-
Dersên ku em ji Dîtiniyên Zekerya DistîninBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Cotmeh
-
-
16. (a) Zekerya paşê çi dît? (Li resmê 3yan ya serê meqaleyê binêre.) (b) Pîrekên bi baskan zembîle dibin ku derê?
16 Paşê, du pîrekên bi baskên mîna baskên leglegan xuya dibin (Zekerya 5:9-11 bixwîne). Ev pîrek, ji pîreka li hundirê zembîlê çi qas cuda ne! Bi baskên xwe yên biqewet, ew dadikevin û zembîla ku tê de “Xerabî” heye hildidin. Ew wê dibin ku derê? Xerabî tê birin “warê Şînarê” – yanî Babîlê. Lê ew çima zembîle dibin Babîlê?
17, 18. (a) Şînar çima ji bo ‘Xerabiyê’ cihekî munasîb e? (b) Mesûliyeta me çi ye?
17 Di dema Zekerya de, Şînar ji bo hebskirina Xerabiyê cihekî munasîb bû. Wî û Îsraêliyan zanibû ku Babîl cihekî çi qas xerab e. Seba pûtperestiya wê derê, lazim bû ku xizmetkarên Xwedê her roj mucadele bikin ku ew ji Yehowa re dilsoz bimînin. Lê ev dîtinî ew rihet dikirin û temînat dida wan ku Yehowa wê pakiya îbadeta rast biparêze.
18 Wekî din, vê dîtiniyê nîşanî wan da ku gerek ew jî pakiya îbadeta Yehowa biparêzin. Lazim bû ku ew îzin nedin ku xerabî têkeve li nav xizmetkarên Xwedê. Teşkîlata Xwedê pak e, me diparêze û me bi hezkirinê xwedî dike. Mesûliyeta me ev e ku em bi hev re bixebitin ku teşkîlata Xwedê her tim pak bimîne. Ma em naxwazin pakiya “mala xwe” biparêzin? Belê, gerek em her cure xerabiyê ji ceneta ruhî dûr bixin.
-