-
Kitêba Pîroz Xebera Xwedê yeHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
6. Kitêbeke ji bo hemû însanan
Di tarîxê de, Kitêba Pîroz kitêba herî zêde tercûmekirî û belavkirî ye. Karên Şandiyan 10:34, 35 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Çima Xwedê dixwaze ku Kitêba Pîroz bi gelek zimanan bê tercûmekirin û belavkirin?
Çima kêfa te ji Kitêba Pîroz re tê?
Nêzîkî ji
%100
ê nifûsa dinyayê
dikare Kitêba Pîroz bi zimanê xwe bi dest bixe
Bi zêdetirî
3.000
zimanan heye,
bi temamî yan jî bi qismî
5.000.000.000
nisxeyên Kitêba Pîroz hatine çêkirin,
yanî Kitêba Pîroz ji her kitêbeke din zêdetir hatiye çapkirin
-
-
Yekîtiya Civatê BiparêzeHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
4. Ferq û cudahiyê neke nava însanan
Em dixwazin ji hemû xwişk û birayan hez bikin. Lê belkî ji bo me zor e em kesekî ku ne wek me ye, ji dil qebûl bikin. Em dikarin li hemberî vê yekê çi bikin? Karên Şandiyan 10:34, 35 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Yehowa însanên ji hemû gel û miletan wek Şahidên xwe qebûl dike. Gelo tu dikarî ji Yehowa çi bielimî?
Li herêma te, însan çawa ferq û cudahiyê dixin navbera gel û miletan? Çima gerek ev fikrên xerab li ser me tesîr nekin?
2. Korîntî 6:11-13 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Gelo tu çawa dikarî xwişk û birayên ji kultur û miletên din baştir nas bikî?
-