KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Li Serweta Rastîn Bigere
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Tîrmeh
    • 4, 5. a) Di meteloka Îsa de, kehya ket çi halî? b) Îsa çi şîret da şagirtên xwe?

      4 Lûqa 16:​1-9 bixwîne. Meteloka Îsa ya der heqê kehyayê nerast de derseke muhîm dide me. Piştî ku kehya bi îsrafkariyê hat îtham kirin, wî “aqilmendî kir” û “dost” qazanc kirin ji bo ku ew alî wî bikin gava ew wezîfeya xwe winda bike.a Helbet Îsa ji şagirtên xwe re negot ku gerek ew neheqiyê bikin ji bo ku ew di vê dinyayê de debar bikin. Îsa tenê got ku “zarokên vê dinyayê” wisa dikin. Bi vê metelokê ve, Îsa derseke muhîm da me.

      5 Wekî ku ew kehya di halekî zor de bû, Îsa zanibû ku ji bo piraniya şagirtên xwe wê lazim be ku ew di vê dinyaya ticarî ya xerab de debar bikin. Ji ber vê yekê, wî wisa got: “Bi malê neheqiyê ji xwe re dostan çêkin, da ku gava ev mal nemîne, ew [Yehowa û Îsa] we li bin konên herheyî qebûl bikin.” Gelo em ji şîreta Îsa çi dielimin?

      6. Em ji ku dizanin ku sîstema ticarî ya îroyîn ne li gor mexseda Xwedê ye?

      6 Îsa negot ku wî çima serweta madî wek “malê neheqiyê” bi nav kir. Dîsa jî, Kitêba Pîroz nîşan dide ku ticareta çavbirçî ne li gor mexseda Xwedê ye. Di baxçeyê Adenê de, Yehowa hemû hewcedariyên Adem û Hewayê bi zêdeyî dida (1. Mû. 2:​15, 16). Paşê, gava ruhê pîroz li sedsala yekê hat li ser kesên hilbijartî, “tu kesî ji wan ji bo tiştên xwe nedigot: ‘Ev ya min e.’ Lê her tiştê wan hevpar bû” (Kar. 4:32). Îşaya pêxember got ku rojekê, hemû însan wê ji dewlemendiya dinyayê feyde bistînin (Îşa. 25:​6-9; 65:​21, 22). Lê heta wê rojê, lazim e ku şagirtên Îsa “aqilmend” bin û hem bi “malê neheqiyê” debar bikin hem jî rizaya Xwedê bistînin. Lê çawa?

  • Li Serweta Rastîn Bigere
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Tîrmeh
    • 7. Lûqa 16:​10-13 çi şîret dide?

      7 Lûqa 16:​10-13 bixwîne. Di vê metelokê de, kehya ji bo menfaeta xwe dost qazanc kirin. Lê Îsa ji şagirtên xwe re got ku ew li ezmanan ji xwe re dost qazanc bikin – ne ji bo menfaeta xwe, lê ji bo armanceke baş. Ayetên piştî vê metelokê nîşan didin ku xebitandina “malê neheqiyê” bi dilsoziya li ber Xwedê ve girêdayî ye. Îsa got ku em dikarin dilsoziya xwe bi serweta xwe nîşan bidin, yanî em dikarin serweta xwe bi awayekî rast bixebitînin.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne