KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Yehowa Dixwaze ku Tu Bibî Dostê Wî
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 5. Yehowa ji dostên xwe çi dixwaze?

      Helbet, em ji dostên xwe hêvî dikin ku ew ji bo me tiştinan bikin.

      • Tu dixwazî ku dostên te ji bo te çi bikin?

      1. Yûhena 5:3 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Yehowa ji dostên xwe çi dixwaze?

      Ji bo ku em dilê Yehowa xweş bikin, belkî lazim e ku em jiyana xwe serrast bikin yan jî sifetên xwe biguherînin. Îşaya 48:17, 18 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Çima Yehowa ji dostên xwe dixwaze ku ew guh bidin wî û jiyana xwe serrast bikin?

      Xebatkarek kumzirxekî dide hevalkarê xwe.

      Çawa ku dostekî baş qenciya dostên xwe dixwaze, Yehowa jî her tim qenciya dostên xwe dixwaze

  • Yehowa Dixwaze ku Tu Bibî Dostê Wî
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Em Çawa Dikarin Nîşan Bidin ku Em ji Yehowa Hez Dikin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Ders 34. Li bajarekî zilamek difikire û li ezmên dinêre.

      DERS 34

      Em Çawa Dikarin Nîşan Bidin ku Em ji Yehowa Hez Dikin?

      Ji wexta ku te dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kiriye û vir ve, gelo tu zêdetir nêzîkî Yehowa bûyî? Gelo tu dixwazî dostaniya xwe ya bi wî re xurttir bikî? Ji bîr neke ku tu çi qas zêde ji Yehowa hez bikî, ewê jî ew qas zêde ji te hez bike û li te xwedî derkeve. Tu çawa dikarî ji Yehowa re nîşan bidî ku tu ji wî hez dikî?

      1. Em çawa dikarin ji Yehowa re nîşan bidin ku em ji wî hez dikin?

      Gava ku em guh didin Yehowa, em nîşan didin ku em ji wî hez dikin (1. Yûhena 5:3 bixwîne). Yehowa tu kesî mecbûr nake ku ew bi ya wî bike. Li şûna vê, ew fersendê dide me ku em bi xwe hilbijêrin ka em guh bidin wî yan na. Gelo çima? Çimkî Yehowa ji me dixwaze ku em “ji dil û can” guh bidin wî (Romayî 6:17). Bi gotineke din, ew dixwaze ku em, ne ji mecbûrî, lê ji hezkirinê, li ser rêya wî bimeşin. Eger em ji Yehowa hez bikin, emê tiştên ku li wî xweş tên bikin û ji tiştên ku ew ji wan ne razî ye, dûr bisekinin. Qismên 3 û 4an wê alî me bikin ku em hezkirina xwe ji Yehowa re nîşan bidin.

      2. Çima carinan ji bo me zehmet e ku em hezkirina xwe ji Yehowa re nîşan bidin?

      Kitêba Pîroz dibêje: “Gellek in derdê rastan” (Zebûr 34:19). Em gişt li hemberî qisûr û kêmasiyên xwe li ber xwe didin. Belkî ji bo me zehmet e ku em debara mala xwe bikin, yan jî belkî em rastî bêedaletî û problemên din tên. Gava ku barê me giran dibe, belkî ji bo me zehmet e ku em li gor xwestina Yehowa bimeşin. Carinan ji bo me ya herî rihet ew e ku em li ser rêya şaş bimeşin. Lê eger tu xwe bispêrî Yehowa û bi ya wî bikî, tuyê nîşan bidî ku tu ji her tiştî zêdetir ji wî hez dikî. Bi vî awayî, tuyê îsbat bikî ku tu dixwazî ji wî re dilsoz bimînî, û helbet Yehowa jî wê ji te re dilsoz be û tu caran terka te neke (Zebûr 18:25 bixwîne).

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Gava em guh didin Yehowa, çima ew dilxweş dibe? Gelo çi dikare alî me bike ku em ji wî re dilsoz bimînin?

      3. Îblîs dilsozî û niyeta dilê te dixe bin şik û gumanan

      Li gor Kitêba Pîroz, Îblîs ne tenê dilsozî û niyeta dilê Eyûb pêxember, lê ya hemû kesên ku dixwazin ji Yehowa re îbadetê bikin, xistiye bin şik û gumanan. Eyûb 1:1, 1:6–2:10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Li gor gotinên Îblîs, yanî Şeytan, gelo Eyûb çima guh dida Yehowa Xwedê? (Li Eyûb 1:9-11 binêre.)

      • Îblîs dilsozî û niyeta dilê hemû însanan û ya te jî çawa dixe bin şik û gumanan? (Li Eyûb 2:4 binêre.)

      Eyûb 27:5b bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Eyûb pêxember çawa îsbat kir ku ew ji dil ji Yehowa hez dike?

      Şeytan ji Yehowa meydanê dixwaze. Ew dilrastiya Eyûb pêxember, ê ku di canê wî de kînor derketine û dilrastiya xwişkeke ku ji Yehowa re xizmetê dike, dixe bin şik û gumanan.

      Wexta ku Eyûb pêxember ji Yehowa re dilsoz ma, wî îsbat kir ku ew ji Yehowa hez dike

      Wexta ku em ji Yehowa re dilsoz dimînin, em nîşan didin ku em ji wî hez dikin

      4. Dilê Yehowa şa bike

      Methelokên Silêman 27:11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Gava tu ji dil guh didî Yehowa, gelo dilê wî şa dibe? Çima?

      5. Tu dikarî ji Yehowa re dilsoz bimînî

      Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin, em ji kesên din re behsa wî dikin. Heta di wextên zehmet de jî, dilsoziya me ya ji Yehowa re alî me dike ku em ji kesên din re behsa wî bikin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      VÎDEO: Baweriya Xwe li Hemberî Muxalefetê Biparêze (5:09)

      • Gelo carinan ji bo te zehmet e ku tu ji kesên din re behsa Yehowa bikî?

      • Di vîdeoyê de, çi alî zilamekî kir ku ew ji tirsa însanan xelas bibe?

      Eger em ji tiştên ku Yehowa ji wan hez dike, hez bikin û ji tiştên ku ew ji wan nefret dike, nefret bikin, wê çaxê wê ji bo me hêsantir be ku em ji wî re dilsoz bimînin. Zebûr 97:10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Wek ku tu heta niha hîn bûyî, tiştên ku Yehowa ji wan hez dike, çi ne? Hin tiştên ku ew ji wan nefret dike, çi ne?

      • Çi alî te dike ku tu ji qenciyê hez bikî û ji xerabiyê nefret bikî?

      6. Eger em guh bidin Yehowa, emê xêrê bibînin

      Guhdayîna ji Yehowa re tim ji bo xêr û selametiya me ye. Îşaya 48:17, 18 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Tu çi difikirî, gelo Yehowa dizane ku ji bo me ya herî baş çi ye?

      • Heta niha, çi feydeya van tiştên ku tu li ser Yehowa Xwedê û Kitêba Pîroz hîn bûyî, ji bo te heye?

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Ma ez kî me ku ez bi kirinên xwe dilê Xwedê xweş bikim?”

      • Teyê bi kîjan ayetê nîşan bidaya ku kirinên me dikarin dilê Yehowa xweş bikin yan xemgîn bikin?

      BI ÇEND GOTINAN

      Eger tu guh bidî Yehowa û li hemberî zor û zehmetiyan ji wî re dilsoz bimînî, tuyê îsbat bikî ku tu bi rastî ji wî hez dikî.

      Tu çi elimî?

      • Tu ji mîsala Eyûb pêxember çi hîn bûyî?

      • Tu çawa dikarî hezkirina xwe ji Yehowa re nîşan bidî?

      • Çi dikare alî te bike ku tu ji Yehowa re dilsoz bimînî?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Tu çawa dikarî ji Yehowa û ji civatê re dilsoz bimînî?

      “Tu ji Yê Dilsoz re Dilsoz î” (16:49)

      Gelo Şeytan hemû însanan bi çi sûcdar dike?

      “Eyûb ji Yahowa Xweda re Dilsoz Dimîne” (Pirtûka Pîroz —Kîjan Peyamê Radigihîne?, beş 6)

      Zarok jî dikarin ji Yehowa re nîşan bidin ku ew ji wî hez dikin.

      Dilê Yehowa Şa Bike (8:16)

      Keç û xort çawa dikarin li hemberî rûreşiya hevalên xwe dilsoz bimînin?

      Li Hemberî Zexta Hevalan Bisekine! (3:59)

  • Em Çawa Dikarin Qerarên Baş Bidin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Ders 35. Gava ku zilamek di Înternetê de li erebeyeke nû digere, jin û zarokên wî jî lê dinêrin.

      DERS 35

      Em Çawa Dikarin Qerarên Baş Bidin?

      Em gişt di jiyana xwe de qeraran didin. Gelek qerarên me li ser jiyana me û dostaniya me ya bi Yehowa re tesîr dikin. Mesela, gerek em qerarê bidin ka em li ku derê bijîn, kîjan karî bikin yan ka em bizewicin yan na. Eger em qerarên baş bidin, emê dilşad bin û dilê Yehowa xweş bikin.

      1. Tu çawa dikarî bi alîkariya Kitêba Pîroz qerarên baş bidî?

      Berî ku tu qerarekê bidî, ji Yehowa re dua bike û alîkariyê jê bixwaze. Dû re, di Kitêba Pîroz de lêkolîn bike ku tu bizanî ka Yehowa li ser vê meseleyê çi difikire (Methelokên Silêman 2:3-6 bixwîne). Ji bo hin meseleyan, di Kitêba Pîroz de rasterast qanûn hene. Wê çaxê, ya herî baş ew e ku em qerarên xwe li gor van qanûnan bidin.

      Lê, eger di Kitêba Pîroz de li ser meseleyekê rasterast qanûnek tune be, gelo tu dikarî çi bikî? Wê çaxê jî, Yehowa wê rêya ku gerek em li ser wê bimeşin, nîşanî me bide (Îşaya 48:17). Gelo çawa? Ew dikare bi saya pîvan û prensîpan alî te bike ku tu qerarên baş bidî. Pîvan û prensîpên di Kitêba Pîroz de rastiyên esasî ne, ku hîs û fikrên Yehowa ji me re zelal dikin. Gelek caran, wexta ku em di Kitêba Pîroz de serpêhatiyekê dixwînin, em dielimin ku Yehowa çi difikire. Gava em fikrên Yehowa fehm bikin, emê qerarên baş bidin û dilê wî şa bikin.

      2. Berî ku tu qerarekê bidî, gerek tu li ser çi bifikirî?

      Kitêba Pîroz dibêje: “Yê baqil jî hisabê gava xwe ya davêje dike” (Methelokên Silêman 14:15). Yanî, berî ku em qerarekê bidin, gerek em wexta xwe veqetînin, pêşî bifikirin û paşê qerara xwe bidin. Wexta ku tu li ser qerara xwe difikirî, ji xwe bipirse: “Kîjan pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî min bikin ku ez qerareke baş bidim? Kîjan qerar wê dilê min rihet bike? Qerara min wê li ser kesên din çawa tesîr bike?” A herî muhîm jî ev e: “Gelo qerara min wê dilê Yehowa xweş bike?” (5. Mûsa 32:29).

      Belê, tenê heqê Yehowa heye ku ji me re bibêje çi qenc e û çi xerab e. Gava ku em qanûn û prensîpên wî baş nas bikin û li gor wan bimeşin, emê wijdanê xwe baş perwerde bikin. Wijdanê me alî me dike ku em pê bihesin çi rast e û çi şaş e (Romayî 2:14, 15). Wijdanekî perwerdekirî alî me dike ku em qerarên baş bidin.

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Gelo pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz û wijdanê me çawa alî me dikin ku em qerarên baş bidin?

      3. Li gor rêberiya Kitêba Pîroz bimeşe

      Gava ku em qeraran didin, pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz çawa dikarin rê nîşanî me bidin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      VÎDEO: Li Gor Pîvan û Prensîpên Kitêba Pîroz Hereket Bike (5:54)

      • Îradeya azad çi ye?

      • Çima Yehowa îradeya azad daye me?

      • Ji bo ku em qerarên baş bidin, Yehowa çi daye me?

      Ji bo mîsaleke li ser pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz, Efesî 5:15, 16 bixwîne. Paşê sohbetê bikin ka tu çawa dikarî “ji fersenda vê demê îstifade” bikî …

      • ku tu her roj Kitêba Pîroz bixwînî.

      • ku tu bibî jin, mêr, dê, bav, keç yan kurekî baştir.

      • ku tu herî îbadetên Şahidên Yehowa.

      4. Wijdanê xwe perwerde bike ku tu qerarên baş bidî

      Eger di Kitêba Pîroz de li ser meseleyekê rasterast qanûnek hebe, wê ji bo me rihet be ku em qerareke baş bidin. Lê eger qanûnek tune be, gerek tu çi bikî? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: “Bila Wijdanê We Paqij Be” (5:13)

      • Xwişka me wijdanê xwe çawa perwerde kir ku qerareke baş bide û dilê Yehowa şa bike?

      Çima gerek em ji tu kesî nexwazin ku ew li şûna me qerarekê bide? Îbranî 5:14 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Belkî ya herî rihet ew e ku kesên din li şûna me qeraran bidin. Lê gerek em bi xwe çi ji hev derxin?

      • Kîjan hacetên lêkolînê dikarin alî te bikin ku tu wijdanê xwe perwerde bikî û qerarên baş bidî?

      Kesek li ser rê erebeyê dajo. Navîgasyona li ber wî alî wî dike ku ew li ser rêya rast bajo.

      Çawa ku xerîteyek alî me dike ku em rêya xwe bibînin, wijdanê me jî alî me dike ku em qerarên baş bidin

      5. Qedrê wijdanê kesên din bigire

      Çawa ku însan ji hev cuda ne, qerarên wan jî ji hev cuda ne. Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em qedrê qerar û wijdanê kesên din digirin? Bala xwe bide du mîsalan:

      Mîsal 1: Xwişkeke me pir jê hez dike ku xwe makyaj bike. Rojekê, ew mala xwe bar dike û diçe civateke din. Li wir xwişkên me ji makyaja zêde aciz dibin.

      Romayî 15:1 û 1. Korîntî 10:23, 24 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Li ser esasê van ayetan, xwişka me belkî qerareke çawa bide? Eger wijdanê te tiştekî qebûl dike, lê wijdanê kesekî din qet qebûl nake, gelo teyê çi bikira?

      Mîsal 2: Birayekî me dizane ku Kitêba Pîroz vexwarina alkolê qedexe nake. Lê dîsa jî, wî qerar daye ku alkolê venexwe. Rojekê, ew diçe mêvandariya birayekî û dibîne ku xwişk û bira alkolê vedixwin.

      Waiz 7:16 û Romayî 14:1, 10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Li ser esasê van ayetan, birayê me belkî qerareke çawa bide? Eger te bidîta ku kesekî din tiştekî dike ku wijdanê te jê aciz dibe, gelo teyê çi bikira?

      Çi dikare alî te bike ku tu qerarên baş bidî?

      Jinikek dua dike.

      1. Ji Yehowa re dua bike. Alîkariyê ji wî bixwaze (Aqûb 1:5).

      Eynî jinik bi alîkariya Kitêba Pîroz, weşanên li ser Kitêba Pîroz û kompîturekê lêkolînê dike.

      2. Lêkolîn bike. Di Kitêba Pîroz û weşanên me de li pîvan û prensîpên ku dikarin alî te bikin, bigere. Tu dikarî bi xwişk yan birayekî bitecrûbe bişêwirî.

      Eynî jinik difikire.

      3. Li ser netîceyê bifikire. Gelo qerara te wê li ser wijdanê te û yê kesên din çawa tesîr bike?

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez kîjan qerarê bidim, ezê bidim. Ez mîrê bi dilê xwe me. Kî çi dibêje bila bêje!”

      • Gava em qerarekê didin, çima gerek em li ser hîs û fikrên Xwedê û yên kesên din jî bifikirin?

      BI ÇEND GOTINAN

      Ji bo ku em qerarên baş bidin, gerek em pêşî fehm bikin ku Yehowa li ser meseleyekê çi difikire û paşê bifikirin ka qerara me wê li ser kesên din çawa tesîr bike.

      Tu çi elimî?

      • Tu çawa dikarî bi qerarên xwe dilê Yehowa xweş bikî?

      • Tu çawa dikarî wijdanê xwe perwerde bikî?

      • Tu çawa dikarî qedrê wijdanê kesên din bigirî?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Tu çawa dikarî bi qerarên xwe dostaniya xwe ya bi Xwedê re xurttir bikî?

      “Bi Qerarên Xwe Rûmetê Bide Xwedê” (Birca Çavdêriyê, 15 Nîsan 2011)

      Yehowa çawa şîretan dide me?

      Yehowa Rêberiya Xizmetkarên Xwe Dike (9:50)

      Çi alî zilamekî kir ku ew qerareke giran bide?

      Yehowa Tenê Tiştên Qenc Soz Dide (5:46)

      Eger di Kitêba Pîroz de li ser meseleyekê rasterast qanûnek tune be jî, em çawa dikarin dilê Yehowa şa bikin?

      “Gelo di Kitêba Pîroz de li ser Her Meseleyekê Qanûnek Heye?” (Birca Çavdêriyê, 1 Kanûn 2003)

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne