-
Padîşahiya Xwedê Çi ye?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
Padîşahiya Xwedê di Kitêba Pîroz de cihekî esasî digire. Yehowa dixwaze bi destê Padîşahiya xwe dinyayê bike cenet. Gelo Padîşahiya Xwedê çi ye? Em ji ku dizanin ku ew îro hukim dajo? Padîşahiya Xwedê heta niha çi kiriye? Û ewê di pêşerojê de çi bike? Ev ders û her du dersên din cewabên van pirsan didin.
1. Padîşahiya Xwedê çi ye, û Padîşahê wê kî ye?
Padîşahiya Xwedê hukûmeteke heqîqî ye û Yehowa ew ava kiriye. Padîşahê vê hukûmetê Îsa Mesîh e, û ew ji ezmanan hukim dajo (Meta 4:17; Yûhena 18:36). Kitêba Pîroz dibêje: “Ewê her û her … padîşahiyê bike” (Lûqa 1:32, 33). Padîşahê Padîşahiya Xwedê, yanî Îsa Mesîh, wê li ser temamiya dinyayê hukim bajo.
2. Kî bi Îsa Mesîh re hukim dajo?
Îsa Mesîh ne bi tena serê xwe hukim dajo. Însanên “ji her bavikî, ji her zimanî, ji her gel û ji her miletî … ewê li ser dinyayê padîşahiyê bikin” (Peyxam 5:9, 10). Gelo çend kes wê bi Îsa Mesîh re hukim bajon? Ji wexta ku Îsa Mesîh hatibû ser rûyê erdê û vir ve, bi milyonan însan li ser rêya wî dimeşin. Lê tenê 144.000 însan diçin ezmên ku bi Îsa Mesîh re hukim bajon (Peyxam 14:1-4 bixwîne). Hemû însanên din wê wek welatiyên Padîşahiya Xwedê li ser rûyê erdê bijîn (Zebûr 37:29).
3. Padîşahiya Xwedê çima ji hemû hukûmetên dinyayê çêtir e?
Hin hukimdarên dinyayê hewl didin ku ji bo welatiyên xwe tiştên qenc bikin, lê qeweta wan nagihîje her tiştê ku dixwazin bikin. Li dinyayê hukimdarek tê û yek diçe, û dibe ku hukimdarê nû ji bo xêra welatiyên xwe hukim neajo. Lê belê, tu kes wê cihê hukimdarê Padîşahiya Xwedê, yanî cihê Îsa Mesîh, negire. Xwedê padîşahiyeke wisa ava kiriye ku tu caran hilnaweşe (Danîêl 2:44). Îsa Mesîh wê li ser temamiya erdê hukim bajo, û ewê bê ferq û bê cudahî ji her kesî re qenc be. Ew hukimdarekî dilovan, qenc û adil e, û ewê însanan bielimîne ku ew ji hevdû hez bikin, ji hevdû re qenc û adil bin (Îşaya 11:9 bixwîne).
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Çima Padîşahiya Xwedê ji hemû hukûmetên dinyayê çêtir e?
4. Hukûmeteke biqudret wê li ser temamiya dinyayê hukim bajo
Qudreta Îsa Mesîh ji qudreta hemû hukimdarên di tarîxê de mezintir e. Meta 28:18 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çima Îsa Mesîh ji hemû hukimdarên dinyayê xurttir e?
Hukûmetên dinyayê tên û diçin, û ew tenê li ser perçeyekî dinyayê hukim dajon. Lê hukûmeta Padîşahiya Xwedê çawa ye? Danîêl 7:14 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Çima baş e ku Padîşahiya Xwedê wê tu caran hilneweşe?
Çima baş e ku ewê li temamiya dinyayê hukim bajo?
5. Ji însanan re hukûmeteke nû lazim e
Çima gerek Padîşahiya Xwedê şûna hukûmetên dinyayê bigire? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Gelo hukûmetên dinyayê hewcedariyên însanan têr dikin?
Waiz 8:9 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Tu çi dibêjî, çima lazim e ku Padîşahiya Xwedê cihê hukûmetên dinyayê bigire?
6. Hukimdarên Padîşahiya Xwedê ji halê me fehm dikin
Ji ber ku Padîşahê me, Îsa Mesîh, wek însan li ser rûyê erdê jiyabû, ew ji halê me û ji kêmasiyên me jî rind fehm dike (Îbranî 4:15). Yehowa Xwedê 144.000 kes hilbijartine ku bi Îsa Mesîh re hukim bajon. Ev jin û mêrên dilsoz “ji her bavikî, ji her zimanî, ji her gel û ji her miletî” tên hilbijartin (Peyxam 5:9).
Îsa Mesîh û hevhukimdarên wî dizanin ku jiyana însanekî çawa ye. Gelo ev fikir dilê te rihet dike?
Yehowa jin û mêrên ji hemû kok û miletan hilbijartine ku bi Îsa Mesîh re hukim bajon
7. Qanûnên Padîşahiya Xwedê pir xweş in
Hukûmet ji bo xêr û selametiya welatiyên xwe qanûnan derdixin. Qanûnên Padîşahiya Xwedê jî hene, û gerek welatiyên wê li gor wan bimeşin. 1. Korîntî 6:9-11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Tu çi dibêjî, eger her kesî li gor van qanûnên Xwedê hereket bikira, halê dinyayê wê çawa bûya?a
Tu çi dibêjî, gelo heqê Yehowa heye ku ji bo welatiyên Padîşahiya xwe qanûnan derxe?
Gelo însanên ku guh nadin van qanûnan dikarin xwe biguherînin? (Li ayeta 11an binêre.)
Hukûmet ji bo xêr û selametiya welatiyên xwe qanûnan derdixin. Lê qanûnên Padîşahiya Xwedê ji van qanûnan çêtir in
BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Padîşahiya Xwedê çi ye?”
Teyê çawa cewab bidaya?
BI ÇEND GOTINAN
Padîşahiya Xwedê hukûmeteke heqîqî ye û ewê ji ezmanan li ser temamiya dinyayê hukim bajo.
Tu çi elimî?
Hukimdarên Padîşahiya Xwedê kî ne?
Çima Padîşahiya Xwedê ji hemû hukûmetên dinyayê çêtir e?
Yehowa ji welatiyên Padîşahiya xwe dixwaze ku ew çi bikin?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Padîşahiya Xwedê li ku ye? Îsa Mesîh çi gotibû?
“Gelo Padîşahiya Xwedê Tiştekî di Dilê Mirov de ye?” (Meqaleya Înternetê)
Çima Şahidên Yehowa berî hukûmetên însanan ji Padîşahiya Xwedê re dilsoz dimînin?
Kitêba Pîroz li ser 144.000 hevhukimdarên Îsa Mesîh çi dibêje?
Jinikeke hebskirî çawa gihîşt vê qenaetê ku tenê Xwedê dikare dinyayeke adil ava bike?
“Ez Pê Hesiyam ku Bêedaletî wê Nemîne” (Hişyar Bin!, Mijdar 2011)
a Di Qismê 3yan de, hin ji van qanûn û pîvanên Xwedê tên şîrovekirin.
-
-
Padîşahiya Xwedê wê Çi Bike?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
Padîşahiya Xwedê êdî hukim dajo. Di wexteke nêzîk de, Padîşahiya Xwedê wê halê dinyayê bi temamî biguherîne. Rojên xweş û geş li benda me ne! Ka em binêrin ku Padîşahiya Xwedê wê ji bo me çi bike.
1. Padîşahiya Xwedê wê çawa aştî û edaletê li dinyayê çêke?
Îsa Mesîh wê hemû însanên xerab û hukûmetên dinyayê di şerê Harmegedonê de tune bike (Peyxam 16:14, 16). Wê çaxê, ev soza Xwedê wê bê cih: “Di nêz de wê dawiya yê xerab bê” (Zebûr 37:10). Ji ber ku Îsa Mesîh Padîşahê Padîşahiya Xwedê ye, ewê aştî û edaletê bîne dinyayê (Îşaya 11:4 bixwîne).
2. Gava ku daxwaza Xwedê li ser rûyê erdê bê cih, jiyan wê çawa be?
Di bin hukmê Padîşahiya Xwedê de, “kesên rast wê rûyê erdê, bi mîrasî bistînin û her û her li ser bijîn” (Zebûr 37:29, Wergera Weşanên Do). Xeyal bike ku jiyana me wê çi qas xweş be! Tenê kesên rast wê li dinyayê hebin. Ewê ji Yehowa û ji hevdû hez bikin. Tu kes wê nexweş nekeve, û her kes wê heta bi hetayê bijî.
3. Piştî tunekirina însanên xerab, Padîşahiya Xwedê wê çi bike?
Piştî tunekirina însanên xerab, Padîşahê me, Îsa Mesîh, wê ji bo 1.000 salî hukim bajo. Di wê wextê de, Îsa Mesîh û 144.000 hevhukimdarên wî wê alî însanan bikin ku ew gav bi gav bigihîjin bêqisûriyê. Di dawiya 1.000 salî de, temamiya dinyayê wê bibe ceneteke bedew. Hemû însan wê bextewar bin, çimkî ewê guh bidin Yehowa Xwedê. Dû re, Îsa Mesîh wê hukimdariyê teslîmî destê Bavê xwe Yehowa bike. Hingê, navê Yehowa Xwedê wê bi temamî bê pîrozkirin (Meta 6:9, 10). Ev yek jî wê bê îsbatkirin: Yehowa Hukimdarê herî baş e, ew bi rastî xema xizmetkarên xwe dixwe. Paşê, Yehowa wê Şeytan, cinan û hemû kesên ku li hemberî hukimdariya wî serî radikin, helak bike (Peyxam 20:7-10). Û ev halê pir xweş wê heta bi hetayê dewam bike.
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Çima em dikarin bawer bikin ku Yehowa Xwedê wê bi destê Padîşahiya xwe hemû sozên xwe bîne cih?
4. Padîşahiya Xwedê wê hukûmetên dinyayê tune bike
“Serweriya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara wî ye” (Waiz 8:9). Lê Yehowa wê bi destê Padîşahiya xwe vê neheqiyê bi dawî bike.
Danîêl 2:44 û 2. Selanîkî 1:6-8 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Yehowa Xwedê û Kurê wî, Îsa Mesîh, wê çi bînin serê hukûmetên însanan û alîgirên wan?
Heta niha, tu li ser Yehowa û Îsa Mesîh hînî gelek tiştan bûyî. Tu çima dikarî bawer bî ku ewê bi awayekî adil hereket bikin?
5. Îsa Mesîh Padîşahê herî baş e
Padîşahê me, Îsa Mesîh, wê ji bo xêra însanan gelek tiştên baş bike. Ew hem dixwaze û hem jî qudreta wî heye ku alî însanan bike, çimkî Yehowa Xwedê çavkaniya qudreta wî ye. VÎDEOYÊ vêxe û bibîne ku Îsa Mesîh ev yek çawa nîşan daye.
Wexta ku Îsa Mesîh li dinyayê bû, wî nîşan da ku ewê di pêşerojê de çi bike. Ji nav van xêr û bereketan, kêfa te herî zêde ji kîjanê re tê? Van ayetan bixwîne û li ser wan bifikire:
WEXTA KU ÎSA MESÎH LI DINYAYÊ BÛ, …
JI EZMANAN, ÎSA MESÎH WÊ …
wî hêza tebîetê kontrol dikir (Marqos 4:36-41).
hemû problemên tebîetê safî bike (Îşaya 35:1, 2).
wî bi mucîzeyekê bi hezaran kes têr kiribûn (Meta 14:17-21).
xela û birçîtiyê tune bike (Zebûr 72:16).
wî gelek kesên nexweş qenc dikirin (Lûqa 18:35-43).
siheta bêqisûr bide her kesî (Îşaya 33:24).
wî kesên mirî vegerandin jiyanê (Lûqa 8:49-55).
miriyan rake û mirinê tune bike (Peyxam 21:3, 4).
6. Rojên xweş û geş li benda me ne
Yehowa dixwaze ku însan heta bi hetayê di ceneta li ser rûyê erdê de bijîn. Ewê bi destê Padîşahiya xwe vê mexseda xwe ya eslî bîne cih. VÎDEOYÊ vêxe û bibîne ku Yehowa wê bi destê Kurê xwe, Îsa Mesîh, çi bike.
Zebûr 145:16 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Fikra ku Yehowa wê daxwaza hemû mexlûqatên xwe bîne cih, li ser te çawa tesîr dike?
HINEK WISA DIBÊJIN: “Eger hemû însan nebin yek, emê herin yek bi yek.”
Hukûmetên dinyayê nikarin kîjan probleman çareser bikin? Lê Padîşahiya Xwedê wê problemên dinyayê çawa çareser bike?
BI ÇEND GOTINAN
Padîşahiya Xwedê wê hemû hedefên xwe bîne cih. Ewê tevahiya dinyayê bike cenet. Însanên baş wê li ser rûyê erdê bijîn. Ewê heta bi hetayê ji Yehowa re îbadetê bikin.
Tu çi elimî?
Padîşahiya Xwedê wê navê Yehowa çawa pîroz bike?
Em çima dikarin bawer bikin ku Padîşahiya Xwedê wê hemû sozên Xwedê bîne cih?
Ji nav xêr û bereketên Padîşahiya Xwedê, dilê te dixwaze kîjanê bibîne?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Harmegedon çi ye?
Çi wê di tengasiya mezin de biqewime? (Meta 24:21)
Dê û bav û zarok xeyal dikin ku ew di cenetê de dijîn.
Serhildêrekî siyasî çawa cewabên pirsên xwe dîtine? Bala xwe bide meqaleya bi navê “Gelek Pirs û Meseleyan Hişê Min Xwaribû.”
“Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” (Birca Çavdêriyê, 1 Çile 2012)
-