-
Yehowa Çawa Alî Me Dike ku Em Xizmeta Xwe Bînin Cih?Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2022 | Mijdar
-
-
4. Hêzekîêl muhtemelen ji kîjan gotinan qewet distand?
4 Gelo Îsraêliyan wê guh bidaya Hêzekîêl? Yehowa jê re wisa got: “Mala Îsraêlê [wê] nexwaze ku te guhdarî bike; ji ber naxwazin ku min guhdarî bikin” (Hêzekîêl 3:7). Bi vê yekê ku Îsraêliyan Hêzekîêl red dikir, wan bi eslê xwe Yehowa red dikir. Ji van gotinan, Hêzekîêl fehm dikir ku guhnedayîna xelkê nayê maneya ku ew pêxemberekî serneketî ye. Bi ser de, Yehowa ji Hêzekîêl re got ku gava hukmên ku wî îlan dikirin, bên cih, xelk wê bizanibe ku “di nav wan de peyxemberek heye” (Hêzekîêl 2:5; 33:33). Van gotinên Yehowa muhtemelen qewet dida Hêzekîêl ku ew xizmeta xwe bîne cih.
-
-
Yehowa Çawa Alî Me Dike ku Em Xizmeta Xwe Bînin Cih?Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2022 | Mijdar
-
-
8-9. (a) Yehowa ji Hêzekîêl re çi got? (b) Yehowa çawa qewet da Hêzekîêl ku ew bikaribe wezîfeya xwe bîne cih?
8 Yehowa ji Hêzekîêl re wisa got: “Lawê mirov, rabe ser pêlan ku ez bi te re biaxifim!” Vî emrî û ruhê Xwedê qewet da Hêzekîêl ku ew rabe. Wî nivîsî: “Ruh ket hundirê min û min li ser pêlan ve rakir” (Hêzekîêl 2:1, 2). Gava Hêzekîêl wezîfeya xwe dianî cih, “destê” Yehowa, yanî ruhê pîroz, her tim rêberiya wî dikir (Hêzekîêl 3:22; 8:1; 33:22; 37:1; 40:1). Ruhê Xwedê qewet dida Hêzekîêl ku ew wezîfeya xwe bîne cih û fermana Xwedê ji mirovên serhişk re îlan bike (Hêzekîêl 3:7). Yehowa ji Hêzekîêl re got: “Min rûyê te eynî wek rûyê wan û eniya te jî eynî wek eniya wan hişk kiriye. Min eniya te kiriye wek elmasekê û ji kevirê heste hişktir kiriye. … Ji wan netirse û di rûyê wan de bêzirav nebe” (Hêzekîêl 3:8, 9, NWT). Yanî, Yehowa bi eslê xwe ji Hêzekîêl re wisa digot: “Seba serhişkiya mirovan aciz nebe. Ezê te xurt bikim.”
-