KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Seba Îsa Mesîh Nekeve Şikê
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2021 | Gulan
    • 3 Îsa dizanibû ku piraniya mirovan wê wî wek Mesîh qebûl nekin (Yûhenna 5:39-44). Wî ji hin şagirtên Yehya re wisa got: “Xwezî bi wî, yê ku seba min nakeve şikê” (Metta 11:2, 3, 6, NWT). Îsa Mesîh çima ji aliyê gelek kesan ve dihat redkirin?

  • Seba Îsa Mesîh Nekeve Şikê
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2021 | Gulan
    • (1) KOK Û MALBATA ÎSA MESÎH

      Filîpos ji Natanyêl re dibêje ku bila ew Îsa Mesîh nas bike.

      Gelek kes seba kok û malbata Îsa Mesîh diketin şikê. Îro, hin kes çawa ji ber vê sebebê dikevin şikê? (Li paragrafa 5an binêre)b

      5. Hin kesan belkî Îsa çima wek Mesîhê sozdayî qebûl nedikir?

      5 Gelek kes seba kok û malbata Îsa Mesîh diketin şikê. Ew ji mamostetî û mucîzeyên wî re heyran diman, lê dîsa jî, bi dîtina wan, ew tenê kurê xeratekî feqîr bû. Wekî din, ew ji bajarê Nisretê bû, bajarekî ku ji aliyê gelek mirovan ve dihat biçûkdîtin. Mesela, berî ku Natanyêl bû şagirtê Îsa Mesîh, wî wisa gotibû: “Ma ji Nisretê tiştekî qenc dikare derkeve?” (Yûhenna 1:46). Dibe ku Natanyêl ji bajarê Nisretê pir hez nedikir. Yan jî, wî belkî dianî bîra xwe ku li gor Nivîsarên Pîroz, Mesîh wê ne li Nisretê, lê li Beytlehemê bihata dinyayê (Mîka 5:2).

      6. Li rojên Îsa, mirovan çawa dikaribû fehm bikira ku Mesîhê sozdayî ew e?

      6 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Îşaya pêxember ji berê ve gotibû ku dijminên Îsa Mesîh wê bala xwe nedin “hûrgiliyên eslê wî” (Îşaya 53:8, NWT). Pêxemberan gelek ji van hûrgiliyan ji berê ve eşkere kiribûn. Eger mirovên li rojên Îsa Mesîh bala xwe bidaya van hûrgiliyan, wanê fehm bikira ku wek li Mîka 5:2 ji berê ve hatibû gotin, Îsa Mesîh li Beytlehemê hatibû dinyayê. Wekî din, ew ji zuriyeta Dawid Padîşah bû (Lûqa 2:4-7). Gelo problema mirovan çi bû? Ew diketin şikê ji ber ku wan hemû hûrgilî rind lêkolîn nekiribûn.

  • Seba Îsa Mesîh Nekeve Şikê
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2021 | Gulan
    • (2) ÎSA MESÎH HEWL NEDIDA KU BI MUCÎZEYAN BIKEVE ÇAVAN

      Îsa Mesîh bi mirovan re xeber dide.

      Gelek kes diketin şikê ji ber ku Îsa Mesîh hewl nedida ku bi mucîzeyan bikeve çavan. Îro, hin kes çawa ji ber vê sebebê dikevin şikê? (Li paragrafên 9 û 10an binêre)c

      9. Gava Îsa Mesîh daxwaza Fêrisî û Sadûqiyan neanî cih, wan çi kir?

      9 Li rojên Îsa Mesîh, hin kes bi mizgîna wî razî nedibûn. Wan dixwest ku ew “ji ezmên nîşanekê raberî wan bike” û bi vî awayî îsbat bike ku Mesîhê sozdayî ew e (Metta 16:1). Sebeba daxwaza wan belkî ew bû ku wan gotinên Danîêl 7:13, 14 şaş fehm dikirin. Bi eslê xwe, wext nehatibû ku ev gotinên kitêba Danîêl bên cih. Gerek Fêrisî û Sadûqiyan ji hîndariyên Îsa fehm bikira ku Mesîhê sozdayî ew e. Lê belê, gava Îsa bi ya wan nekir, wan ew red kir (Metta 16:4).

      10. Îsa gotinên Îşaya pêxember yên di heqê Mesîh de çawa anîn cih?

      10 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Îşaya pêxember di heqê Mesîh de ji berê ve wisa nivîsîbû: “Dê ew neqêre û dengê xwe bilind neke û wê di kuçê de nede bihîstin” (Îşaya 42:1, 2). Îsa Mesîh xizmeta xwe bi awayekî sakîn û dilnizm dianî cih. Wî dêr yan perestgeh ava nedikirin, kincên xisûsî li xwe nedikirin û nedixwest ku mirov wî bi sernavên xisûsî birûmet bikin. Gava Îsa Mesîh dihat dîwankirin, wî mucîzeyeke xisûsî nekir ku bikeve çavê Hêrodês Padîşah (Lûqa 23:8-11). Belê, Îsa Mesîh hin mucîze dikirin, lê wî herî zêde bala xwe dida îşê belavkirina mizgînê. Wî ji şagirtên xwe re wisa got: “Ez ji bo vê yekê hatime” (Marqos 1:38).

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne