KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Wek Petrûs, Dev ji Xîreta Xwe Bernede
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2023 | Îlon
    • 1. Piştî ku Îsa Mesîh bi mucîzeyekê alî Petrûs kir, wî çi hîs kir?

      PETRÛS temamiya şevê kir û nekir tu masî negirt. Îsa Mesîh ji wî re got: “Qeyika xwe ber bi kûrahiyê ve bajo, torên xwe bavêjin nêçîra masiyan” (Lûqa 5:4). Petrûs bi şik bû, lê dîsa jî wî bi ya Îsa Mesîh kir. Wî û hevalkarên xwe ew qas masî girtin ku torên wan dest bi qetandinê kir. Gava wan fehm kir ku Îsa mucîzeyek kiriye, ew ji vê yekê re heyran man. Petrûs got: “Ya Xudan, ji min dûr keve, çimkî ez mirovekî gunehkar im” (Lûqa 5:6-9). Wisa xuya ye ku Petrûs xwe hêja nedidît ku li ba Îsa be.

      2. Çima bifeyde ye ku em bala xwe bidin mîsala Petrûs?

      2 Petrûs rast got – ew “mirovekî gunehkar” bû. Ew carinan ji gotin û kirinên xwe poşman dibû. Gelo tu jî carinan xwe wisa hîs dikî? Gelo tu li hemberî qisûr û kêmasiyên xwe yan jî daxwazên şaş micadele dikî? Eger wisa be, mîsala Petrûs dikare hêvî û cesaretê bide te. Ka bifikire: Kêmasiyên Petrûs dikaribû bi hêsanî ji Kitêba Pîroz bihatana derxistin. Lê belê, Yehowa ew dan nivîsandin, da ku em ji wan bielimin (2. Tîmotêyos 3:16, 17). Petrûs mirovekî mîna me bû. Ji mîsala wî, emê bibînin ku Yehowa bêqisûriyê ji me naxwaze. Ew dixwaze ku em li hemberî qisûr û kêmasiyên xwe micadele bikin û dev ji xîreta xwe bernedin.

  • Wek Petrûs, Dev ji Xîreta Xwe Bernede
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2023 | Îlon
    • Petrûsê şandî şaş maye û ditirse ku torên ku tije masî ne qeyîkê biqulipînin. Gava yekî din toran ji avê dikişîne, Îsa Mesîh bidîqat guhdariya Petrûs dike.

      Eger tu li şûna Petrûs bûyayî, teyê çi bikira? (Li paragrafa 4an binêre)

      4. Li gor Lûqa 5:5-10, Petrûs xwe çawa didît, lê Îsa Mesîh çawa dilê wî rihet kir?

      4 Di Nivîsarên Pîroz de nayê gotin ku Petrûs çima xwe wek “mirovekî gunehkar” bi nav kir (Lûqa 5:5-10 bixwîne). Lê belkî wî hin şaşiyên giran kiribûn û xwe bêqîmet didît. Haya Îsa Mesîh ji vê tirsa wî hebû û dizanibû ku Petrûs dîsa jî dikare dilsoz bimîne. Loma wî bi dilovanî ji Petrûs re got: “Netirse!” Gotinên Îsa Mesîh jiyana Petrûs ji serî heta binî guhert. Petrûs û birayê wî Endrawis dev ji îşê masîgiriyê berda û li pey Mesîh çûn (Marqos 1:16-18). Ji bo vê qerarê, wan bereketên mezin standin.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne