KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Gelo Navê Te di “Kitêba Jiyanê” de Nivîsî ye?
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2022 | Îlon
    • RABÛNA JI BO JIYANÊ Û JI BO DÎWANBÛNÊ

      13-14. (a) Berê, me Yûhenna 5:29 çawa fehm dikir? (b) Di heqê van gotinan de, gerek em bala xwe bidin çi?

      13 Îsa Mesîh li ser mirovên ku wê li rûyê erdê bên rakirin wisa gotibû: “Wext tê ku hemû kesên di goran de wê dengê wî bibihîzin û derkevin. Yên ku qencî kirine, wê ji bo jiyanê, yên ku xerabî kirine, wê ji bo dîwanbûnê rabin” (Yûhenna 5:28, 29). Gelo maneya vê ayetê çi ye?

      14 Berê, em difikirîn ku Îsa Mesîh behsa tiştên ku kesên rakirî wê piştî rabûna ji mirinê bikin, kir; yanî, em difikirîn ku hinek wê bên rakirin û tiştên baş bikin û hinek wê bên rakirin û tiştên xerab bikin. Lê belê, Îsa Mesîh negotibû ku kesên rakirî wê tiştên baş yan xerab bikin. Wî behsa “yên ku qencî kirine” û “yên ku xerabî kirine” kir. Gotinên wî nîşan didin ku wan berî mirina xwe qencî yan xerabî kiribû. Ma eva ne bimantiq e? Jixwe, îzin wê neyê dayîn ku kesek di dinyaya nû de xerabiyê bike. Loma eşkere ye ku yên nerast berî mirina xwe jixwe xerabî kiribû. Îcar rabûna “ji bo jiyanê” û rabûna “ji bo dîwanbûnê” tê çi maneyê?

      15. Kî wê “ji bo jiyanê” bên rakirin, û çima?

      15 Kesên rast, ên ku berî mirina xwe qencî kiribû, wê “ji bo jiyanê” rabin, çimkî navên wan jixwe di Kitêba Jiyanê de nivîsî ne. Yanî, rabûna “yên ku qencî kirine”, ya ku Yûhenna 5:29 behsa wê dike, û rabûna “yên rast”, a ku Karên Şandiyan 24:15 behsa wê dike, yek e. Ev îzah bi van gotinên Romayî 6:7 ve hevgirtî ye: “Mirovê ku miriye ji guneh azad bûye.” Gava kesên rast dimirin, gunehên wan tên paqijkirin, lê qeyda dilsoziya wan dimîne (Îbranî 6:10). Piştî rabûna ji mirinê helbet lazim e ku ew dilsoz bimînin, da ku navên wan ji Kitêba Jiyanê neyên paqijkirin.

      16. Rabûna “ji bo dîwanbûnê” çi ye?

      16 Halê kesên ku berî mirinê xerabî kiribû wê çi be? Gava ew mirin, gunehên wan jî hatin paqijkirin, lê ji ber ku wan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet nekiribû, navên wan di Kitêba Jiyanê de nehatine nivîsandin. Loma, rabûna “yên ku xerabî kirine” û rabûna kesên “nerast”, a ku Karên Şandiyan 24:15 behsa wê dike, yek e. Ewê “ji bo dîwanbûnê” bên rakirin.c Dîwanbûna wan tê maneya ku ewê bên nirxandin (Lûqa 22:30). Wê lazim be ku kesên nerast dev ji xerabiya xwe ya berê berdin û jiyana xwe bidin destê Yehowa, da ku navên wan di Kitêba Jiyanê de bên nivîsandin. Ji bo ku bê fehmkirin ka ew hêjayî vê yekê ne yan na, wext wê lazim be.

  • Gelo Navê Te di “Kitêba Jiyanê” de Nivîsî ye?
    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2022 | Îlon
    • c Berê, me digot ku di vê ayetê de, “dîwanbûn” tê maneya mehkûmbûn. Peyva “dîwanbûn” dikare wisa bê bikaranîn. Lê belê, di van ayetan de, wisa tê fehmkirin ku Îsa Mesîh peyva “dîwanbûn” wek nirxandin û ceribandin yan li gor ferhengeke zimanê Yûnanî wek “analîzkirina hal û hereketan” bi kar dianî.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne