-
Gelo Padîşahiya Xwedê Tiştekî di Dilê Mirov de ye?Pirsên li ser Kitêba Pîroz
-
-
Maneya fikra ku Padîşahiya Xwedê di hundirê mirov de ye
Di hin wergerên Kitêba Pîroz de Lûqa 17:21 dibêje ku Padîşahiya Xwedê di hundirê mirov de ye. Ji ber van gotinan, di heqê cihê Padîşahiyê de fikreke şaş di hişê hin mirovan de çêdibe. Ji bo em vê ayetê rast fehm bikin, divê em bala xwe bidin kontekstê.
Padîşahiya Xwedê ne rewşeke di dilê Fêrisiyan de bû, çimkî ew dilhişk bûn û dixwest Îsa Mesîh bikujin
Îsa Mesîh bi Fêrisiyan re dipeyivî. Fêrisî komeke rêberên dînî bûn. Ew li dijî Îsa Mesîh rabûbûn ser piyan û dixwest wî bikujin (Meta 12:14; Lûqa 17:20). Ma fikra ku Padîşahiya Xwedê rewşeke di dilê wan ê hişk de bû fikreke maqûl e? Îsa Mesîh ji wan re got: “Ji hundir ve hûn tijî durûtî û bêqanûnî ne” (Meta 23:27, 28, NWT).
Di wergerên din ên Kitêba Pîroz de gotinên Îsa Mesîh ên di Lûqa 17:21 de bi awayekî rast û zelal hatine wergerandin: “Padîşahiya Xwedê di nav we de ye” (Mizgînî). “Hukimdariya Xwedê di nav we de ye” (NWT). Belê, Padîşahiya ezmanan di nav Fêrisiyan de bû, çimkî Îsa Mesîh, yê ku wek Padîşahê Hukimdariya Xwedê hatiye hilbijartin, li ber wan sekinî bû (Lûqa 1:32, 33).
-
-
Gelo Padîşahiya Xwedê Tiştekî di Dilê Mirov de ye?Pirsên li ser Kitêba Pîroz
-
-
a Gelek mezhebên Mesîhiyan hîn dikin ku Padîşahiya Xwedê di hundirê mirov de ye yan jî di dilê mirov de ye. Mesela, li Amerîkayê, dêreke babtîstan (Southern Baptist Convention) da zanîn ku Padîşahiya Xwedê “hukimdariya Xwedê ya di dil û jiyana her kesî de ye”. Bi heman awayî, Papa Benedict XVI di pirtûka xwe Jesus of Nazareth de wiha got: “Padîşahiya Xwedê bi rêya dilê guhdar tê.”
-