KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Çima Gerek Em Jiyana Xwe Bidin Destê Yehowa û Bin Av Bibin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 2. Yehowa kîjan bereketan dide Şahidên xwe yên binavbûyî?

      Bi binavbûna xwe, tuyê bibî ferdekî malbata Yehowa. Hingê tuyê dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikî û her û her bibînî ku ew ji te çi qas hez dike (Maleyaxî 3:16-18 bixwîne). Bi rastî Yehowa wê ji te re bibe Bav. Di ser de jî, li seranserê dinyayê xwişk û birayên te wê hebin, ew ji Yehowa û ji te hez dikin (Marqos 10:29, 30 bixwîne). Îcar berî ku tu bin av bibî, gerek tu kîjan gavan bavêjî? Gerek tu Yehowa nas bikî, ji wî hez bikî, û îmana xwe bi Kurê wî bînî. Taliya talî, gerek tu jiyana xwe bidî destê Yehowa. Eger tu van gavan bavêjî û dû re bin av bibî, tuyê bikevî ser rêya jiyana bêdawî. Erê, tu dikarî hem niha hem jî heta bi hetayê dilşad bî. Kitêba Pîroz dibêje: ‘Imad [binavbûn] … îro we xelas dike’ (1. Petrûs 3:21).

  • Li Hemberî Zilm û Zordariyê Dilsoz Bimîne
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Belkî hin ferdên malbata me qebûl nakin ku em ji Yehowa re îbadetê bikin. Îsa Mesîh ji berê ve behsa vê meseleyê kiribû. Meta 10:34-36 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Eger malbata te pê bihese ku tu dixwazî ji Yehowa re îbadetê bikî, belkî ew li hemberî te çi bikin?

      VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Yehowa Em Qebûl Kirine (5:13)

      • Eger meriv yan dostekî te tehdê li te bike ku tu ji Yehowa re îbadetê nekî, teyê çi bikira?

      Zebûr 27:10 û Marqos 10:29, 30 bixwîne. Piştî xwendina her ayetekê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Gava malbata te yan dostên te li ber te rabin, ev soz çawa alî te dike ku tu teslîm nebî?

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne