-
Piştî Mirinê Çi Tê Serê Me?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
2. Rastiya li ser mirinê me ji çi xelas dike?
Gelek însan ji mirinê û heta ji miriyan jî ditirsin! Lê gotinên Kitêba Pîroz dikarin me ji vê tirsê xelas bikin. Îsa Mesîh gotibû: “Rastî wê we azad bike” (Yûhena 8:32). Hin dîn û bawerî dibêjin ku ruhê însên piştî mirinê namire û diçe cihekî din. Lê belê, Kitêba Pîroz tiştekî wisa nabêje. Ew dibêje ku kesên mirî qet êşê nakişînin û hiş û aqlê wan bi wan re dimire. Loma, kesên mirî qet bi tiştekî nizanin û nikarin zerarê bidin me. Ji ber vê yekê, hewce nake ku em wan razî bikin, ji bo wan dua bikin yan ji wan re îbadetê bikin.
Hin kes dibêjin ku ew dikarin bi miriyan re xeber bidin. Lê ev yek ne mumkin e, çimkî em êdî dizanin ku “mirî bi tiştekî nizanin.” Yên ku difikirin ku ew bi miriyan re xeber didin, bi eslê xwe bi cinan re xeber didin. Cin dikarin wisa bikin ku tu dibêjî qey ew bi dengê kesê mirî xeber didin. Yehowa baş dizane ku cin wê zerarê bidin me. Ji ber vê yekê, Yehowa me hişyar dike ku em bi miriyan neşêwirin (5. Mûsa 18:10-12 bixwîne). Eger em fehm bikin ku rastiya li ser halê miriyan çi ye, ev yek wê me ji tesîra cinan biparêze.
-
-
Piştî Mirinê Çi Tê Serê Me?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
4. Rastiya li ser mirinê me ji baweriyên sexte xelas dike
Eger em rastiya li ser miriyan çêtir nas bikin, emê ji wan netirsin. Waiz 9:10 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Ma kesên mirî dikarin zerarê bidin me?
Rastiya Kitêba Pîroz me ji bîr û baweriyên sexte diparêze, yanî ne lazim e ku em miriyan razî bikin yan ji wan re îbadetê bikin. Îşaya 8:19 û Peyxam 4:11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Yehowa li ser kesekî ku ji miriyan re îbadetê dike yan ji wan alîkariyê dixwaze, çi difikire?
Rastiya li ser mirinê me ji urf û adetên ku dilê Yehowa xweş nakin, xelas dike
-