KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • “Yên ku Gelekan Digihînin Rastdariyê”
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2022 | Îlon
    • 6. Piştî ku elaleta mezin ji tengahiya mezin sax derbas bibe, çi wê biqewime? (Ji bo mijara rabûna ji bo jiyana li rûyê erdê, li meqaleya “Pirsên Xwendevanan” a di vê kovarê de jî binêre.)

      6 Piştî ku elaleta mezin ji vê tengahiyê sax derbas bibe, çi wê biqewime? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Gelek kesên ku di axa sar de raketî ne wê hişyar bibin, hinek ji bo jiyana herheyî û hinek ji bo şerm û nefreta herheyî” (Danîêl 12:2, NWT). Berê, em difikirîn ku ev ayet behsa rabûneke sembolîk dike, yanî rabûna ruhî ya xizmetkarên Xwedê ya di rojên dawîn de.c Lê niha em fehm dikin ku ev ayet behsa rabûna miriyan dike, ya ku wê li dinyaya nû çêbe. Em çima wisa difikirin? Wek Eyûb 17:16 nîşan dide, gotina “ax” tê maneya “warê miriyan”, yanî mezel. Loma, em fehm dikin ku Danîêl 12:2 behsa rabûna miriyan dike, ya ku wê piştî xelasbûna rojên dawîn, yanî piştî cenga Harmegedonê biqewime.

      7. (a) Hinek wê çawa “ji bo jiyana herheyî” bên rakirin? (b) Rabûna wan çima “rabûneke çêtir” e?

      7 Wekî din, Danîêl 12:2 dibêje ku hin kes wê “ji bo jiyana herheyî” rabin. Maneya van gotinan ev e ku yên ku wê li dema 1.000 salî ji mirinê bên rakirin û Yehowa û Îsa Mesîh bi dewamî “nas bikin” û guh bidin wan, wê jiyana bêdawî bistînin (Yûhenna 17:3). Loma, rabûna wan wê “rabûneke çêtir” be, çimkî mirovên qisûrdar, ên ku li demên berê ji mirinê hatibûn rakirin paşê dîsa mirin (Îbranî 11:35, NWT).

      8. Hinek wê çawa “ji bo şerm û nefreta herheyî” bên rakirin?

      8 Gelo her kes wê bernameya hînkirinê ji Yehowa qebûl bike? Na. Kitêba Danîêl dibêje ku hinek wê “ji bo şerm û nefreta herheyî” rabin. Ji ber ku ewê serî hildin, navên wan wê di Kitêba Jiyanê de neyên nivîsandin, û ewê jiyana herheyî nestînin, lê heta bi hetayê tune bin. Yanî, Danîêl 12:2 eşkere dike ku li ser esasê tiştên ku ewê piştî rabûna ji mirinê bikin, aqûbeta wan wê çi bed (Peyxam 20:12). Hinek wê jiyana herheyî bistînin, lê hinek wê jiyana herheyî nestînin.

  • “Yên ku Gelekan Digihînin Rastdariyê”
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2022 | Îlon
    • a Ev meqale nêrîna me ya li ser bernameya hînkirinê, ya ku Danîêl 12:2, 3 behsa wê dike, serrast dike. Emê bibînin ku ev bername wê kengê bê derbaskirin û kî wê tev lê bibe. Wekî din, emê bibînin ku ev bernameya hînkirinê wê kesên ku li rûyê erdê dijîn çawa ji bo îmtihana dawîn a li dawiya Hukimdariya Hezarsalî hazir bike.

  • “Yên ku Gelekan Digihînin Rastdariyê”
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2022 | Îlon
    • c Ev îzaha nû melûmata beşa 17an a kitêba Pay Attention to Daniel’s Prophecy! û kovara The Watchtower a 1 Tîrmeh 1987, rûp. 21-25 (bi zimanê Îngilîzî) serrast dike.

      d Ji aliyê din ve, gotinên “yên rast û nerast”, ên ku di Karên Şandiyan 24:15 de derbas dibin, û gotinên “yên ku qencî kirine” û “yên ku xerabî kirine”, yên ku di Yûhenna 5:29 de derbas dibin, behsa hal û hereketên kesên rakirî yên berî mirinê dikin.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne