirovê rast tim bilind e. Zebûr 34:12-16 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Çima ji bo me baş e ku em rast û durist bin?

      A. Jin û mêrek bi hev re qehweyê vedixwin û dipeyivin. B. Serkarek di tamîrxaneya erebeyan de pesnê xebatkarê xwe dide. C. Zilamekî ku di erebeya xwe de rûniştiye, nasnameya xwe nîşanî polîsekî dide.
      1. Jin û mêrên rast û durist zewaca xwe xurttir dikin

      2. Xebatkarên rast û durist îtibara serkarên xwe qezenc dikin

      3. Welatiyên rast û durist ji xwe re navekî baş li cem memûran çêdikin

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Derewên biçûk mala tu kesî xera nakin.”

      • Tu çima bawer dikî ku Yehowa ji hemû derewan nefret dike?

      BI ÇEND GOTINAN

      Yehowa dixwaze ku dostên wî di hemû gotin û kirinên xwe de rast û durist bin.

      Tu çi elimî?

      • Em çawa dikarin di jiyana xwe de rast û durist bin?

      • Fikra ku em dikarin rastiyê ji Yehowa veşêrin, çima ne baş e?

      • Tu çima dixwazî her tim rast û durist bî?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Dê û bav çawa dikarin zarokên xwe bielimînin ku ew rast û durist bin?

      Tim Rastiyê Bibêje (1:44)

      Çima gerek em li ser soza xwe bisekinin?

      Li ser Soza Xwe Bisekine û Bereketan Bistîne (9:09)

      Eger bac bi awayekî rast neyên bikaranîn jî, çima gerek em wan bidin?

      “Gelo Hewce ye ku Em Bacê Bidin?” (Birca Çavdêriyê, 1 Îlon 2011)

      Çi alî zilamekî xapînok kir ku ew bibe yekî rast û durist?

      “Ez Hîn Bûm ku Yehowa Dilrehm û Efûker e” (Birca Çavdêriyê, 1 Gulan 2015)

  • Ji Xwe re Dost û Hevalên Baş Bibîne
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 2. Gelo Yehowa ji dost û hevalên me razî ye?

      Yehowa bi her kesî re dostaniyê nake. “Hevaltiya wî bi rastan re ye” (Methelokên Silêman 3:32). Gerek em jî bi her kesî re dostaniyê nekin. Eger em bi kesên ku ji Yehowa hez nakin re dostaniyê bikin, emê dilê wî bişikînin (Aqûb 4:4 bixwîne). Lê eger em xwe ji dost û hevalên xerab dûr bigirin û bi kesên ku ji Yehowa hez dikin re dostaniyê bikin, emê dilê wî xweş bikin, û ewê me wek dostên xwe qebûl bike (Zebûr 15:1-4).

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne