KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Piştgiriya Jinên Bawermend Bike
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2020 | Îlon
    • Îsa Mesîh rûniştiye û hîn dike. Merta û Meryem ber lingên wî rûniştine û guh didin wî. Resim: 1. Jin û mêrek xwişkeke extiyar ziyaret dikin. Zilam bi xwişkê re sohbetê dike û pîreka wî tişt miştan cihwar dike. 2. Jin û mêrek îbadeta malbatê tevî xwişkekê û qîza wê derbas dikin. 3. Birayek lastîka erebeya du xwişkan diguherîne.

      Wek Îsa Mesîh, wê baş be ku em xema xwişkên dilsoz bixwin (Li paragrafên 6 heta 9an binêre)e

      6. Wek Lûqa 10:38-42 nîşan dide, Îsa çawa alî Merta û Meryemê kir?

      6 Îsa Mesîh bi jinên dilsoz re wext derbas dikir, û ew ji wan re bû dostekî rastîn. Mesela, dostaniya wî ya bi Meryem û Mertayê re bîne bîra xwe (Lûqa 10:38-42 bixwîne). Wisa tê fehm kirin ku ev her du xwişk jî azib bûn. Îsa Mesîh bi gotin û kirinên xwe alî wan dikir ku ew xwe rihet hîs bikin. Mesela, Meryemê fedî nedikir ku ber lingên wî rûne.c Gava Merta aciz bû ji ber ku Meryemê alî wê nedikir, wê xwe paş nekişand ku vê yekê ji Îsa re bibêje. Wê rojê, Îsa hin dersên muhîm dan van du xwişkan. Îsa Mesîh gelek car diçû mala Merta, Meryem û birayên wan Lazar, çimkî wî ji wan hez dikir (Yûh. 12:1-3). Loma em şaş namînin ku gava Lazar nexweş ket, Meryem û Mertayê ji Îsa alîkarî xwest (Yûh. 11:3, 5).

  • Piştgiriya Jinên Bawermend Bike
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2020 | Îlon
    • c Kitêbek wisa dibêje: “Şagirtên ku dixwest bibin mamoste ber lingê mamosteyên xwe rûdiniştin. Li wê demê, îzin tune bû ku jin bibin mamoste. ... Ji bo piraniya zilamên Cihû, ev yek ku Meryemê şixulê malê hişt û ber lingên Îsa rûnişt ku guh bide wî, tiştekî eyb bû.”

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne