-
Bi Dilxweşî û Sebir li Benda Yehowa BimîneBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2024 | Sibat
-
-
YEHOWA ÇIMA DIXWAZE KU EM LI BENDÊ BIMÎNIN?
Kitêba Pîroz dibêje: “Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide. Dîsa jî radibe ku rehma xwe nîşanî we bide. Çimkî Xudan, Xwedayê edaletê ye. Xwezî bi her kesê ku li benda wî ye” (Îşaya 30:18, Mizgînî). Ev gotinên Îşaya bi eslê xwe ji bo Cihûyên serhişk bûn (Îşaya 30:1). Lê di nav Cihûyan de, kesên dilsoz jî hebûn, û van gotinan hêvî dida wan. Ev gotin îro jî hêviyê didin xizmetkarên Yehowa yên dilsoz.
Madem ku Yehowa sebir dike, gerek em jî sebir bikin. Wî ji helakkirina vê sîstema xerab rojek tayîn kiriye, û ew li benda wê roj û saetê ye (Meta 24:36). Wê çaxê, derewên Îblîs, ên ku ew li ser Yehowa û xizmetkarên wî belav dike, wê bi temamî eşkere bibin. Yehowa wê Îblîs û alîgirên wî ji holê rake û “rehma xwe nîşanî [me] bide”.
Heta wê demê, Yehowa her zehmetiyê ji me dûr naxe, lê ew dibêje ku em dikarin bi dilxweşî li benda wî bimînin. Wek Îşaya Pêxember gotibû, wexta ku em bi hesret li benda tiştekî xweş dimînin, em dikarin dilxweş bin (Îşaya 30:18, Mizgînî).a Gelo em çawa dikarin dilxweş bimînin? Çar gav dikarin alî me bikin.
-
-
Bi Dilxweşî û Sebir li Benda Yehowa BimîneBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2024 | Sibat
-
-
a Peyva Îbranî, ya ku wek “disekine” hatiye tercûmekirin, dikare bê maneya “bi hesret e yan li bendê ye ku tiştek biqewime”. Ev yek nîşan dide ku normal e ku em bi hesreta wê rojê ne ku Yehowa me ji kul û derdan xelas bike.
-