KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lff ders 29
  • Piştî Mirinê Çi Tê Serê Me?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Piştî Mirinê Çi Tê Serê Me?
  • Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • HÛR Û KÛR BIFIKIRE
  • BI ÇEND GOTINAN
  • ZÊDETIR HÎN BIBE
  • Ji bo Miriyan Çi Hêvî Heye?
    Mizgîna Xwedê
  • Piştî Mirinê Çi Dibe?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Rastiya li ser Halê Miriyan
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
lff ders 29
Ders 29. Jin û mêrek li ber kevirê serê tirbê dua dikin.

DERS 29

Piştî Mirinê Çi Tê Serê Me?

Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî

Dibêjin, navê mirinê ne xweş e. Erê, mirina kesekî ezîz dilê me pir diêşîne. Di nav rojên şînê de, dibe ku em ji xwe bipirsin: “Piştî mirinê çi tê serê me? Gelo ezê merivê xwe rojekê dîsa bibînim?” Di vê dersê û ya din de, emê bibînin ku cewaba Kitêba Pîroz dikare êşa dilê me sivik bike.

1. Piştî mirinê çi tê serê me?

Îsa Mesîh gotibû ku mirin wek xewa giran e. Însanê ku di xewa giran de ye pê nahese ku li dora wî çi diqewime. Gelo kesên mirî di çi halî de ne? Piştî mirinê, kesên mirî ezab û êşê nakişînin. Kesên mirî qet tu tiştekî hîs nakin. Kitêba Pîroz dibêje ku “mirî bi tiştekî nizanin” (Waiz 9:5 bixwîne).

2. Rastiya li ser mirinê me ji çi xelas dike?

Gelek însan ji mirinê û heta ji miriyan jî ditirsin! Lê gotinên Kitêba Pîroz dikarin me ji vê tirsê xelas bikin. Îsa Mesîh gotibû: “Rastî wê we azad bike” (Yûhena 8:32). Hin dîn û bawerî dibêjin ku ruhê însên piştî mirinê namire û diçe cihekî din. Lê belê, Kitêba Pîroz tiştekî wisa nabêje. Ew dibêje ku kesên mirî qet êşê nakişînin û hiş û aqlê wan bi wan re dimire. Loma, kesên mirî qet bi tiştekî nizanin û nikarin zerarê bidin me. Ji ber vê yekê, hewce nake ku em wan razî bikin, ji bo wan dua bikin yan ji wan re îbadetê bikin.

Hin kes dibêjin ku ew dikarin bi miriyan re xeber bidin. Lê ev yek ne mumkin e, çimkî em êdî dizanin ku “mirî bi tiştekî nizanin.” Yên ku difikirin ku ew bi miriyan re xeber didin, bi eslê xwe bi cinan re xeber didin. Cin dikarin wisa bikin ku tu dibêjî qey ew bi dengê kesê mirî xeber didin. Yehowa baş dizane ku cin wê zerarê bidin me. Ji ber vê yekê, Yehowa me hişyar dike ku em bi miriyan neşêwirin (5. Mûsa 18:10-12 bixwîne). Eger em fehm bikin ku rastiya li ser halê miriyan çi ye, ev yek wê me ji tesîra cinan biparêze.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Em dizanin ku Xwedê dilovan e û ji me pir hez dike. Gelo maqûl e ku ew ezab û êşê dide miriyan? Gelo Kitêba Pîroz li ser mirinê bi rastî çi dibêje?

Zilamek bi du keçikên xwe re di roja binerdkirina jina xwe de li ser kursiyê rûniştiye. Malbat û dostên wan li cem wan in ku wan teselî bikin.

3. Rastiya li ser halê miriyan nas bike

Li seranserê dinyayê, gelek bîr û baweriyên cuda li ser mirinê hene. Ji ber vê yekê, ne mumkin e ku ew hemû rast bin.

  • Li hêla te, însan li ser halê miriyan çi dibêjin?

Ji bo ku tu bizanî ka Kitêba Pîroz çi dibêje, vê VÎDEOYÊ vêxe.

VÎDEO: Halê Miriyan Çi ye? (Bi Qismî) (1:19)

Albûm: Dîmenên ji vîdeoya “Halê Miriyan Çi ye? (Bi Qismî).” 1. Kesekî mirî li nexweşxaneyê li ser doşekê ye. 2. Zilamek di trênê de di orta du însanan de di xwe re çûye.

Waiz 3:20 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Li gor vê ayetê, gava ku însan dimire, çi tê serê wî?

  • Gelo ruh piştî mirinê sax dimîne û diçe cihekî din?

Kitêba Pîroz behsa mirina Lazar dike. Ew dostekî Îsa Mesîh bû. Yûhena 11:11-14 bixwîne û bala xwe bidê ku Îsa Mesîh li ser halê Lazar çi gotibû. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Îsa Mesîh li ser mirinê çi gotibû?

  • Em ji vê mîsalê li ser halê miriyan çi hîn dibin?

  • Tu çi dibêjî, gelo ev gotinên Kitêba Pîroz ên li ser mirinê maqûl in?

4. Rastiya li ser mirinê me ji baweriyên sexte xelas dike

Eger em rastiya li ser miriyan çêtir nas bikin, emê ji wan netirsin. Waiz 9:10 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ma kesên mirî dikarin zerarê bidin me?

Rastiya Kitêba Pîroz me ji bîr û baweriyên sexte diparêze, yanî ne lazim e ku em miriyan razî bikin yan ji wan re îbadetê bikin. Îşaya 8:19 û Peyxam 4:11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Yehowa li ser kesekî ku ji miriyan re îbadetê dike yan ji wan alîkariyê dixwaze, çi difikire?

Albûm: Urf û adetên li ser qedirgirtina miriyan. 1. Zilamek çûye ser çokan û li ber tirbê dua dike û xwarinê pêşkêş dike. 2. Sê zilamên eşîrî di cil û bergên herêmî de direqisin. 3. Di Roja Miriyan de komeke însanan dimeşe.

Rastiya li ser mirinê me ji urf û adetên ku dilê Yehowa xweş nakin, xelas dike

5. Rastiya li ser mirinê dilê me rihet dike

Gelek kes hîn bûne ku ewê piştî mirinê ji bo gunehên xwe yên berê ezab û êşê bikişînin. Lê li gor Kitêba Pîroz, piştî mirinê tu kes û yên ku gunehên giran kirine jî, ezab û êşê nakişînin. Romayî 6:7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Li gor vê ayetê, însanên ku mirine, ji gunehên xwe tên efûkirin. Tu çi difikirî, gelo însan piştî mirinê ji bo gunehên xwe ezab û êşê dikişîne?

Yê ku Yehowa baş nas dike, ew dizane ku Yehowa qet nahêle kesên mirî êşê bikişînin. 5. Mûsa 32:4 û 1. Yûhena 4:8 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Li gor van ayetan, gelo Xwedê dihêle ku însan piştî mirinê ezab û êşê bikişîne?

  • Gelo rastiya li ser mirinê dilê te rihet dike?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez ditirsim ku piştî mirinê ezab û êşê bikişînim.”

  • Teyê bi kîjan ayetan dilê kesekî rihet bikira ku ne hewce ye ew ji mirinê bitirse?

BI ÇEND GOTINAN

Gava ku însan dimire, jiyana wî bi dawî dibe. Kesên mirî ezab û êşê nakişînin û zerarê nadin tu kesî.

Tu çi elimî?

  • Piştî mirinê çi tê serê me?

  • Rastiya li ser mirinê me ji çi xelas dike?

  • Rastiya li ser mirinê dilê me çawa rihet dike?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Li gor Kitêba Pîroz, peyva “ruh” tê çi maneyê?

“Ruh Çi ye?” (Meqaleya Înternetê)

Gelo Xwedê însanên xerab di nav agirê cehenemê de dişewitîne?

Gelo Cehenem Heye yan Tune ye? (3:07)

Gelo qet hewce dike ku em ji miriyan bitirsin?

Piştî Mirinê, Gelo Ruh Sax Dimîne? (broşûr)

Rastiya li ser halê miriyan teseliyê dide zilamekî.

“Min Cewaba Kitêba Pîroz Eciband” (Birca Çavdêriyê, 1 Sibat 2015)

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne