Qîmetê Bide Zewacê
“Yên ku Xwedê ew kirine yek, bila mirov wan ji hevdû veneqetînin” (MAR. 10:9).
1, 2. Li gor Îbranî 13:4, gerek em çi bikin?
EM GIŞT dixwazin hurmetê bidin Yehowa. Xwedê hêjayî hurmeta me ye, û ew soz dide ku ewê jî hurmetê bide me (1. Sam. 2:30; Mtl. 3:9; Pey. 4:11). Ji xeynî vê, Xwedê dixwaze ku em hurmetê bidin kesên din jî. Mesela, gerek em hurmetê bidin memûrên dewletê (Rom. 12:10; 13:7). Wekî din, gerek em hurmetê bidin zewacê.
2 Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Bila her kes bi hurmet li zewacê binêre û bila nivîna zewacê bêleke be” (Îbr. 13:4). Bi van gotinan, Pawlos nîşan da ku gerek em hurmet û qîmetê bidin zewacê. Gelo tu li zewaca xwe û li zewaca kesên din wisa dinêrî?
3. Îsa der heqê zewacê de çi got? (Li resmê ewilî binêre.)
3 Îsa Mesîh jî hurmet dida zewacê. Gava Ferîsiyan ji Îsa pirsî ka ew li hevberdanê çawa dinêre, wî bala wan kişand ser gotinên Xwedê der heqê zewaca pêşîn de: “Ji ber vê yekê mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek û herdu jî wê bibin bedenek.” Paşê, Îsa wisa got: “Yên ku Xwedê ew kirine yek, bila mirov wan ji hevdû veneqetînin” (Marqos 10:2-12 bixwîne; 1. Mû. 2:24).
4. Bi nêrîna Yehowa, standarda zewacê çi ye?
4 Bi vî awayî, Îsa nîşan da ku zewac ji aliyê Xwedê ve hatiye saz kirin, û Xwedê dixwaze ku zewac daîm be. Gava Xwedê Adem û Hewa kirin jin û mêr, wî negot ku ew dikarin hev berdin. Wî dixwest ku “herdu” heta bi hetayê bi hev re bimînin.
GUHARTINÊN JI BO DEMEKÊ
5. Mirin li ser zewacê çawa tesîr dike?
5 Gunehê Adem bûye sebeba gelek guhartinan. Mesela, însan êdî dimirin, û mirin li ser zewacê jî tesîr dike. Ji ber vê yekê, Pawlosê şandî got ku mirin, dawiya zewacê ye. Loma, jinebî an mêrebî dikare bi kesekî din re bizewice (Rom. 7:1-3).
6. Qanûna Mûsa nêrîna Xwedê ya li ser zewacê çawa eyan dikir?
6 Li Qanûna ku Xwedê da miletê Îsraêl, çend qanûnên der heqê zewacê de hebûn. Li wê demê, gelek mirovan êdî ji xwe re çend jin dianîn. Xwedê her çi qas zewacên wisa qedexe nedikirin jî, wî qanûn derxistin ku jin û zarok ji zilmê bên parastin. Mesela, eger zilamekî zewicî ji xwe re jinikeke din bianiya, Qanûna Mûsa digot ku gerek zilam li hewcedariyên jina xwe ya pêşîn jî binêre. Yanî, Xwedê dixwest ku zilam pîreka xwe ya pêşîn biparêze û wê xwedî bike (2. Mû. 21:9, 10). Îro, em ne di bin Qanûna Mûsa de ne. Dîsa jî, em dikarin bibînin ku Yehowa li demên berê çawa bala xwe dabû zewacê. Ma ev yek alî me nake ku em zêdetir hurmetê bidin zewacê?
7, 8. (a) Qanûna Mûsa der heqê hevberdanê de çi digot? (b) Yehowa li hevberdanê çawa dinêre?
7 Gelo Qanûna Mûsa îzin dida ku jin û mêr hev berdin? Yehowa her çi qas nedixwest ku jin û mêr hev berdin, wî îzin da ku mêr jina xwe berde eger wî “di wê de tiştekî şermezariyê dîtiye” (5. Mûsa 24:1 bixwîne). Qanûnê nedigot ku “tiştekî şermezariyê” çi ye, lê belê wisa tê fehm kirin ku ev yek dihat maneya tiştekî eyb û giran, yanî ne tenê şaşiyeke biçûk (5. Mû. 23:14). Çi heyf e ku li rojên Îsa, Cihûyan jinên xwe “bi her sedemî” berdidan (Met. 19:3). Em helbet naxwazin mîna wan bikin.
8 Li rojên Maleyaxî pêxember, gelek zilaman pîrekên xwe bi xayîntî berdidan, belkî ji bo ku ew karibin ji xwe re jinên ciwan ên miletên din bînin. Pêxember bi zelalî got ku Xwedê ji hevberdanê nefret dike (Malx. 2:14-16). Ev yek bi van gotinên Kitêba Pîroz ên li ser zewaca pêşîn ve hevgirtî ye: “[Zilam wê] bi jina xwe ve bê girêdan û ew dê bibin bedenek” (1. Mû. 2:24). Îsa jî wek Bavê xwe difikirî û wisa got: “Yên ku Xwedê ew kirine yek, bila mirov wan ji hevdû veneqetînin” (Met. 19:6).
JI BO HEVBERDANÊ TENÊ SEBEBEK HEYE
9. Li Marqos 10:11, 12, Îsa çi dixwest bigota?
9 Gelo Xwedê îro îzin dide ku jin û mêr hev berdin û bi kesekî din re bizewicin? Îsa wisa got: “Kî ku jina xwe berde û bi yeke din re bizewice, li hember wê zînayê dike. Û eger jin jî mêrê xwe berde û bi yekî din re bizewice, zînayê dike” (Mar. 10:11, 12; Lûqa 16:18). Xuya ye ku Îsa hurmet dida zewacê, û wî dixwest ku kesên din jî wisa bikin. Li gor gotinên Îsa, eger jin û mêr bê sebeba zînayê hev berdin û bi kesekî din re bizewicin, ew zînayê dikin, çimkî hevberdaneke wisa zewacê naqedîne. Di çavê Xwedê de, ev jin û mêr hê jî “bedenek” in. Ji xeynî vê, Îsa got ku eger mêr jina xwe ya dilsoz berde, ev yek dikare bibe sebeb ku jin bikeve zînayê. Çima? Li rojên Îsa, ji bo jinên bêmêr pir zor bû ku debar bikin. Loma, dibe ku jinê xwe mecbûr hesab bikira ku dîsa mêr bike. Îcar zewaca nû di çavê Xwedê de wê bibûya zîna.
10. Li gor Kitêba Pîroz, tenê kîjan sebeb heye ku mirov jin an mêrê xwe berde û bi kesekî din re bizewice?
10 Îsa nîşan da ku ji bo hevberdanê tenê çi sebeb heye: “Ez ji we re dibêjim, kî ku ji zînayê (bi Yewnanî: porneîa) pê ve bi sedemekî din jina xwe berde û yeke din bîne, zînayê dike” (Met. 19:9). Li Weaza li ser Çiyê jî, Îsa ev yek gotibû (Met. 5:31, 32). Li her du ayetan, Îsa behsa “zînayê” kir. Peyva Yewnanî tê maneya hemû cureyên bêexlaqiya cinsî – wekî zîna, fahîşetî, minasabetên cinsî li nav kesên nezewicî, homoseksueltî an minasebetên cinsî bi heywanan re. Eger zilam bêexlaqiya cinsî bike, pîreka wî dikare wî berde. Eger pîrek wî berde, zewac wê êdî di çavê Xwedê de biqede.
11. Eger ji bo hevberdanê sebebeke li gor Kitêba Pîroz hebe, gelo ferz e ku şagirtekî Îsa jin an mêrê xwe berde?
11 Îsa negot ku eger jin an mêr bêexlaqiya cinsî bike, hevberdan ferz e. Mesela, eger zilam bêexlaqî kiribe jî, pîreka wî dikare bi wî re bimîne. Dibe ku ew hê ji wî hez dike û hazir e ku wî efû bike. Helbet eger pîrek zilamê xwe berde, lê ji nû ve mêr neke, dibe ku ew rastî tengahiyan bê. Mesela, gerek ew li ser van pirsan bifikire: Ezê çawa debara xwe bikim? Gelo tenêbûn wê ji min re zor bê? Hevberdan wê li ser zarokan çawa tesîr bike? Gelo wê zor be ku ez bi tena serê xwe zarokan li riya rastiyê mezin bikim? (1. Kor. 7:14). Belê, aşîkar e ku hevberdan dikare tengahiyê bîne.
12, 13. (a) Di zewaca Hoşeya de çi qewimî? (b) Hoşeya pîreka xwe Gomer çima dîsa qebûl kir, û ji vê em çi dielimin?
12 Serpêhatiya Hoşeya pêxember jî eyan dike ku Xwedê li zewacê çawa dinêre. Xwedê emir da Hoşeya ku ew Gomerê ji xwe re bike jin. Gomer wê bibûya pîrekeke xerab, a ku bi zînayê zarok bianiyana dinyayê. Gomer “ducanî bû û lawekî [ji Hoşeya re] anî dinê” (Hoş. 1:2, 3). Paşê dîsa qîzek û kurekî Gomerê çêbûn. Bi îhtimaleke mezin, ew ne zarokên Hoşeya bûn. Gomerê çend caran zîna kir, lê Hoşeya ew dîsa jî berneda. Paşê, Gomer ji Hoşeya reviya û bû kole. Dîsa jî, Hoşeya ew ji xwe re kirî (Hoş. 3:1, 2). Bi saya serpêhatiya Hoşeya, Yehowa nîşan dida ku wî zînaya ruhî ya miletê Îsraêl çend caran efû kiribû. Em ji vê dikarin çi dersê bistînin?
13 Eger jin an mêrê şagirtekî Îsa zînayê bike, çi wê biqewime? Li gor gotinên Îsa, kesê bêsûc dikare kesê zînakar berde û bi kesekî din re bizewice an jî jin an mêrê xwe efû bike. Hoşeya pîreka xwe Gomer dîsa qebûl kir. Piştî ku Gomer vegeriya ba Hoşeya, wî ji wê re got ku gerek ew êdî bêexlaqiyê neke. Hoşeya heta wextekê tevî pîreka xwe ranediket (Hoş. 3:3). Lê belê xuya ye ku bi zeman re, Hoşeya dîsa tevî wê radiket. Serpêhatiya Hoşeya temsîl dikir ku Xwedê hazir bû ku miletê Îsraêl efû bike û dîsa qebûl bike (Hoş. 1:11; 3:3-5). Ji vê em der heqê zewacê de çi dielimin? Eger kesê bêsûc ji nû ve tevî jin an mêrê xwe rakeve, ev yek tê maneya ku wî ew efû kiriye (1. Kor. 7:3, 5). Loma ji bo hevberdanê êdî sebeb tune. Piştî vê, jin û mêr gerek xîret bikin ku ew wek Xwedê li zewacê binêrin.
PROBLEM HEBE JÎ, HURMETÊ BIDIN HEVDÛ
14. Li gor 1. Korîntî 7:10, 11, dibe ku di zewacê de çi biqewime?
14 Lazim e ku hemû şagirtên Îsa wek Îsa û Yehowa hurmetê bidin zewacê. Çi heyf e ku hin jin û mêr seba qisûrdariya xwe carinan hurmetê nadin hevdû (Rom. 7:18-23). Loma em şaş namînin ku li sedsala yekê, hin şagirtên Îsa di zewaca xwe de rastî probleman hatin. Pawlos nivîsî ku “bila jin dev ji mêrê xwe bernede”. Dîsa jî, hin kesan hev berdida (1. Korîntî 7:10, 11 bixwîne).
Jin û mêr çawa dikarin problemên zewacê hel bikin? (Li paragrafa 15an binêre)
15, 16. (a) Eger di zewacê de problem hebe, armanca jin û mêr gerek çi be, û çima? (b) Eger jin an mêr ne xizmetkarê Yehowa be, Kitêba Pîroz çi rêberiyê dide?
15 Li van ayetan, Pawlos nabêje ku hin cotên zewicî çima bê hevberdana resmî ji hev cihê dibin. Xuya ye ku problem ne ev e ku zilam zîna kiriye û sebeba pîrekê heye ku zilamê xwe berde û ji nû ve mêr bike. Pawlos nivîsî ku eger pîrek ji zilamê xwe bi vî awayî cihê bûye, gerek ew “bê mêr bimîne, an jî bila bi mêrê xwe re li hev bê”. Li gor van gotinan, ev jin û mêr di çavê Xwedê de hê “bedenek” in. Pawlos şîret da ku problem çi be jî, eger zîna nehatibe kirin, wê baş be ku ew dîsa li hev bên. Mesela, ew dikarin ji kalên civatê alîkariyê bixwazin. Lazim e ku kalên civatê aliyê jin an mêr negirin, lê tenê li gor Kitêba Pîroz şîretan bidin.
16 Eger jin an mêr ne xizmetkarê Yehowa be, dibe ku di zewacê de problem zêde bin. Îcar eger problem hebe, gelo jin û mêr dikarin ji hev cihê bin? Wek me dîtiye, Kitêba Pîroz bi sebeba zînayê îznê dide hevberdanê, lê belê Kitêba Pîroz behsa sebebên cihêbûnê nake. Pawlos wisa nivîsî: “Eger mêrê jinekê yê ku baweriyê nayne hebe û razî be ku bi wê re bimîne, bila wî bernede” (1. Kor. 7:12, 13). Ev rêberî ji bo me jî bifeyde ye.
17, 18. Hin şagirtên Îsa çima jin an mêrê xwe terk nekiriye?
17 Helbet dibe ku “mêrê jinekê yê ku baweriyê nayne” êdî ne “razî be ku bi wê re bimîne”. Dibe ku zilam yekî zordar be û xwişka me ji bo saxî û selametiya canê xwe bitirse. An jî dibe ku zilam li malbata xwe nenêre an siheta ruhî ya xwişka me bavêje talûkeyê. Seba problemên wisa, hin xwişkên me qerar daye ku ji zilamê xwe cihê bin ji ber ku zilam bi eslê xwe ne ‘razî ye ku bi wê re bimîne’. Lê belê hinekan dîsa jî zilamê xwe terk nekiriye, lê sebir û xîret kiriye ku problem hel bibe. Çima?
18 Jin û mêr her çi qas cihê bin jî, ew hê zewicî ne. Wek me berê dîtibû, kesên ku ji jin an mêrê xwe cihê dibin carinan dikevin tengahiyê. Ji xeynî vê, Pawlosê şandî behsa sebebeke din kir ku ew bi hev re bimînin. Wî got: “Mêrê ku baweriyê nayne, bi jina xwe tê pîrozkirin, jina ku bawer nake jî bi wî birayê ku mêrê wê ye tê pîrozkirin. Nexwe zarokên we murdar diman; lê niha pîroz in” (1. Kor. 7:14). Gelek xwişk û birayên dilsoz li hemberî tengahiyan tevî jin an mêre xwe mane. Bi zeman re, hinek ji wan bûn Şahidên Yehowa (1. Korîntî 7:16 bixwîne; 1. Ptr. 3:1, 2).
19. Di civatê de, zewacên bextewar çima ew qas pir in?
19 Îsa li ser hevberdanê şîret da, û Pawlosê şandî li ser cihêbûnê şîret da. Hem Îsa hem Pawlos dixwest ku xizmetkarên Xwedê hurmetê bidin zewacê. Îro, di nav xizmetkarên Xwedê de gelek zewacên bextewar hene. Bi îhtimaleke mezin, di civata te de jî gelek cotên wisa hene. Di van zewacan de, jin û mêr bi hurmet û hezkirinê bi hev ve girêdayî ne. Em şa ne ku bi milyonan kes li gor van gotinên Xwedê dijîn: “Loma mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek û herdu jî wê bibin bedenek” (Ef. 5:31, 33).