-
Em Çawa Dikarin li ber Çavê Xwedê Paqij Bin?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
4. Dev ji adetên xerab berde
Yehowa dikare alî me bike ku em dev ji adetên xerab berdin
Kesê ku cixareyê dikişîne yan madeyên narkotîkê bi kar tîne, ew baş dizane ku çi qas zehmet e ku însan dev ji wan berde. Gelo çi dikare alî te bike ku tu dev ji van adetên xerab berdî? Meta 22:37-39 bixwîne û sohbetê bikin ka çi tesîra van adetên xerab li ser …
dostaniya te ya bi Yehowa re heye?
malbata te û kesên din heye?
Ji xwe re planekê çêke ku tu bikarî dev ji adetên xerab berdî.a VÎDEOYÊ vêxe.
Filîpî 4:13 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Adetên baş, yanî dua, lêkolîna Kitêba Pîroz û çûyîna civînan çawa dikarin qewetê bidin kesekî ku ew dev ji adetên xerab berde?
5. Li hemberî fikrên pîs û adetên xerab bisekine
Kolosî 3:5 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Em ji ku dizanin ku di çavê Yehowa de pornografî, şandina sûret û nivîsên cinsî û masturbasyon pîs in?
Yehowa dixwaze ku em ji aliyê exlaqî ve paqij bin. Tu çi dibêjî, gelo ev daxwaza wî maqûl e?
Em çawa dikarin li hemberî fikrên pîs bisekinin? VÎDEOYÊ vêxe.
Ji bo ku em ji aliyê exlaqî ve paqij bimînin, gerek em bi lez û bez hereket bikin. Bala xwe bide van gotinên Îsa Mesîh. Meta 5:29, 30 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Bi van gotinan, Îsa Mesîh nedixwest bigota ku gerek em zerarê bidin bedena xwe, lê wî dixwest zelal bikira ku gerek em bi lez û bez hereket bikin. Gelo em dikarin li hemberî fikrên pîs çi bikin?b
Eger tu xîret dikî ku ji fikrên pîs xelas bibî, Yehowa gelek qîmetê dide keda te. Zebûr 103:13, 14 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Ev ayet çawa alî te dikin ku tu li hemberî adetên xerab bisekinî?
Rêya serkeftinê xîret e!
Belkî kesek bifikire, “Min dîsa dest bi wê adeta xerab kir. Çi bikim nekim, nikarim jê xelas bibim.” Ka li ser vê mîsalê bifikire: Eger sporvanek di bazdanê de biterpile û bikeve, ev nayê maneya ku ew bi ser neketiye yan ku gerek ew ji nû ve dest pê bike. Bi eynî awayî, eger tu dîsa dest bavêjî adeteke xerab, ev nayê maneya ku tu têk çûyî. Ked û xîreta ku te daye jî boş û vala nîne. Însan bi ketin û rabûnê mezin dibe. Teslîm nebe! Bi alîkariya Yehowa, tu dikarî dev ji adetên xerab berdî.
-
-
Kitêba Pîroz li ser Alkolê Çi Dibêje?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
6. Tu dikarî ji derdê alkolê xelas bibî
Çi alî zilamekî kir ku ew ji derdê alkolê xelas bibe? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Di vê vîdeoyê de, vexwarina alkolê li ser Dimîtrî çawa tesîr dikir?
Gelo wî dikaribû zû dev ji vexwarina alkolê berde?
Gelo çi alî wî kir ku ew dev ji vexwarina alkolê berde?
1. Korîntî 6:10, 11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Serxweşî çima derdekî giran e?
Ev ayet çawa nîşan dide ku kesek dikare dev ji vexwarina alkolê berde?
Meta 18:8 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Bi vê mesela jêkirina dest, Îsa Mesîh dixwest bigota, ji bo ku Yehowa ji me razî be, gerek em fedakariyê bikin. Eger tu hewl didî ku dev ji alkolê berdî, tu dikarî çi bikî?b
1. Korîntî 15:33 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Eger hevalên te pir alkolê vedixwin, ew dikarin li ser te çawa tesîr bikin?
-