-
Padîşahiya Xwedê Çi ye?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
DERS 31
Padîşahiya Xwedê Çi ye?
Padîşahiya Xwedê di Kitêba Pîroz de cihekî esasî digire. Yehowa dixwaze bi destê Padîşahiya xwe dinyayê bike cenet. Gelo Padîşahiya Xwedê çi ye? Em ji ku dizanin ku ew îro hukim dajo? Padîşahiya Xwedê heta niha çi kiriye? Û ewê di pêşerojê de çi bike? Ev ders û her du dersên din cewabên van pirsan didin.
1. Padîşahiya Xwedê çi ye, û Padîşahê wê kî ye?
Padîşahiya Xwedê hukûmeteke heqîqî ye û Yehowa ew ava kiriye. Padîşahê vê hukûmetê Îsa Mesîh e, û ew ji ezmanan hukim dajo (Meta 4:17; Yûhena 18:36). Kitêba Pîroz dibêje: “Ewê her û her … padîşahiyê bike” (Lûqa 1:32, 33). Padîşahê Padîşahiya Xwedê, yanî Îsa Mesîh, wê li ser temamiya dinyayê hukim bajo.
2. Kî bi Îsa Mesîh re hukim dajo?
Îsa Mesîh ne bi tena serê xwe hukim dajo. Însanên “ji her bavikî, ji her zimanî, ji her gel û ji her miletî … ewê li ser dinyayê padîşahiyê bikin” (Peyxam 5:9, 10). Gelo çend kes wê bi Îsa Mesîh re hukim bajon? Ji wexta ku Îsa Mesîh hatibû ser rûyê erdê û vir ve, bi milyonan însan li ser rêya wî dimeşin. Lê tenê 144.000 însan diçin ezmên ku bi Îsa Mesîh re hukim bajon (Peyxam 14:1-4 bixwîne). Hemû însanên din wê wek welatiyên Padîşahiya Xwedê li ser rûyê erdê bijîn (Zebûr 37:29).
3. Padîşahiya Xwedê çima ji hemû hukûmetên dinyayê çêtir e?
Hin hukimdarên dinyayê hewl didin ku ji bo welatiyên xwe tiştên qenc bikin, lê qeweta wan nagihîje her tiştê ku dixwazin bikin. Li dinyayê hukimdarek tê û yek diçe, û dibe ku hukimdarê nû ji bo xêra welatiyên xwe hukim neajo. Lê belê, tu kes wê cihê hukimdarê Padîşahiya Xwedê, yanî cihê Îsa Mesîh, negire. Xwedê padîşahiyeke wisa ava kiriye ku tu caran hilnaweşe (Danîêl 2:44). Îsa Mesîh wê li ser temamiya erdê hukim bajo, û ewê bê ferq û bê cudahî ji her kesî re qenc be. Ew hukimdarekî dilovan, qenc û adil e, û ewê însanan bielimîne ku ew ji hevdû hez bikin, ji hevdû re qenc û adil bin (Îşaya 11:9 bixwîne).
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Çima Padîşahiya Xwedê ji hemû hukûmetên dinyayê çêtir e?
4. Hukûmeteke biqudret wê li ser temamiya dinyayê hukim bajo
Qudreta Îsa Mesîh ji qudreta hemû hukimdarên di tarîxê de mezintir e. Meta 28:18 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çima Îsa Mesîh ji hemû hukimdarên dinyayê xurttir e?
Hukûmetên dinyayê tên û diçin, û ew tenê li ser perçeyekî dinyayê hukim dajon. Lê hukûmeta Padîşahiya Xwedê çawa ye? Danîêl 7:14 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Çima baş e ku Padîşahiya Xwedê wê tu caran hilneweşe?
Çima baş e ku ewê li temamiya dinyayê hukim bajo?
5. Ji însanan re hukûmeteke nû lazim e
Çima gerek Padîşahiya Xwedê şûna hukûmetên dinyayê bigire? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Gelo hukûmetên dinyayê hewcedariyên însanan têr dikin?
Waiz 8:9 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Tu çi dibêjî, çima lazim e ku Padîşahiya Xwedê cihê hukûmetên dinyayê bigire?
6. Hukimdarên Padîşahiya Xwedê ji halê me fehm dikin
Ji ber ku Padîşahê me, Îsa Mesîh, wek însan li ser rûyê erdê jiyabû, ew ji halê me û ji kêmasiyên me jî rind fehm dike (Îbranî 4:15). Yehowa Xwedê 144.000 kes hilbijartine ku bi Îsa Mesîh re hukim bajon. Ev jin û mêrên dilsoz “ji her bavikî, ji her zimanî, ji her gel û ji her miletî” tên hilbijartin (Peyxam 5:9).
Îsa Mesîh û hevhukimdarên wî dizanin ku jiyana însanekî çawa ye. Gelo ev fikir dilê te rihet dike?
Yehowa jin û mêrên ji hemû kok û miletan hilbijartine ku bi Îsa Mesîh re hukim bajon
7. Qanûnên Padîşahiya Xwedê pir xweş in
Hukûmet ji bo xêr û selametiya welatiyên xwe qanûnan derdixin. Qanûnên Padîşahiya Xwedê jî hene, û gerek welatiyên wê li gor wan bimeşin. 1. Korîntî 6:9-11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Tu çi dibêjî, eger her kesî li gor van qanûnên Xwedê hereket bikira, halê dinyayê wê çawa bûya?a
Tu çi dibêjî, gelo heqê Yehowa heye ku ji bo welatiyên Padîşahiya xwe qanûnan derxe?
Gelo însanên ku guh nadin van qanûnan dikarin xwe biguherînin? (Li ayeta 11an binêre.)
Hukûmet ji bo xêr û selametiya welatiyên xwe qanûnan derdixin. Lê qanûnên Padîşahiya Xwedê ji van qanûnan çêtir in
BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Padîşahiya Xwedê çi ye?”
Teyê çawa cewab bidaya?
BI ÇEND GOTINAN
Padîşahiya Xwedê hukûmeteke heqîqî ye û ewê ji ezmanan li ser temamiya dinyayê hukim bajo.
Tu çi elimî?
Hukimdarên Padîşahiya Xwedê kî ne?
Çima Padîşahiya Xwedê ji hemû hukûmetên dinyayê çêtir e?
Yehowa ji welatiyên Padîşahiya xwe dixwaze ku ew çi bikin?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Padîşahiya Xwedê li ku ye? Îsa Mesîh çi gotibû?
“Gelo Padîşahiya Xwedê Tiştekî di Dilê Mirov de ye?” (Meqaleya Înternetê)
Çima Şahidên Yehowa berî hukûmetên însanan ji Padîşahiya Xwedê re dilsoz dimînin?
Kitêba Pîroz li ser 144.000 hevhukimdarên Îsa Mesîh çi dibêje?
Jinikeke hebskirî çawa gihîşt vê qenaetê ku tenê Xwedê dikare dinyayeke adil ava bike?
“Ez Pê Hesiyam ku Bêedaletî wê Nemîne” (Hişyar Bin!, Mijdar 2011)
a Di Qismê 3yan de, hin ji van qanûn û pîvanên Xwedê tên şîrovekirin.
-
-
Di Meseleyên vê Dinyayê de Bêalî BeHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
DERS 45
Di Meseleyên vê Dinyayê de Bêalî Be
Îsa Mesîh dielimand ku gerek şagirtên wî nebin qismekî vê dinyayê. Wî ji wan re gotibû: “Hûn ne ji dinyayê ne” (Yûhena 15:19). Ev yek tê maneya ku gerek em ji hêla siyasetê ve bêalî bin û tev li şeran nebin. Lê bi rastî jî, ev yek carinan ne hêsan e. Ji ber ku em bêalî û bêteref in, kesên din carinan henekên xwe bi me dikin. Gelo em çawa dikarin di meseleyên vê dinyayê de bêalî bin û bi dilsozî li aliyê Yehowa Xwedê cih bigirin?
1. Mesîhiyên rast li ser hukûmetên dinyayê çi difikirin?
Mesîhiyên rast qedrê hukûmetan digirin. Wek ku Îsa Mesîh gotibû, gerek em “tiştên Qeyser bidin Qeyser”. Yanî, em guh didin qanûnên dewletê, mesela em bacê didin (Marqos 12:17). Kitêba Pîroz dielimîne ku hukûmetên dinyayê bi îzna Yehowa hukim dajon (Romayî 13:1). Em ji vê fehm dikin ku hukûmetên dinyayê xwediyê desthilatiyeke nispî yan bisînor in, yanî desthilatiya Xwedê ji ya wan mezintir e. Em bawer dikin ku tenê Xwedayê me dikare bi destê Padîşahiya xwe ya ezmanî hemû derdên însanan safî bike.
2. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em di meseleyên vê dinyayê de bêalî ne?
Wek Îsa Mesîh, em jî tev li siyasetê nabin. Gava însanan ji mucîzeyên Îsa Mesîh yek dît, wan xwest ku wî bikin Padîşahê xwe, lê Îsa Mesîh ev yek red kir (Yûhena 6:15). Gelo çima? Çimkî wî gotibû: “Padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhena 18:36). Wek şagirtên Îsa Mesîh, em di gelek hal û rewşan de bêalî dimînin. Mesela, em tev li şer û cengan nabin (Mîka 4:3 bixwîne). Em qedrê nîşanên welatî, yên wek al û beyraqê, digirin; lê em bejna xwe li ber wan natewînin, çimkî ev awayekî îbadetê ye (1. Yûhena 5:21). Û em aliyê partiyên siyasî yan siyasetvanan nagirin û li dijî wan jî nînin. Eger em di van meseleyan û meseleyên din de jî bêalî bimînin, emê nîşan bidin ku em ji hukûmeta Xwedê, yanî ji Padîşahiya wî re, bi temamî dilsoz in.
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Di kîjan hal û rewşan de belkî ji bo me zehmet e ku em bêalî bimînin? Ji bo ku Yehowa ji me razî be, gerek em di van meseleyan de çawa hereket bikin?
3. Mesîhiyên rast bêalî ne
Îsa Mesîh û şagirtên wî nîşan da ku bêalîbûn tê çi maneyê. Romayî 13:1, 5-7 û 1. Petrûs 2:13, 14 bixwîne. Paşê, VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Çima gerek em qedrê hukûmetên dinyayê bigirin?
Em çawa dikarin nîşan bidin ku em bi ya hukûmetan dikin?
Wexta ku şer û herb çêdibin, hin dewlet dibêjin ku ew bêalî ne, lê dîsa jî ew piştgiriya her du aliyan dikin. Lê bêalîbûna rastîn çi ye? Yûhena 17:16 bixwîne. Paşê, VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Bêalîbûn tê çi maneyê?
Eger hukûmet tiştekî ku ne li gor qanûnên Xwedê ye ji me bixwaze, gerek em çawa hereket bikin? Karên Şandiyan 5:28, 29 bixwîne. Paşê, VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Eger qanûneke însanan li dijî qanûneke Xwedê be, gerek em guh bidin kê?
Tu çi difikirî, Mesîhiyên rast di kîjan hal û rewşan de nikarin guh bidin hukûmetên dinyayê?
4. Di fikir û kirinên xwe de bêalî be
1. Yûhena 5:21 bixwîne. Paşê, VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Birayê me Ayenge çima qerar da ku tev li partiyên siyasî yan merasîmên welatî, yên wek silavdana al û beyraqê, nebe?
Tu li ser qerara wî çi difikirî?
Di kîjan hal û rewşên din de belkî ji bo me zehmet e ku em bêalî bimînin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Tu çawa dikarî di wexta lîstikên taximên welatî de bêalî bimînî?
Eger tesîra qerarên siyasî li ser me hebe, em çawa dikarin bêalî bimînin?
Xeber yan jî hevalên me dikarin li ser bêalîbûna me çawa tesîr bikin?
Gerek xizmetkarekî Xwedê di kîjan rewşan de di fikir û kirinên xwe de bêalî bimîne?
BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Çima tu destekê nadî partiyeke siyasî?”
Teyê çawa cewab bidaya?
BI ÇEND GOTINAN
Xizmetkarên Xwedê pir xîret dikin ku ji hêla siyasî ve di fikir, gotin û kirinên xwe de bêalî bin.
Tu çi elimî?
Em ji kîjan aliyan ve deyndarên hukûmetên dinyayê ne?
Çima em ji hêla siyasî ve bêalî dimînin?
Di kîjan hal û rewşan de belkî ji bo me zehmet e ku em bêalî bimînin?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Ji bo ku em bêalî bimînin, gerek em carinan kîjan fedakariyan bikin?
Malbat çawa dikarin haziriya xwe bikin ku ew bêalî bimînin?
Hin kes dibêjin ku parastina welat şeref û rûmeta herî mezin e. Ma ev bi rastî wisa ye?
Gava tu li ser karê xwe qeraran didî, tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ne qismekî vê dinyayê yî?
“Her Kes wê Barê Xwe Hilgire” (Birca Çavdêriyê, 15 Adar 2006)
-