KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Xebera Xêrê Çawa Tê Belavkirin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Ders 21. Zilamek li ber erebeya weşanan bi du Şahidên Yehowa re li ser xebera xêrê sohbetê dike.

      DERS 21

      Xebera Xêrê Çawa Tê Belavkirin?

      Di wexteke nêzîk de, Yehowa wê bi destê Padîşahiya xwe hemû kul û derdan tune bike. Ev xebera xweş bihara dilan e, loma gerek her kes pê bihese. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku gerek ew vê xebera xweş ji her kesî re bibêjin! (Meta 28:19, 20). Gelo Şahidên Yehowa çawa li gor emrê wî hereket dikin?

      1. Gotinên ji Meta 24:14 îro çawa tên cih?

      Îsa Mesîh ji berê ve wisa gotibû: “Ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn” (Meta 24:14). Şahidên Yehowa bi dil û can vê xebera xweş belav dikin. Em vê xebera xweş li seranserê dinyayê bi zêdetirî 1.000 zimanî belav dikin! Ji bo vî karê hêja ked û xîreteke pir mezin lazim e. Bêyî alîkariya Yehowa em nikarin karekî wisa mezin bikin.

      2. Ji bo ku em xebera xêrê belav bikin, em çi dikin?

      Em xebera xêrê li her dera ku însan lê hene belav dikin. Wek Mesîhiyên sedsala pêşîn, em jî xebera xêrê “mal bi mal” belav dikin (Karên Şandiyan 20:20). Bi vî awayî, em her sal bi milyonan kesan re xeber didin. Ji ber ku gelek kes ne her tim li malê ne, em xebera xêrê li gelek cihên umûmî jî belav dikin. Em tim li rê û fersendan digerin ku ji kesên din re behsa Yehowa û sozên wî bikin.

      3. Belavkirina xebera xêrê mesûliyeta kê ye?

      Mesûliyeta hemû Mesîhiyên heqîqî ev e ku xebera xêrê belav bikin. Em vê mesûliyeta xwe cidî digirin. Heta ku ji destê me tê, em vê xebera xweş belav dikin. Gelo çima? Çimkî em dizanin ku ev xebera xweş dikare jiyana însanan xelas bike (1. Tîmotêyos 4:16 bixwîne). Em ji bo vî karê hêja pereyan nastînin, çimkî Kitêba Pîroz dibêje: “We belaş stand, belaş bidin” (Meta 10:7, 8). Rast e, gelek kes xebera xêrê qebûl nakin. Lê dîsa jî, em xebera xêrê bi dewamî belav dikin, çimkî ew qismekî îbadeta me ye û Yehowa bi vê yekê pir şa dibe.

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Şahidên Yehowa, ji bo ku xebera xêrê li her dera dinyayê belav bikin, gelo ew çi dikin? Û Yehowa çawa alî me dike?

      A. Du Şahidên Yehowa li zozanên Kosta Rîkayê ji zilamekî re behsa xebera xêrê dikin. B. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li lîmanekê çar Şahidên Yehowa cot bi cot ji masîgiran re qala xebera xêrê dikin. C. Li gundekî Benînê du Şahidên Yehowa bi zilamekî re li ser Kitêba Pîroz dipeyivin. D. Li Taylandê li bazareke li ser avê, Şahideke Yehowa ji jinikekê re behsa xebera xêrê dike. E. Li Yapê du Şahidên Yehowa li ber kevirên mezin mizgînê didin jinikekê. F. Li Swêdê du Şahidên Yehowa li ser rêyeke berfgirtî li ber çem bi jinikekê re li ser xebera xêrê sohbetê dikin.

      Xebera xêrê li her dera dinyayê tê belavkirin: (A) Kosta Rîka, (B) Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, (C) Benîn, (D) Tayland, (E) Yap, (F) Swêd

      4. Çi ji destê me tê em dikin ku xebera xêrê bigihînin însanan

      Şahidên Yehowa xebera xêrê bi ked û xîreteke mezin li her derê belav dikin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Xebera Xêrê li Her Quncikê Dinyayê Tê Belavkirin (7:33)

      • Şahidên Yehowa çi dikin ku xwe bigihînin însanan û ev yek li ser te çawa tesîr dike?

      Meta 22:39 û Romayî 10:13-15 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Xizmeta me çawa nîşan dide ku em ji însanan hez dikin?

      • Yehowa li ser kesên ku xebera xêrê belav dikin, çi difikire? (Li ayeta 15an binêre.)

      5. Em hevkarên Xwedê ne

      Gelek serpêhatî nîşan didin ku Yehowa rêberiya belavkirina xebera xêrê dike. Mesela, li Zelandaya Nû birayekî bi navê Paul piştî nîvro mal bi mal digeriya û rastî jinikekê hat. Wê rojê, serê sibehê, jinikê ji Yehowa re dua kir û navê Yehowa Xwedê anî zimên. Ji bo ku ew Xwedê nas bike, wê ji Xwedê rica kir ku ew kesekî bişîne mala wê. Îcar Paul wisa dibêje: “Piştî sê saetan, ez hatim ber deriyê wê.”

      1. Korîntî 3:6, 9 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Serpêhatiya ji Zelandaya Nû çawa nîşan dide ku Yehowa rêberiya belavkirina xebera xêrê dike?

      Karên Şandiyan 1:8 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Çima alîkariya Yehowa ji me re lazim e ku em xebera xêrê belav bikin?

      Hêjayî gotinê ye

      Her hefte, em di civîna Jiyan û Xizmetê de perwerdeyê distînin ku em çawa xebera xêrê belav bikin. Gelo tu qet carekê çûyî vê civînê? Te ji vê perwerdeyê çi eciband?

      Du Şahidên Yehowa di civînê de nîşan didin ku xebera xêrê çawa tê belavkirin.

      6. Em li gor emrê Xwedê xebera xêrê belav dikin

      Di sedsala pêşîn de, dijminan hewl dida ku rê li ber şagirtên Îsa Mesîh bigirin ku ew xebera xêrê belav nekin. Lê, şagirtên Îsa Mesîh bi rêya qanûnê heqê belavkirina xebera xêrê diparast (Filîpî 1:7). Îro Şahidên Yehowa jî wisa dikin.a

      VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Parastina Xebera Xêrê bi Rêya Qanûnê (2:28)

      Karên Şandiyan 5:27-42 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Çima em dev ji belavkirina xebera xêrê bernadin? (Li ayetên 29, 38 û 39an binêre.)

      BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Xêr e, Şahidên Yehowa çima mal bi mal digerin?”

      • Teyê çi bigota?

      BI ÇEND GOTINAN

      Îsa Mesîh emir daye şagirtên xwe ku ew xebera xêrê li seranserê dinyayê belav bikin û Yehowa alî xizmetkarên xwe dike ku ew vî karî bikin.

      Tu çi elimî?

      • Xebera xêrê li her dera dinyayê çawa tê belavkirin?

      • Belavkirina xebera xêrê çawa nîşan dide ku em ji însanan hez dikin?

      • Li gor nêrîna te, gelo karê belavkirina xebera xêrê dikare dilê me xweş bike?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Ka bibîne ku Şahidên Yehowa li bajarên mezin çawa xebera xêrê belav dikin.

      Belavkirina Xebera Xêrê li Cihên Umûmî – Parîs (5:11)

      Şahidên Yehowa çi dikin ku xebera xêrê bigihînin koçberan?

      Em Alî Penaberan Dikin ku Ew Xwedê Nas Bikin (5:59)

      Xwişkeke me dibêje ku ew çawa ji belavkirina xebera xêrê kêfê distîne.

      Şikur ji Xwedê re ku Ez li ser vê Rêyê Dimeşim (6:29)

      Serkeftinên li ber mehkemeyan rê li ber belavkirina xebera xêrê vedikin.

      “Mizgînvanên Padîşahiyê Diçin Ber Mehkemeyê” (Padîşahiya Xwedê Hukim Dajo!, beş 13)

      a Yehowa Xwedê wezîfeya belavkirina xebera xêrê daye me. Loma, ne hewce ye ku Şahidên Yehowa ji hukûmetan îznê bistînin ku vê xizmetê bikin.

  • Binavbûn Hedefeke Pir Xweş e!
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Ders 23. Gava ku jinikek wek Şahideke Yehowa tê binavkirin, ew bi temamî dikeve bin avê.

      DERS 23

      Binavbûn Hedefeke Pir Xweş e!

      Îsa Mesîh dielimand ku gerek şagirtên wî bin av bibin, yanî vaftîz yan imad bibin (Meta 28:19, 20 bixwîne). Gelo binavbûn çi ye? Û însan çawa dikare bigihîje vê hedefa pir xweş?

      1. Binavbûn çi ye?

      Peyva Yûnanî, ya ku wek “vaftîz” yan “imad” hatiye tercûmekirin, tê maneya ku kesek bi temamî dikeve bin avê, yanî “bin av dibe”. Mesela, wexta ku Îsa Mesîh bin av bû, ew ket bin avê, û dû re “ji avê derket” (Marqos 1:9, 10). Îro jî, gava ku Mesîhiyên heqîqî bin av dibin, ew bi temamî dikevin bin avê.

      2. Binavbûn çi nîşan dide?

      Dema ku kesek bin av dibe, ew ji her kesî re nîşan dide ku wî jiyana xwe bi temamî daye destê Yehowa Xwedê. Gelo însan çawa jiyana xwe dide destê Yehowa, yanî sonda xwedayînê dixwe? Berî binavbûnê, ew di duayeke şexsî de ji Yehowa re dibêje ku ew dixwaze heta bi hetayê ji Wî re xizmetê bike. Ew kes soz dide ku ewê her tim tenê ji Yehowa re îbadetê bike û berî her kesî guh bide wî. Wekî din, ew soz dide ku ewê êdî ne li gor xwestina xwe, lê her gav li gor gotin û elimandinên Îsa Mesîh hereket bike (Meta 16:24). Sonda xwedayînê û binavbûn rê vedikin ku însan bibe dostê Yehowa û dostê kesên ku jê re îbadetê dikin.

      3. Ji bo ku tu bin av bibî, gerek tu çi bikî?

      Eger tu bixwazî bin av bibî, gerek tu Yehowa baştir nas bikî û baweriya xwe ya bi wî xurttir bikî (Îbranî 11:6 bixwîne). Gava ku zanîna te kûrtir bibe û îmana te xurttir bibe, tuyê ji Yehowa bêtir hez bikî. Hingê însan dixwaze ji kesên din re behsa Yehowa bike û li gor qanûn û pîvanên wî bijî (2. Tîmotêyos 4:2; 1. Yûhena 5:3). Îcar însanê ku ‘bi awayekî ku hêjayî Xudan e rêve here, û bi her awayî li wî xweş bê,’ ewê ji dil bixwaze ku jiyana xwe teslîmî destê Xwedê bike û bin av bibe (Kolosî 1:9, 10).a

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Em dikarin ji binavbûna Îsa Mesîh çi bielimin? Em çawa dikarin ji bo vê gava muhîm haziriyê bikin?

      4. Em ji binavbûna Îsa Mesîh çi dielimin?

      Meta 3:13-17 bixwîne û bibîne ku Îsa Mesîh çawa bin av bû. Dû re li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Gava ku Îsa Mesîh bin av bû, gelo ew zarokê dergûşê bû?

      • Îsa Mesîh çawa bin av bû? Ma li ser wî av hat reşandin?

      Xwedê karekî taybet dabû Îsa Mesîh. Piştî binavbûna xwe, wî dest bi vî karê muhîm kir. Lûqa 3:21-23 û Yûhena 6:38 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Piştî ku Îsa Mesîh bin av bû, kîjan şixulî di jiyana wî de cihê herî muhîm digirt?

      5. Tu dikarî bigihîjî vê hedefa xweş

      Belkî tu difikirî ku sonda xwedayînê û binavbûn ji bo te zor e. Lê bi zeman re, gava ku tu bi pêş ve herî, tuyê ji dil bixwazî vê gava muhîm bavêjî. Ka bibîne ku hin kes çawa gihîştine vê hedefê. VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Avakirina Dostaniya bi Yehowa re (1:11)

      Yûhena 17:3 û Aqûb 1:5 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Çi alî me dike ku em ji bo binavbûnê hazir bin?

      A. Jinikek ji Yehowa re dua dike û sonda xwedayînê dixwe. B. Eynî jinik, gava ku wek Şahideke Yehowa tê binavkirin, bi temamî dikeve bin avê.
      1. Gava ku em sonda xwedayînê dixwin, em soz didin Yehowa ku em dixwazin ji wî re heta bi hetayê xizmetê bikin

      2. Bi binavbûna xwe, em ji her kesî re eşkere dikin ku me jiyana xwe daye destê Yehowa

      6. Bi binavbûnê, em dibin ferdên malbata Yehowa

      Gava ku em bin av dibin, em dibin ferdên malbata Yehowa. Ev malbat li seranserê cîhanê di yekîtiyê de ye. Erê rast e, Şahidên Yehowa ji gelek kok û miletên cuda tên, lê bîr û baweriyên wan yek in û ew li gor eynî qanûn û pîvanên exlaqê hereket dikin. Aqûb 2:23 û 1. Petrûs 2:17 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Binavbûn li ser dostaniya me ya bi Yehowa û xwişk û birayan re çawa tesîr dike?

      Albûm: Xwişkeke binavbûyî bi kêfxweşî li ser dostaniya xwe ya bi xwişk û birayan re difikire. 1. Ew ya dilê xwe ji xwişkekê re dibêje. 2. Ew alî xwişkeke pîr dike ku bimeşe. 3. Ew bi gelek xwişk û birayan re xwarinê dixwe. 4. Ew bi alîkariya xwişkekê ji zilamekî re behsa xebera xêrê dike. 5. Ew di komcivînê de bi du xwişkan re sûretê xwe digire.

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez ji bo binavbûnê hê ne hazir im.”

      • Tu li ser binavbûnê çi difikirî? Gelo tu dixwazî bigihîjî vê hedefê?

      BI ÇEND GOTINAN

      Îsa Mesîh dielimand ku gerek şagirtên wî bin av bibin. Ji bo ku însan bigihîje vê hedefê, gerek ew îmana xwe ya bi Yehowa xurttir bike, li gor qanûn û pîvanên Wî hereket bike û jiyana xwe bi temamî bide destê Wî.

      Tu çi elimî?

      • Binavbûn çi ye û çima muhîm e?

      • Binavbûn çi nîşan dide?

      • Berî ku însan jiyana xwe bide destê Yehowa û bin av bibe, gerek ew çi bike?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Vaftîz, yanî binavbûn, çi ye û çi nîne?

      “Binavbûn Çi ye?” (Meqaleya Înternetê)

      Ka bixwîne ku mirov çawa dikare bigihîje hedefa binavbûnê.

      “Bi Saya Hezkirina Yehowa Here ber bi Binavbûnê” (Birca Çavdêriyê, Adar 2020)

      Zilamek dibêje ku wî ne tenê li gor dilê xwe, lê li gor hişê xwe jî qerara binavbûnê dabû.

      “Ez Îqna Bûm ku Rastî Çi ye” (Birca Çavdêriyê, 1 Sibat 2013)

      Binavbûn çima hedefeke pir xweş e û mirov çawa haziriya xwe dike?

      “Gelo Hewce Dike ku Ez Bin Av Bibim?” (Pirsên Ciwanan û Cewabên Maqûl, Cîld 2, beş 37)

      a Eger kesek li gor dîn û îmaneke din vaftîz bûye, hukmê vê vaftîzê tune ye. Gelo çima? Çimkî ew dîn û îman rastiyên Kitêba Pîroz naelimînin. Loma, gerek ew kes dîsa li gor Kitêba Pîroz bin av bibe (Li Karên Şandiyan 19:1-5 û Ders 13 binêre.)

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne