-
Yehowa Dixwaze ku Tu Bibî Dostê WîHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
6. Yehowa çawa alî dostên xwe dike?
Yehowa alî dostên xwe dike ku ew derdên xwe safî bikin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Yehowa çawa alî jinikê kir ku ew fikrên reş û tarî ji hişê xwe derxîne û dilteng nebe?
Îşaya 41:10, 13 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Yehowa ji dostên xwe re çi soz dide?
Gelo tu dixwazî ku Yehowa bibe dostê teyî herî baş? Çima?
Dostên baş her tim hazir in ku alî hev bikin. Yehowa jî her tim hazir e ku alî te bike
-
-
Tu Çawa Dikarî ji Kesên Din re Behsa Xebera Xêrê Bikî?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
3. Netirse, Yehowa bi te re ye!
Hinek dixwazin bi kesên din re li ser Kitêba Pîroz bipeyivin, lê ew ditirsin ka însan wê çi bifikirin yan çi bibêjin.
Gelo tirs û heyecana te heye ku tu ji kesên din re behsa xebera xêrê bikî?
VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Van keç û xortan çawa tirs û heyecan ji ser xwe avêtin?
Îşaya 41:10 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Eger tu newêrî ji kesên din re behsa Yehowa bikî, dua çawa dikare alî te bike?
Hêjayî gotinê ye
Gelek kes, berî ku bûne Şahidên Yehowa, difikirîn ku ew qet nikarin bi kesên din re li ser xebera xêrê bipeyivin. Ka bala xwe bide mîsala Sergey. Wî xwe bêqîmet didît û ji bo wî pir zehmet bû ku fikrên xwe bîne zimên. Lê rojekê wî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Ew wisa dibêje: “Rast e, min newêrîbû ku ez bi kesên din re li ser Kitêba Pîroz xeber bidim, lê dîsa jî min xîret dikir ku dest bi sohbetê bikim. Gava min ji însanan re behsa Kitêba Pîroz dikir, min didît ku ez hêdî hêdî bi xwe bawer dibim û ji rastiyên Kitêba Pîroz bêtir hez dikim.”
-
-
Gelo Tu ji bo Binavbûnê Hazir î?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
6. Xwe bispêre alîkariya Yehowa
Yehowa wê alî te bike ku tu ji wî re dilsoz bimînî. VÎDEOYÊ vêxe û paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:
Çi bû sebeb ku xwendekarê Kitêba Pîroz xwe ji binavbûnê bi şûn de girt?
Kîjan tiştên ku ew elimîbûn qewet da wî ku ew xwe bispêre Yehowa?
Îşaya 41:10, 13 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çima tu dikarî ji xwe bawer bî ku tu dikarî li gor sonda xwedayînê bimeşî?
-