XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 1. MÛSA 9-11
‘Hemû Dinya Yek Zimanî Dipeyivî’
11:1-4, 6-9
Li Babîlê, Yehowa zimanê însanan tev li hev kir û însanên neguhdar li seranserê dinyayê belav kirin. Îro, Yehowa ji hemû milet û zimanan elaleteke mezin top dike û “zimanê paqij” dide wan ji bo ku ew bi hev re ji Yehowa re xizmetê bikin (Tsf 3:9, WDN; Py 7:9). Ev “zimanê paqij”, rastiya di heqê Yehowa û armancên wî de ye, ya ku li Kitêba Pîroz tê nîşan dayîn.
Ji bo ku mirov zimanekî nû hîn bibe, ne bes e ku ew tenê peyvên nû ezber bike. Lazim e ku ew bi awayekî nû bifikire. Mîna vê, gava em zimanê rastiyê hîn dibin, hişê me tê guhertin (Rm 12:2). Ev guhertin her tim berdewam dike û di nav xizmetkarên Xwedê de yekîtiyê tîne meydanê (1Kr 1:10).