-
Bila Em Bibin Yek, Çawa ku Yehowa û Îsa Yek inBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2018 | Hezîran
-
-
PANZEHÎRA PÊŞHIKUMAN: HEZKIRIN Û DILNIZMÎ
8. Bingeheke muhîm a yekîtiya şagirtên Îsa çi ye?
8 Bingeha yekîtiya me çi ye? Îsa ji şagirtên xwe re wisa got: “Hûn hemû bira ne” (Metta 23:8, 9 bixwîne). Helbet, ji ber ku em hemû zarokên Adem in, hemû mirov xwişk û birayên hev in (Kar. 17:26). Ji xeynî vê, Îsa nîşan da ku şagirtên wî xwişk û birayên hev in ji ber ku ew Yehowa wek Bavê xwe qebûl dikin (Met. 12:50). Wekî din, ew ketibûn malbateke mezin, a ku bi saya hezkirin û baweriyê bû xwediyê yekîtiyê. Loma, şandiyên Îsa di nameyên xwe de şagirtên din wek ‘xwişk û bira’ bi nav dikirin (Rom. 1:13; 1. Ptr. 2:17; 1. Yûh. 3:13).a
-
-
Bila Em Bibin Yek, Çawa ku Yehowa û Îsa Yek inBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2018 | Hezîran
-
-
a Peyva “bira” ji bo jinên li civatê jî tê bi kar anîn. Pawlos nameya xwe ji birayên li Romayê re şand. Di vê nameyê de, wî behsa çend xwişkan jî kir (Rom. 16:3, 6, 12). Birca Çavdêriyê jî şagirtên Îsa wek ‘xwişk û bira’ bi nav dike.
-