KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Piştî Mirinê Çi Tê Serê Me?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 3. Rastiya li ser halê miriyan nas bike

      Li seranserê dinyayê, gelek bîr û baweriyên cuda li ser mirinê hene. Ji ber vê yekê, ne mumkin e ku ew hemû rast bin.

      • Li hêla te, însan li ser halê miriyan çi dibêjin?

      Ji bo ku tu bizanî ka Kitêba Pîroz çi dibêje, vê VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Halê Miriyan Çi ye? (Bi Qismî) (1:19)

      Albûm: Dîmenên ji vîdeoya “Halê Miriyan Çi ye? (Bi Qismî).” 1. Kesekî mirî li nexweşxaneyê li ser doşekê ye. 2. Zilamek di trênê de di orta du însanan de di xwe re çûye.

      Waiz 3:20 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Li gor vê ayetê, gava ku însan dimire, çi tê serê wî?

      • Gelo ruh piştî mirinê sax dimîne û diçe cihekî din?

      Kitêba Pîroz behsa mirina Lazar dike. Ew dostekî Îsa Mesîh bû. Yûhena 11:11-14 bixwîne û bala xwe bidê ku Îsa Mesîh li ser halê Lazar çi gotibû. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Îsa Mesîh li ser mirinê çi gotibû?

      • Em ji vê mîsalê li ser halê miriyan çi hîn dibin?

      • Tu çi dibêjî, gelo ev gotinên Kitêba Pîroz ên li ser mirinê maqûl in?

  • Miriyên Me wê Dîsa Vegerin Jiyanê!
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Gava ku Îsa Mesîh Lazar ji mirinê rakir, kesên din pir şaş û metel man.

      4. Îsa Mesîh îsbat kir ku ew dikare însanan ji mirinê rake

      Îsa Mesîh ji bo dostê xweyî ezîz Lazar çi kir? Yûhena 11:14, 38-44 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Gelo Lazar bi rastî miribû? (Li ayeta 39an binêre.)

      • Eger Lazar çûbûya ezmên, ma maqûl e ku Îsa Mesîh ew ji wir vegeranda ser rûyê erdê?

      VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Îsa Mesîh Lazar ji Mirinê Rakir (1:16)

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne