KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Di Meseleyên vê Dinyayê de Bêalî Be
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Ders 45. Gava ku şagirt li dibistanê sirûda welatî, yanî marşa milî, distirên, xwişkeke ciwan bi rêzdarî di navbera hevaldersên xwe de disekine; lê ew nastirê û destê xwe nade ser dilê xwe.

      DERS 45

      Di Meseleyên vê Dinyayê de Bêalî Be

      Îsa Mesîh dielimand ku gerek şagirtên wî nebin qismekî vê dinyayê. Wî ji wan re gotibû: “Hûn ne ji dinyayê ne” (Yûhena 15:19). Ev yek tê maneya ku gerek em ji hêla siyasetê ve bêalî bin û tev li şeran nebin. Lê bi rastî jî, ev yek carinan ne hêsan e. Ji ber ku em bêalî û bêteref in, kesên din carinan henekên xwe bi me dikin. Gelo em çawa dikarin di meseleyên vê dinyayê de bêalî bin û bi dilsozî li aliyê Yehowa Xwedê cih bigirin?

      1. Mesîhiyên rast li ser hukûmetên dinyayê çi difikirin?

      Mesîhiyên rast qedrê hukûmetan digirin. Wek ku Îsa Mesîh gotibû, gerek em “tiştên Qeyser bidin Qeyser”. Yanî, em guh didin qanûnên dewletê, mesela em bacê didin (Marqos 12:17). Kitêba Pîroz dielimîne ku hukûmetên dinyayê bi îzna Yehowa hukim dajon (Romayî 13:1). Em ji vê fehm dikin ku hukûmetên dinyayê xwediyê desthilatiyeke nispî yan bisînor in, yanî desthilatiya Xwedê ji ya wan mezintir e. Em bawer dikin ku tenê Xwedayê me dikare bi destê Padîşahiya xwe ya ezmanî hemû derdên însanan safî bike.

      2. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em di meseleyên vê dinyayê de bêalî ne?

      Wek Îsa Mesîh, em jî tev li siyasetê nabin. Gava însanan ji mucîzeyên Îsa Mesîh yek dît, wan xwest ku wî bikin Padîşahê xwe, lê Îsa Mesîh ev yek red kir (Yûhena 6:15). Gelo çima? Çimkî wî gotibû: “Padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhena 18:36). Wek şagirtên Îsa Mesîh, em di gelek hal û rewşan de bêalî dimînin. Mesela, em tev li şer û cengan nabin (Mîka 4:3 bixwîne). Em qedrê nîşanên welatî, yên wek al û beyraqê, digirin; lê em bejna xwe li ber wan natewînin, çimkî ev awayekî îbadetê ye (1. Yûhena 5:21). Û em aliyê partiyên siyasî yan siyasetvanan nagirin û li dijî wan jî nînin. Eger em di van meseleyan û meseleyên din de jî bêalî bimînin, emê nîşan bidin ku em ji hukûmeta Xwedê, yanî ji Padîşahiya wî re, bi temamî dilsoz in.

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Di kîjan hal û rewşan de belkî ji bo me zehmet e ku em bêalî bimînin? Ji bo ku Yehowa ji me razî be, gerek em di van meseleyan de çawa hereket bikin?

      Zilamek bêalî dimîne. Ew bala xwe nade her du namzetên partiyên dijhev ên ku li ber xelkê gotaran pêşkêş dikin.

      3. Mesîhiyên rast bêalî ne

      Îsa Mesîh û şagirtên wî nîşan da ku bêalîbûn tê çi maneyê. Romayî 13:1, 5-7 û 1. Petrûs 2:13, 14 bixwîne. Paşê, VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      VÎDEO: Mesîhiyên Rast Bêalî ne – Qisim 1 (4:28)

      • Çima gerek em qedrê hukûmetên dinyayê bigirin?

      • Em çawa dikarin nîşan bidin ku em bi ya hukûmetan dikin?

      Wexta ku şer û herb çêdibin, hin dewlet dibêjin ku ew bêalî ne, lê dîsa jî ew piştgiriya her du aliyan dikin. Lê bêalîbûna rastîn çi ye? Yûhena 17:16 bixwîne. Paşê, VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Mesîhiyên Rast Bêalî ne – Qisim 2 (3:11)

      • Bêalîbûn tê çi maneyê?

      Eger hukûmet tiştekî ku ne li gor qanûnên Xwedê ye ji me bixwaze, gerek em çawa hereket bikin? Karên Şandiyan 5:28, 29 bixwîne. Paşê, VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      VÎDEO: Mesîhiyên Rast Bêalî ne – Qisim 3 (1:18)

      • Eger qanûneke însanan li dijî qanûneke Xwedê be, gerek em guh bidin kê?

      • Tu çi difikirî, Mesîhiyên rast di kîjan hal û rewşan de nikarin guh bidin hukûmetên dinyayê?

      4. Di fikir û kirinên xwe de bêalî be

      1. Yûhena 5:21 bixwîne. Paşê, VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      VÎDEO: Ji Şagirtên Îsa re Mêrxasî Lazim e – Ji bo ku Ew Bêteref Bimînin (2:49)

      • Birayê me Ayenge çima qerar da ku tev li partiyên siyasî yan merasîmên welatî, yên wek silavdana al û beyraqê, nebe?

      • Tu li ser qerara wî çi difikirî?

      Di kîjan hal û rewşên din de belkî ji bo me zehmet e ku em bêalî bimînin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      VÎDEO: Dersên ji Kovara Birca Çavdêriyê – Di Meseleyên vê Dinyaya Perçebûyî de Bêalî Bimîne (5:16)

      • Tu çawa dikarî di wexta lîstikên taximên welatî de bêalî bimînî?

      • Eger tesîra qerarên siyasî li ser me hebe, em çawa dikarin bêalî bimînin?

      • Xeber yan jî hevalên me dikarin li ser bêalîbûna me çawa tesîr bikin?

      Albûm: 1. Komeke mirovên hêrsbûyî slogan hildane û protesto dikin. 2. Zilamek di wexta pêşbaziya sporê de kêfxweş dibe û alekê hildide. 3. Şagirtek sirûda netewî distirê. 4. Leşkerek reşaşeyekê digire. 5. Du namzetên siyasî munaqeşe dikin. 6. Jinikek dengê xwe davêje sindoqa hilbijartinê.

      Gerek xizmetkarekî Xwedê di kîjan rewşan de di fikir û kirinên xwe de bêalî bimîne?

      BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Çima tu destekê nadî partiyeke siyasî?”

      • Teyê çawa cewab bidaya?

      BI ÇEND GOTINAN

      Xizmetkarên Xwedê pir xîret dikin ku ji hêla siyasî ve di fikir, gotin û kirinên xwe de bêalî bin.

      Tu çi elimî?

      • Em ji kîjan aliyan ve deyndarên hukûmetên dinyayê ne?

      • Çima em ji hêla siyasî ve bêalî dimînin?

      • Di kîjan hal û rewşan de belkî ji bo me zehmet e ku em bêalî bimînin?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Ji bo ku em bêalî bimînin, gerek em carinan kîjan fedakariyan bikin?

      Yehowa Em Tu Caran bi Tenê Nehiştine (3:14)

      Malbat çawa dikarin haziriya xwe bikin ku ew bêalî bimînin?

      Di Merasîmên Umûmî de Bêalî Bimîne (4:25)

      Hin kes dibêjin ku parastina welat şeref û rûmeta herî mezin e. Ma ev bi rastî wisa ye?

      “Li ba Xwedê Her Tişt Dibe” (5:19)

      Gava tu li ser karê xwe qeraran didî, tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ne qismekî vê dinyayê yî?

      “Her Kes wê Barê Xwe Hilgire” (Birca Çavdêriyê, 15 Adar 2006)

  • Li Hemberî Zilm û Zordariyê Dilsoz Bimîne
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Hemû xizmetkarên Xwedê wê zû yan dereng muxalefetê, heta zilm û zordariyê jî bibînin. Gelo hewce ye ku ev yek çavê me bitirsîne?

      1. Em ji ku dizanin zilm û zordarî wê bê serê me?

      Kitêba Pîroz bi zelalî dibêje: “Erê, hemû yên ku dixwazin bi Mesîh Îsa re jiyana xwedayî bijîn, wê tengahiyê bikişînin” (2. Tîmotêyos 3:12). Îsa Mesîh rastî zilm û zordariyê hat, çimkî ew ne qismekî vê dinyaya Şeytan bû. Em jî ne qismekî vê dinyayê ne. Loma, gava hukûmetên dinyayê yan teşkîlatên dînî zilm û zorê li me dikin, em ecêbmayî namînin (Yûhena 15:18, 19).

      2. Em çawa dikarin xwe li hemberî zilm û zordariyê hazir bikin?

      Pir muhîm e ku em îro baweriya xwe ya bi Yehowa xurttir bikin. Ji xwe re her roj Kitêba Pîroz bixwîne û ji Yehowa re dua bike. Tim here civînan. Ev tiştên hanê wê qewetê bidin te û dilê te xurt bikin ku tu li hemberî zilm û zordariyê, heta li hemberî tehdeya ji destê malbatê jî dilsoz bimînî. Pawlosê şandî jî gelek caran rastî zilmê hatibû. Wî ev gotinên xweş nivîsandibûn: “Xudan alîkarê min e, ez natirsim” (Îbranî 13:6).

      Wekî din, eger em xebera xêrê tim belav bikin, emê dilxurttir bibin. Bi vî awayî, em dielimin ku em xwe bispêrin Yehowa û ji tirsa însanan bifilitin (Methelokên Silêman 29:25). Eger em ji niha ve xebera xêrê bê tirs belav bikin, emê hazir bin ku di dema qedexeyan de jî xebera xêrê belav bikin (1. Selanîkî 2:2).

      3. Çima ji bo me baş e ku em li hemberî zilm û zordariyê teslîm nebin?

      Helbet, tu kes naxwaze zilmê bibîne. Lê eger em di bin zilm û zordariyê de sebir bikin, îmana me wê xurttir bibe. Gava em ji xwe re dibêjin, “Êdî bes e, ez nema dikarim!”, Yehowa qewetê dide me. Û bi vî awayî, em nêzîktirî wî dibin (Aqûb 1:2-4 bixwîne). Yehowa gava dibîne em êşê dikişînin, dilê wî pir diêşe. Lê gava em dilsoz dimînin, dilê wî bi me pir xweş dibe. Kitêba Pîroz dibêje: “Eger hûn ji ber qencîkirinê cefayê bikişînin û hûn vê radigirin, ev li Xwedê xweş tê” (1. Petrûs 2:20). Belê, eger em dilsoz bimînin, Yehowa wê di dinyaya nû de jiyana bêdawî bide me. Wê çaxê, zilm li ser rûyê erdê namîne, û emê bi dilrihetî ji Yehowa re îbadetê bikin (Meta 24:13).

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Tu dikarî li hemberî zilm û zordariyê dilsoz bimînî. Yehowa wê dilsoziya te bi bereket bike.

      Qîzek li hemberî muxalefeta dê û bavê xwe diçe kursa Kitêba Pîroz.

      4. Gava malbata te li hemberî te radibe, teslîm nebe

      Belkî hin ferdên malbata me qebûl nakin ku em ji Yehowa re îbadetê bikin. Îsa Mesîh ji berê ve behsa vê meseleyê kiribû. Meta 10:34-36 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Eger malbata te pê bihese ku tu dixwazî ji Yehowa re îbadetê bikî, belkî ew li hemberî te çi bikin?

      VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Yehowa Em Qebûl Kirine (5:13)

      • Eger meriv yan dostekî te tehdê li te bike ku tu ji Yehowa re îbadetê nekî, teyê çi bikira?

      Zebûr 27:10 û Marqos 10:29, 30 bixwîne. Piştî xwendina her ayetekê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Gava malbata te yan dostên te li ber te rabin, ev soz çawa alî te dike ku tu teslîm nebî?

      5. Di bin zilm û zordariyê de dev ji îbadeta Yehowa bernede

      Gava kesên din nehêlin ku em ji Yehowa re îbadetê bikin, cesaret ji me re lazim e. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Li Hemberî Zilm û Zorê Dilxurt Be (6:27)

      • Serpêhatiyên van xwişk û birayan çawa dilê te xurt dikin?

      Karên Şandiyan 5:27-29 û Îbranî 10:24, 25 bixwîne. Piştî xwendina her ayetekê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Eger hukûmetên dinyayê civînên me yan karê belavkirina xebera xêrê qedexe bikin, dîsa jî çima pir muhîm e ku em tim ji Yehowa re îbadetê bikin?

      6. Yehowa wê alî te bike ku tu dilsoz bimînî

      Li seranserê dinyayê, Şahidên Yehowa çi ciwan çi mezin li hemberî zilm û zordariyê ji Yehowa re dilsoz mane. Gelo çi alî wan kir ku ew dev ji îbadeta Yehowa bernedin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Yehowa Xwedê Min Xurt Dike (3:40)

      • Çi alî van xwişk û birayan kir ku ji Yehowa re dilsoz bimînin?

      Romayî 8:35, 37-39 û Filîpî 4:13 bixwîne. Piştî xwendina her ayetekê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Ev ayet çawa nîşanî te dide ku tu dikarî li hemberî zilm û zorê xurt bimînî?

      Meta 5:10-12 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Tu çawa dikarî di bin zilm û zordariyê de dilxweş bimînî?

      Îro jî Şahidên Yehowa li hemberî zilm û zordariyê sebir kiriye û ji bo baweriya xwe ketine zindanê.

      Bi milyonan Şahidên Yehowa li hemberî zilm û zordariyê dilsoz mane. Bawer bike, tu jî dikarî!

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez ditirsim ku belkî ez li hemberî zilm û zordariyê dilsoz nemînim.”

      • Teyê bi kîjan ayetan dilê kesekî, yê ku wisa difikire, xurt bikira?

      BI ÇEND GOTINAN

      Gava em li hember zilm û zordariyê dilsoz dimînin, Yehowa bi me pir serbilind dibe. Netirse, bi alîkariya wî tu jî dikarî dilsoz bimînî!

      Tu çi elimî?

      • Xizmetkarên Xwedê ji ku dizanin ewê zilm û zordariyê bibînin?

      • Tu çawa dikarî xwe ji niha ve li hemberî zilm û zordariyê hazir bikî?

      • Tu çima dikarî emîn bî ku tu dikarî di bin tengasiyan de ji Yehowa re dilsoz bimînî?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Birayekî me xizmeta leşkeriyê red kir û ket hebsê. Gelo Yehowa çawa alî wî kir ku ew dilsoz bimîne?

      Li Hemberî Zilm û Zorê Dilsoz Ma (2:34)

      Jin û mêrek bi salan li hemberî muxalefetê ji Yehowa re dilsoz mane.

      Di Demên Guhertinan de ji Yehowa re Xizmetê Dikin (7:11)

      Tu çawa dikarî bielimî ku tu li hemberî zilm û zordariyê li ser xwe bimînî?

      “Li hemberî Zilmê Hazir Be” (Birca Çavdêriyê, Tîrmeh 2019)

      Gava malbata te nehêle ku tu ji Yehowa re îbadetê bikî, gelo tu dikarî çi bikî?

      “Rastiya Xwedê Ne Aştiyê, Lê Şûr Tîne” (Birca Çavdêriyê, Cotmeh 2017)

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne