KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • “Padîşahê Bakur” di Dema Dawiyê de
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2020 | Gulan
    • 8. Padîşahê başûr niha kî ye?

      8 Li dema Şerê Cîhanî yê Yekemîn, Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê peymaneke leşkerî danî. Bi wî awayî, ev du welat êdî bûn Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê. Wek Danîêl ji berê de gotibû, vî padîşahî ji xwe re ordiyeke xurt ava kir (Dan. 11:25). Di temamiya rojên dawîn de, hevalbendiya Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rola padîşahê başûr lîstiye.c Lê gelo padîşahê bakur kî ye?

      Di Pêxembertiyên Kitêba Pîroz de Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê

      Padîşahê başûr, yanî Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê, di pêxembertiyên Kitêba Pîroz de bi cure cure awayan tê temsîl kirin:

      • Lingên ji hesin û gilê.

        Lingên ji hesin û gilê (Dan. 2:41-43)

      • Serê cinawirekî bi striyan. Di nav striyên wî de, striyekî biçûk derdikeve, yêk dev û çavê wî hene.

        Striyekî ku ji serê cinawirekî derdikeve (Dan. 7:7, 8)

      • Cinawirekî bi deh strî û heft seran.

        Serê heftan a cinawir (Pey. 13:1)

      • Cinawirekî bi du striyan.

        Cinawirê bi du striyan (Pey. 13:11-15)

      • Avahiyên hikumetê, yên ku Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê temsîl dikin.

        “Pêxemberê derewîn” (Pey. 19:20)

      PADÎŞAHÊ BAKUR JI NÛ VE DERDIKEVE MEYDANÊ

      9. Padîşahê bakur kengê ji nû ve derket meydanê, û Danîêl 11:25 çawa hat cih?

      9 Di sala 1871ê de, salek piştî ku Russel û hevalên wî komeke ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz saz kiribû, padîşahê bakur ji nû ve derket meydanê. Wê salê, Împaratoriya Almanî bi destê Otto von Bismarck hat saz kirin. Padîşahê Prûsyayê Wilhelm I bû qeyserê pêşîn, û wî Bismarck wek serokwezîr tayîn kir.d Li salên piştî vê, Almanya gelek welatên li Afrîkayê û li Okyanûsa Pasîfîk bindest kirin û ji Brîtanyayê re bû reqîb (Danîêl 11:25 bixwîne). Piştî Brîtanyayê, ordiya Almanyayê bû ordiya herî mezin. Li Şerê Cîhanî yê Yekemîn, Almanyayê bi vê ordiyê hicumî dijminên xwe kir.

      10. Danîêl 11:25b, 26 çawa hat cih?

      10 Danîêl nîşan dabû ku çi wê bê serê Împaratoriya Almanî û ordiyên wê. Wî gotibû ku padîşahê bakur wê nikaribe ser piyan bisekine. Gelo çima? Kitêba Danîêl wisa dibêje: “Ji ber ku dê li dijî wî dek û dolaban deynin. Yên xwarina wî yî xweşik xwarine jî wî bişikînin” (Dan. 11:25b, 26a). Li rojên Danîêl, di nav ên ku “xwarinên xweşik” ên padîşah dixwarin de, memûrên padîşah hebûn (Dan. 1:5). Pêxemberî behsa hin fermandar, şêwirmend û memûrên qeyserê Almanyayê dike. Seba kirinên van kesan, qudreta padîşah sist bû. Di netîceyê de, padîşahî hat betal kirin, û hikumdariyeke din hat saz kirin.e Ji xeynî ketina împaratoriyê, pêxemberî ji berê de gotibû ku netîceya şerê bi padîşahê başûr re wê çi bibe. Pêxemberî di heqê padîşahê bakur de wisa dibêje: “Dê artêşa wî belav bibe û gellekan dê bên lêxistin û bikevin” (Dan. 11:26b). Bi rastî jî wisa bû. Li Şerê Cîhanî yê Yekemîn, ordiya Alman ‘belav bû’ û ‘hat lêxistin û ket’. Di vî şerî de, ji hemû şerên berê zêdetir însan hatin kuştin.

  • “Padîşahê Bakur” di Dema Dawiyê de
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2020 | Gulan
    • e Van kesan ketina împaratoriyê bi çend awayan bi lez kir. Mesela, wan destê xwe ji qeyser kişand, melûmatên veşartî yên di heqê ziyanên şer de eşkere kirin û zor li qeyser kir ku ew dev ji tehtê xwe berde.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne