-
Seba Îsa Mesîh Nekeve ŞikêBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2021 | Gulan
-
-
(3) ÎSA MESÎH GELEK URF Û ADETÊN CIHÛYAN RED DIKIRIN
Gelek kes diketin şikê ji ber ku Îsa Mesîh hin urf û adetên wan red dikirin. Îro, hin kes çawa ji ber vê sebebê dikevin şikê? (Li paragrafa 13an binêre)d
13. Gelek kesan çima Îsa Mesîh rexne dikir?
13 Li rojên Îsa Mesîh, şagirtên Yehya şaş diman ji ber ku şagirtên Îsa Mesîh rojî nedigirt. Îsa ji wan re got ku heta ku ew sax e, sebeb tune ku ew rojiyê bigirin (Metta 9:14-17). Fêrisî û muxalifên din Îsa Mesîh rexne dikir ji ber ku wî urf û adetên wan nedianîn cih. Wexta ku Îsa Mesîh kesên nexweş li roja Sebtê qenc dikirin, ew hêrs diketin (Marqos 3:1-6; Yûhenna 9:16). Ji aliyekî ve, Cihûyan digot ku ew qedrê roja Sebtê digirin, lê ji aliyê din ve, wan li perestgehê tîcaret dikir, û gava Îsa ew seba vê mehkûm kirin, ew pir bihêrs bûn (Metta 21:12, 13, 15). Wekî din, gava Îsa Mesîh li kenîşteya Nisretê behsa hin mîsalên ji tarîxê kir û xwehezî û bêbaweriya mirovan eşkere kir, hêrsa wan rabû (Lûqa 4:16, 25-30). Gelek kes seba gotin û kirinên wî yên nehêvîkirî diketin şikê (Metta 11:16-19).
14. Îsa Mesîh hin urf û adet çima mehkûm dikirin?
14 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Yehowa bi navgîniya Îşaya pêxember wisa gotibû: “Ev gel bi devê xwe nêzîkî min dibe û bi lêvên xwe min birûmet dike lê dilê wan ji min dûr e. Tirsa wan a ji min jî, tenê emrên mirovan in ku ji wan hîn bûne” (Îşaya 29:13). Îsa Mesîh urf û adetên ku li dijî Nivîsarên Pîroz in, mehkûm dikirin. Lê belê, mirovên ku ji Nivîsarên Pîroz zêdetir qîmet dida qaîde û adetên xwe hem Yehowa hem Mesîh red dikirin.
-
-
Seba Îsa Mesîh Nekeve ŞikêBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2021 | Gulan
-
-
(4) ÎSA MESÎH TEV LI SIYASETÊ NEDIBÛ
Gelek kes diketin şikê ji ber ku Îsa Mesîh tev li siyasetê nedibû. Îro, hin kes çawa ji ber vê sebebê dikevin şikê? (Li paragrafa 17an binêre)e
17. Li rojên Îsa Mesîh, gelek kesan ew çima qebûl nedikir?
17 Li rojên Îsa Mesîh, hin kes tev li siyasetê dibûn, û wan dixwest ku Mesîh wan ji bindestiya Romayê azad bike. Lê belê, gava wan dixwest Îsa Mesîh bikira padîşahê xwe, wî ev teklîf red kir (Yûhenna 6:14, 15). Ji aliyê din ve, dewleta Romayî qudret û otorîte dabû destê alimên dînî, û hin ji wan ditirsiyan ku Îsa Mesîh wê sîstema siyasî biguherîne û hêrsa Romayiyan gur bike. Seba van xemên siyasî, gelek Cihûyan Îsa Mesîh red dikir.
18. Gelek kesan bala xwe nedida kîjan ayetan?
18 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Rast e ku ji berê ve hatibû gotin ku Mesîh wê bibe Şervanekî serkeftî, lê ji xeynî vê, bi eşkereyî hatibû gotin ku gerek Mesîh pêşî ji bo gunehên me bimire (Îşaya 53:9, 12). Problema Cihûyan çi bû? Wan bala xwe nedida ayetên ku dibêjin ku ji bo safîkirina problemên dinyayê wext lazim e (Yûhenna 6:26, 27).
-