KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Ûsivê Arîmetyayî Zilamekî Cesûr
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Cotmeh
    • ÛSIVÊ ARÎMETYAYÎ dibe ku xwexa ji xwe ecêbmayî ma, ku ew çawa bi cesaretî nêzîkî hikumdarê Romê bû. Pontiyos Pîlatos eyan bû wek mirovekî ku ser ya xwe sekinî. Lê da ku Îsa bi qedir û layîqî bihata defn kirin, kesekî gerek cesedê wî ji Pîlatos bixwesta. Û dibe ku Ûsiv ne jî difikirî ku Pîlatos wê hêsa qayîl be daxweza wî bîne cih. Lê gava Pîlatos ji leşker bihîst ku Îsa mir, wî îzin da Ûsiv ku cesedê hilde. Paşî vê yekê Ûsiv dilşikestî leze-lez vegeriya li ber ciyê ku Îsa mir (Mar. 15:42-45).

  • Ûsivê Arîmetyayî Zilamekî Cesûr
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Cotmeh
    • ENDAMÊ CIVÎNA GIREGIRAN

      Di kitêba Marqos de li ser Ûsiv tê gotin ku ew “endamekî civîna giregiran ê bi rûmet bû”. Hingê civîna giregiran dîwana Cihûyan ya herî bilind bû û tesîra vê civînê li ser serweriyê, cimetê û dînê hebû (Mar. 15:1, 43). Ûsiv endamê vê civînê bû, û loma wî dikaribû here bal hikumdarê Romê. Û wisa jî ecêbmayî nîne ku Ûsiv mirovekî dewletî bû (Met. 27:57).

      Gelo cesareta te heye ku Îsa eyan qebûl kî wek Padîşahê xwe?

      Civîna giregiran wek kom miqabilî Îsa bû. Û endamên vê civînê tevayî şêwir kirin, ku Îsa bidine kuştin. Lê Kitêba Pîroz Ûsiv nav dike wek “mirovekî qenc û rast” (Lûqa 23:50). Belê, ew mîna gelekan ji vê civînê nîbû. Ew mirovekî dilpak, nav-namûs bû û çiqas dikaribû temiyên Xwedê dianî cih. Ew wisa jî “hêviya Padîşahiya Xwedê bû”, û ev yek nîşan dide ku çima ew bû şagirtê Îsa (Mar. 15:43; Met. 27:57). Ji bo wî rastî û heqî gelek muhîm bû, û dibe ku loma wî elimandinên Îsa qebûl kir.

  • Ûsivê Arîmetyayî Zilamekî Cesûr
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Cotmeh
    • TIRSÊ DITEMIRÎNE

      Çaxa Îsa mir, wisa tê fehm kirin ku Ûsiv tirsa xwe temirand û qerar da ku piştgiriya şagirtên Îsa bike. Ev yek ji Marqos 15:43 tê fehm kirin. Ev ayet wisa dibêje: “Wî wêrî û çû ba Pîlatos, cesedê Îsa jê xwest.”

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne